Polîtîkayên Îranê çemên li Sumeh-Sara ziwa kir
Hişkesaliya bêhempa ya li sê çemên Sumeh-Sara ya Îranê hişyariya krîza avê dan. Vê carê li Gîlanê ev rewş derket holê. Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê, herêma herî sûlav a Îranê jî bê av maye.

Navenda Nûçeyan – Krîza avê ya ku berê bi parêzgehên navendî û başûrê Îranê ve sînordar bû, niha gihîştiye Gîlana ku yek ji herêmên herî şil ên Îranê ye. Sê çemên li parêzgeha Sumeh-Sara - Gazgişe, Baglakesh û Siah-Dervîşan bi tevahî ziwa bûne. Vîdeyoyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku çem ewqas ziwa bûne ku mirov motorsîkletan bikar tînin da ku ji çeman derbas bibin ku heta çend meh berê ji hêla qeyîkên herêmî ve dihatin bikaranîn.
Hişyariyên li ser krîza avê bi salan e hatine paşguhkirin
Xelkê Xemmamê ji bo protestokirina qutbûna av û elektrîkê ya dubare dike, li yek ji bajarên herî baranî yên Îranê daketin kolanan. Pisporên jîngehê vê yekê mîna nîşaneyek hawarê ya cidî ya ji bo bakurê Îranê dibînin. Pispor diyar dikin ku hişyariyên li ser krîza avê bi salan e hatine paşguhkirin. Pispor bawer dikin ku koka vê krîzê ne tenê di guherîna avhewayê de ye, di serî de di rêveberiya xirab, polîtîkayên bêbandor û bêkêrhatî ya rêveberiya Komara Îslamî de ye. Biryarên bêprensîb, projeyên veguheztina avê yên bêyî nirxandinên jîngehê hatine pêkanîn, birîna daristanan û nebûna planeke berfireh a rêveberiya çavkaniyên avê, rewşê xirabtir dike.
Avakirina bendavên bê plan heta wêrankirina zeviyan
Zuhabûna çeman li parêzgeha Gîlanê ku bi barana zêde û çavkaniyên avê yên zêde tê zanîn, nîşanek eşkere ye ku krîza avê êdî bi herêmên ziwa yên Îranê ve sînordar nîne. Bi rastî, krîza avê ya niha ya Îranê ne tenê encama kêmbûna baranê ye, di heman demê de encama rasterast a dehsalan a bêhişmendî û xemsariya rêberên wê ye. Ji avakirina bendavên bêplan a di dehsalên dawî de bigre heya wêrankirina zeviyên avî, wêrankirina nebatan û veguhestina avê ya bi nezanî ya ji hewzek bo hewzek din, ev hemû kêmasiya avahiya biryardanê ya Komara Îslamî nîşan dide; avahiyek ku ji pisporan bêtir bi berjewendiyên komên taybet û ewlehiyê ve girêdayî ye.
Gefê li aramiya civakî dixwe
Di bin van şert û mercan de, heta bajarên wekî Sumesara, Rudbar û Astara ku berê gelek av lê hebû, heman aqûbeta Xuzestan, Sîstan û Belûcistanê dijîn: kêmbûna avê, koçberî, nerazîbûna civakî û hilweşîna jîngehê. Û ger ku ev meyla heyî berdewam bike, bê guman hişkesalî û wêrankirina çavkaniyên avê ne tenê pirsgirêkek jîngehê, di heman demê de gefê li aramiya civakî, ewlehiya neteweyî û pêşeroja jiyanê li Îranê jî dixwe.