Qala êrişên DAIŞ’ê kirin: Hê wendayên me hene
Jinên kantona Kobanê ku kiryar û hovîtiya çeteyên DAIŞ jiyan kirin, anî ziman ku ew ji aliyê çeteyan ve hatin gulebarankirin, girtin û işkencekirin. Heta niha jî windayên wan hene.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Çeteyên DAIŞ di navbera salên 2013-2014-2015 bi rengekî dijwar êrîşî Îraq û Sûriyê kir. Di encama van êrîşan de bi deh hezaran jin, zarok, ciwan û pîr bi rê û rêbazên hov hatine qetilkirin û di komkujiyan re derbasbûne. Li aliyekî din bi hezaran mirov hatine revandin ku piraniya wan heta niha jî winda ne.
Bi ketina DAIŞ herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî pêkhateyan şahîdiya zordarî û hovîtiya çeteyan kirin ku gelekan jî jiyan kir. Li gundewarên kantona Kobanê ku di 2014'an de rû bi rû yê êrîşên DAIŞ hatin, bi sedan çîrokên ku behsa kiryarên DAIŞ dikin hene.
Gundê Kuneftarê yê li Başûrê Kobanê, şahîdiya hovîtiya DAIŞ û qehremaniya şervanên YPG'ê û YPJ'ê kiriye. Niştecihên gund rû bi rû yê revandin, gulebaran û işkenceya DAIŞ hatine ku heta vê rojê jî zindî ne.
Beriya ku êrîşên DAIŞ di 15'ê Îlona 2014'an de bighên navenda bajarê Kobanê, çeteyan hewil didan gundan bigrin. Di wê navberê de niştecihên gundan terka gundên xwe nedikir û mayîna di malên xwe de hildibijartin. Yek ji malbatên ji gundê Kuneftarê ya Başûrê Kobanê, ji ber ku ji mala xwe derneketin ji aliyê çeteyan ve hatin girtin û hîn kes heta vê rojê jî winda ne.
Cîhan Beko ku ji gundê Boraz e û buka gundê Kuneftarê ye, tev hevjîn û zarokên xwe 40 rojan di girtîheha DAIŞ de maye. Di wê pêvajoya de çete hevjînê wê Mistefa bernadin û heta niha jî agahî jê nayê girtin.
'Xwestin hemû zarokên min qetil bikin'
Cîhan Beko bûyerên ku jiyankir wiha bilêv kir: "Çeteyên DAIŞ êrîşî gundê me kir, wê demê jî şervanên YPJ'ê û YPG'ê xwe li gelek gundan bicih kirbûn ku li gundê me jî diman. Em li mala xwe razayîbûn, carekê me dît çete di mal de ne û çek hilgirtibûn ku me qetilbikin. Hevjînê min ji wan re got ev zarokên min in di livînan de, ne şervan in. Yekser hevjînê min girtin û destên wî girêdan, pişt re jî hemû pere, zêr û sîlehên me yên di mal de birin û heta wê demê cixareyên hevjînê min hemû şikandin û avêtin. Min di wê kêliyê de ji wan re got, ma hûn me dibin hûn çima tiştên me jî dibin. Bersiva min dan ku ewê tiştên me weke emanet li cem xwe bihêlin. Paşê çete me digrin û dixin tanga xwe."
'40 roj bûn lê weke emrekî bû'
Cîhan Beko behsa pêvajoya 40 rojan ya mayîna di girtîgeha çeteyan ya bajarê Minbicê kir û got: "Keça min ya herî biçûk pir tirsiya, ji bo ku ez wê bêdeng bikim min her jê re digot em diçin Kobanê netirse. Em gihşîtin gundê Ceidê, çeteyan em ji tangê derxistin û xistin erebeyeke din û berê me dan Minbicê em xistin dibistaneke ku kirbûn girtîgeh. Ji gund em 14 kes girtîbûn, jin û zarok di odeyekê de bûn û mêr di odeyeke din de. Em li aliyekî ditirsyan û li milekî me rewşa malbata xwe ya li gund mayî meraq dikir. Piştî rojekê cihê me guhertin ku em birin girtîgeheke din. Me çiqas dikir hawar vala bû, tenê dengê qîrkirin, lêdan û işkenceyê dihat guhê me. Piştî demekê hevjîn, tiyê min û zarokên me cihê wan guhertin û birin girtîgeha navendî. Wê demê êdî em ji hev qûtbûn. Piştî 40 rojan em jin û zarok ji girtîgehê derketin û vegeriyan gundê xwe. Lê ew rojên me li gel DAIŞ jiyan kir bi emrekî bû. Piştî em vegeriyan gund bi demeke kin, çeteyan careke din êrîşî me kir. Wê demê em gulebarankirin ku çend zarok birîndarbûn. Piştî vê bûyerê êdî em ji gund derketin û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn."
'Ez gulebaran kirin û hemû malbata min revandin'
Emûn Ebdo ya 85 salî ku ji gundê Kuneftarê ye û di heman demê de dayîka hevjînê Cîhan Beko ye, ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hat gulebaran kirin. Emûn bi xemgîniyeke mezin hurguliyên rû bi rû hatina bi DAIŞ re tîne ziman: "Piştî seat 12'ê şev, carekê min dît zilamek li ber serê min sekiniye, ez ji nişkava rabûm ku min dît li derdora me tijî çetebûne. Pirsa hevjînê min kirin, keça min jî ji wan re got bavê min li Bakurê mal e hûn jî herin cem. Li Bakurê mal jî gora hevjînê min e ku ji mêj ve wefat kirbû. Pişt re çete ketin nav mala me û talankirin, ez jî ketim pêşiya wan ji bo ku rawestînim. Çeteyek qilêşa xwe radike û milê min yê rastê gulebaran dike. Kirasê li min dişewite, lê ez birîndar nabim. Carekê ez dibînim kurê min yê mezin û malbata wî di nava destên çeteyan de. Destên wî girêdayî bûn û avêtbûn erdê. Tê bîra min wê demê çeteyan du şervanên YPG yên birîndar jî bi xwe re anîn, li pêşiya me yek şehîd xistin û yê din jî bi xwe re birin. Pişt re hemû pere û zêrên me komkirin û 14 kes ji malbata min ku kur, keç, bûk û neviyên min bû bi xwe re birin."
'Hêviya min beriya ku ez wefatbikim agahiyekê bibihîzim'
Emûn Ebdo bi hesreteke mezin hêviyên xwe ji bo vegera kur û neviyê xwe wiha vegot: "Dema ku çeteyan malbata min birin 2 bûkên min ducanîbûn ku yekê ji wan zarokê xwe di girtîgeha DAIŞ de anî. Piştî 40 rojan zarok û jin berdan, 2 kûr û neviyekî min jî li cem xwe hîştin. Piştî demekê kûrê min yê mezin hat berdan ku YPG guhertina girtiyan bi DAIŞ re kir da ku berdan. Kûr û neviyê min jî li DAIŞ winda bûn. Herî dawî me bihîst ku kurê min Mistefa û neviyê min Mahir hewil dane ku ji girtîgeha Babê derkevin, lê dîsa hatin girtin. Em nizan in ku sax in yan hatin qetilkirin. Jiyan li min kirin mij û duman, li ber çavên min hemû malbat girtin birin, mal wêran kirin û heta çêlekên min qetilkirin. Bi salane ez li benda gahiyekê me, ger ku hatine qetilkirin ez bizanbim û kevir bidim ser dilê xwe. Hêviya min ewe ku beriya ez wefat bikim, agahiyeke zelal li ser kur û neviyê xwe bibihîzim."