Qadirat hewl dide ku jinên Tûnisî xwe ji nû ve ava bikin

Komeleya Qadirat ku li Tûnisê ji bo hêzdarkirina jinên bi destdirêjî û tundiyê re rû bi rû hatine ava bûye, bi riya bernameyên aborî û civakî dibe sedem ku jin xwe ji nû ve ava bike.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Li Tûnisê Komeleya Qadirat ji bo mafên jinan hatiye avakirin. Komele, bi taybetî ji bo sererastkirina qanûnên niheq û cudakar ên ku bandorê li jinan dikin, baştirkirina rewşa jinên Tunisî û pêwendiya bi komeleyên din re, ji bo berfirehkirina çalakiyên xwe, li seranserê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn, dixebite.

Stargeha jinan û bihêzkirina wan a aborî ye

Seroka Komeleya Qedirat Samiya El-Malikî diyar kir ku Komeleya Qedirat çavdêriya rêveberiya stargehek ji bo jinên mexdûr ên tundiyê yên li herêma Mekrînê, li taxên başûrê paytextê dike û got: “Stargeh xwedî kapasîteya 20 jinan e. Hinek ji wan bi zarokên xwe re ne. Her wiha derfetê ji zarokan re dide ku di warê hînbûn û perwerdekirinê de xwe bipêş bixin. Di heman demê de komele destek dide zarokên ku bi tevlîbûnên derûnî re dijîn. Jinên ku neçar dimîn di bin zilm û tundiya mêr de bijîn, ji ber ku aboriya wan a serbixwe nîne wisa dijîn. Ji ber vê yekê em hewl didin ku di warê aborî de destek û alîkariyê bidin jinan da ku bikaribin debara xwe û zarokên xwe dûrî destdirêjî û tundiya mêr, bikin. Her wiha bi jinên ku piştî ji komeleyê derketine û projeyên xwe vekirine re di nava têkiliyan de ne, ji bo ku zehmetiyên ew dibînin bi hevdu re çareser bikin.”

Jinên Tûnisê li dijî zagonên niheq têdikoşin

Samiya El-Malikî derbarê zêdebûna bûyerên tundiyê ku li Tunisê di salên dawî de li dijî jinan zêde bûne û asta bandora wê ya li ser kapasîteya navendê ya ji bo bicihkirina jinên rastî destdirêjiyê hatine de wiha got: "Rastî ev e ku tundî li Tunisê zêde nebûye, lê hişmendiya li ser pêwîstiya ragihandina wê bûye sedema zêdebûna hejmarê. Tundî her û her hebûye û li hemû deverên cîhanê heye, ne tenê bi Tunisê an welatekî din ve sînordar e. Jinên Tunisî ji hin zagonên cudakar û niheq zehmetiyê dikişînin. Me gelek kampanyayên parêzvaniyê dane destpêkirin û hişyariya li ser pêwîstiya sererastkirina wan zêde kirine. Di nav zagonên ku em li ser xebitîne de zagona li ser xwedîtiya hevbeş û zagona damezrandina navendên dermankirina tiryakê li hemû eyaletan hene.” 

Bihêzkirina siyasî ya jinan

Samiya El-Malikî got ku komeleya Qedirat, bi hevkariya Tora Keramayê ji bo pêkanîna projeyek perwerdehiyê ji bo parlamenterên jin û endamên serbixwe yên meclîsên herêmî û xwecihî yên ku cara yekem e di parlementoyê de ne, dixebite û wiha pê de çû: “Perwerde li ser bihêzkirina siyasî wek mijarek sereke disekine û perwerdekirina wan li ser rêbazên argumankirinê, rêbazên pêşkêşkirina mijarê, nîqaşê, hunera axaftina giştî, çawaniya têkiliyê bi temaşevanên xwe re û çawaniya pêşkêşkirina pêşnûmeya zagonan dimeşe.”

Pêşkêşkirina xwedîkirina kesên emir mezin

Samiya El-Malikî derbarê pêşkêşkirina xwedîkirina extiyaran de wiha got: “Em ji bo alîkariya bi extiyaran re dixebitin. Ji ber ku em dizanin gava ew mezin dibin, bi neheqiyê re rûbirû dimînin. Me ew û çend jinên ciwan ên bêkar anîn cem hev da ku hin huneran fêrî wan bikin û ji aliyekî ve bibin çavkaniyek dahatê da ku alîkariya wan di warê lêçûnan de bikin û ji aliyê din ve jî ji tecrîdê derkevin.”