Qedexekirina cil û bergên jinan: Talîbanê gefa girtinê li jinên Heratê xwar

Bi daxuyaniya nû ya Talîbanê ya li Heratê re, fikarên jinan ên der barê girtina biryarên ji ber cilan zêde dibe. Talîbanê ragihand ku jinên li gorî ‘hîcaba Îslamî’ ya ku bi xwe ‘pênase dike’ tevnegerin dê werin girtin û wan bişînin girtîgehan.

Navenda Nûçeyan- Bi daxuyaniya nû ya ji aliyê Wezareta Pêşvebirina Fazîlet û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê ve li parêzgeha Heratê hat weşandin re, fikar û tirsa jinên ku li wê derê dijîn zêde bûn. Talîbanê hişyarî da ku jinên pabendî ‘hîcaba Îslamî’ ya bi xwe-pênaskirî nebin dê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve werin girtin û wan bişînin girtîgehan. Gelek jin vê biryarê weke gavek nû dûrxistina wan a qonax bi qonax ji civakê, hêza kar û jiyana giştî dinirxînin.

Li gorî daxuyaniya ku bi riya mizgeftên li Heratê hat belavkirin, jinên ku li qadên giştî bê burka (rûpoşek ku tevahiya bedenê digre) yan jî bi îfadeya Talîbanê, ‘makyaj bikin’ bên dîtin dê werin girtin û wan bavêjin girtîgehan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Jin û xwişkên misilman ên ku li gorî rêziknameya cil û bergên îslamî tevnagerin dê ji hêla tîmên teftîşê yên Wezareta Belavkirina Fazîletê û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ve werin girtin û wan bişînin girtîgehê; piştî wê, mafê kesê tune ye îtiraz an jî gilî bike.”

Ev cara yekem e ku Talîban bi fermî û eşkere radigihîne jinên li Heratê dê ji ber cilên xwe werin girtin û wan bavêjin girtîgehan. Ev pêkanîn bûye sedem ku gelek jinên karker û jinên di qada civakî de xebatê didin meşandin rû bi rûyî tirs û nezelaliyê bibin.

Tirsa li ser rêya kar werin binçavkirin

Nîlab Mahmûdî, mamosteyek 45 salî ye û debara malbata xwe ya ji 5 kesan pêk tê dike li Heratê dijî, diyar kir ku piştî weşandina daxuyaniya mijara xeberê fikarên wê gelek zêde bûne. Nîlab Mehmûdî ku rojane ji bo dersê bide her roj diçe yek ji navçeyên dûr, da zanîn ku berê jî ji aliyê hêzên Talîbanê ve çend saetan hatibû binçavkirin. Da zanîn ku beriya nêzî çar mehan bi hevpîşeyên xwe bi hinceta ku ‘çadora nimêjê’ li xwe nekirine, dema diçûn cihê kar hatine sekinandin û bi saetan di navendeke ewlehiyê de hatine girtin.

Nîlab Mehmûdî ev tişt got: “Wê rojê her dem der barê cilên me de pirsgirêkek didîtin. Niha jî bi fermî behsa girtîgehê dikin. Ger dîsa em werin sekinandin, nizanin dê çi bibe. Tekane ya ku debara malbatê dike ezi m. Ger ez kar nekim dê jiyana zarokên min serûbin bibe.”

Nîlab Mehmûdî got ku piştî ku hevjînê wê di êrîşek xwekujî li Kabîlê di dema hikûmeta berê de jiyana xwe ji dest da, hemû berpirsiyariya dabînkirina debara malbatê ketiye ser milên wê.

Nîlab Mehmûdî destnîşan kir ku gelek mamosteyên jin dema diçin ser kar û tên ditirsin werin girtin, heqaret li wan bê kirin, bên şermezarkirin, an jî ji kar bên derxistin. Tekez kir ku gelek xalên kontrolê û dewriyeyên Talîbanê ji bo jinan atmosfereke tirsê ya domdar diafirînin.

‘Jin dema ji malê derdikevin jî  xwe bi ewle hîs nakin’

Nîlab Mahmudî anî ziman ku di mehên dawî de bûye şahid gelek jin li kolan û bazaran ji ber cilên xwe hatine lêpirsînkirin. Li gorî wê, îro gelek jin dema ji malên xwe derdikevin xwe bi ewle hîs nakin.

Nîlab Mahmudî hişyarî da ku kêmbûna hebûna jinan di dibistan û saziyên perwerdeyê de dê rasterast bandorê li pêşeroja xwendekarên jin bike û wiha got: “Ger jin yek bi yek ji jiyana kar werin dûrxistin, mexdûrên vê yên yekem wê zarokên keç ên ji perwerdeyê bêpar hatine hiştin bin. Me ji bo perwerdeya vî nîfşî bi salan ked da.”

