Polîsên Belçîkayê di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê desteserkirin

Polîsên Belçîka li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin, dest danîn ser kompûter û kel û pelên teknîkî û eşyayên mayîn jî parçe û talan kirin. Polîs ji bo weşana televîzyonê asteng bikin, di serî de kabloyên elektrîk, rejî, komputeran birîn.

Navenda Nûçeyan- Polîsan li ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê weşan dikin de girtin. Zêdetirî 200’an polîsan herêma ku studyoyên televizyonan lê ne dorpêç kirin. Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, dest danîn ser kompûteran. Polîs ji bo weşana televîzyonê asteng bikin, di serî de kabloyên elektrîk, rejî û kompûterê, hemû kablo birîn. Polîsan her der lêgerîn kirin û avahî talan kirin.

Polîsan, deriyê odeya Uplînkê şikandin û ketin hundir û aletên di hundir de jî texrîb kirin. Polîsan her wiha tundî li xebatkarên ewlehiyê yên avahiyê kirin.

Polîs dema ketin hundir wezîfedarên ewlehiyê kelemçe kirin û dirêjî erdê kirin. Polîsan tundî pêk anîn.

Polîs qasî 4 saetan li avahiyê man û piştre bi kel û pelên ku desteser kirine re ji studyoyê çûn.

Di dema serdegirtinê de, li bajêr cihê ku studyo lê ne, ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Zêdeyî 200 polîs tevlî serdegirtinê bûn, di nav wan de polîsên rûgirtî û sivîl jî hebûn.