Her ku fikarên ewlehiyê zêde dibin, di krîza aborî de jî fikarên jinan kûrtir dibin. Nîlab Mahmudî destnîşan kir ku gelek malbat bi dahata jinan ve girêdayî ne û diyar kir ku dûrxistina jinan ji bazara kar ne tenê astengiyeke civakî ye, di heman demê de gefeke rasterast li ser çavkaniya debara malbatan dixwe.

Xebatkarên medyayê jî di bin gefê de ne

Rojnamevana ku di saziyek a medyayê ya xwecihî li Haretê de dexebite Yûsra Kerîmî, got ku weşandina daxuyaniya mijara xeberê ji bo jinên dixebitin şokeke mezin çêkiriye.

Yûsra Kerîmî ku berê li saloneke jinan dixebitî, piştî Talîbanê salonên jinan qedexe kir, karê xwe ji dest da û niha di beşa weşanê ya rêxistineke medyayî de dixebite wiha got: “Dema min ev nûçe bihîst şok bûm. Malbata min tavilê ji min re got dev ji karê xwe berde û ji malê dernekeve. Ew ditirsin ez bêm girtin dê rûmet û nav û dengê malbata me zirarê bibîne.”

Yûsra Kerîmî da zanîn ku  rojnamevanên jin demek dirêj e rû bi rûyî gelek qedexeyan in. Lê niha tirsa girtinê xebata wan a di warê medyayê de ji her demê zortir kiriye û wiha domand: “Rojnamegerî; derketina meydanê, amadekirina nûçeyan, beşdarbûna civînan û danûstandina bi çavkaniyên nûçeyan re hewce dike. Ger jin ji tirsa girtinê nikaribin bi azadî tevbigerin, pratîzekirina rojnamegeriya profesyonel bi rastî ne mumkin dibe.”

Yûsra Kerîmî dibêje ku ezmûna windakirina karê wê yê berê hê jî ji bo wê bi êş e û da zanîn ku ew bi fikar e derfetên kar ên sînorkirî yên ji bo jinan mane, ji wan werin standin.

Zextên li ser jinên karker û xwediyên karsaziyên biçûk

Qedexeyên nû yên ji hêla Talîbanê ve hatine ferzkirin ne tenê jinên ku di perwerde û medyayê de dixebitin digre nava xwe, di heman demê de jinên xwedî karsaziyên biçûk jî bi fikar in û dibêjin ku ger rewşa heyî bidome, dibe ku ew bi temamî ji jiyana aborî werin derxistin.

Esmaya 32 salî ya li Heratê terzîtiyê dike, dibêje ku neçar e ji bo firotina cilên zarokan ên ku çêdike her roj biçe bazarê lê niha êdî ji van rêwîtiyan ditirse. Esma dide zanîn ku piştî hevjînê wê ji Îranê hatiye dersînorkirin, bê kar maye ye, dibêje ku berpirsyariya debara jiyana sê zarokên wê li ser milên wê ye û wiha got: “Ger ez nikaribim bi azad biçim bazarê, ez ê nikaribim bixebitim. Ev yekane çavkaniya me ya debarê ye. Ger ev rê jî were girtin, ez nizanim em ê çawa kirê û mesrefa jiyanê bidin.”

Esma dibêje ku fermana mijara xeberê ji melayê mizgefta taxê bihîstiye û ji wê demê ve fikarên wê yên cidî li ser pêşeroj û çavkaniya debarê destpê kiriye.

Qonaxeke nû di zextên li dijî jinan de

Daxuyaniya dawî ya Talîbanê di demeke ku ev kom nêzî pênc salan e li Efganistanê qedexeyên berfireh li ser jin û zarokên keç ferz dike de hat weşandin. Ev sînordarkirin ji înkarkirina mafê perwerde û fêrbûnê bigre heta dûrxistina gav bi gav a jinan ji saziyên giştî, rêxistinên medyayê, rêxistinên civaka sivîl, çalakiyên werzîşê û gelek warên civakî didome.

Di mehên dawî de, gelek nûçeyên ku jin ji ber sûcên ‘Li gorî quralên rûpoşên şerî tevnegeriyane’ hatine binçavkirin bû rojev. Lê belê ev pêkanîn bêyî ku daxuyaniyek fermî were dayîn dihatin pêkanîn.

Parêzvanên mafên jinan diyar dikin ku pêkanîna gefa girtîgehê weke polîtîkayeke fermî nîşan dide ku Talîban di polîtîkayên xwe yên kontrolkirin û zextê de ketiye qonaxeke nû. Li gorî wan ne tenê cil û bergên jinan di heman demê de mafê wan ê xebatê, mafê beşdarbûna jiyana civakî û heta mafê tevgera azad jî bi tundî tê hedefgirtin.

Di heman demê de, hinek jinên li Heratê dibêjin ku di mehên dawî de, jinên ‘çadora nimêjê’ an burka li xwe nakin, gihîştina gelek xizmetên giştî yên weke saziyên perwerdeyê, xizmeta tenduristiyê û veguhestina giştî hatine astengkirin. Ew dibêjin ku ev rewş jiyana jinan her diçe sînordartir û bêewletir dike.