Polîsan êrîşî seyrana 4’ê Nîsanê kir: Sebahat Tuncel hate binçavkirin
Polîsan, êrîşî seyrana li Stenbolê bi boneya roja jidayîkbûna Abdullah Ocalan dihate lidarxistin kir. Di êrîşê de tevî Sebahat Tuncelê 4 kes hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Platforma Saziyên Demokratîk, bi boneya sala 77’an a roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qeraxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê seyran hat kirin. Hêj di saetên serê sibehê de gelek jin, zarok û ciwan çûn qeraxê. Gelek polîs sewqî cihê seyranê hatibûn kirin û girseyê sifreya xwe danî.
Lêbelê demek piştre polîsan êrîşî girseyê kir. Gelek kes di êrîşê de hatin derbkirin û birîndarkirin. Hat zanîn ku siyasetmedar Sabahat Tuncel jî di nav de 4 kes hatine binçavkirin. Polîsan, di êrîşê de da ser sifreyê. Zarokên ji ber tundiya polîsan tirsiyayîn giriyan. Piştî welatiyan bertek nîşan dan, polîsan xwe paşve kişand û beşdaran seyrana xwe domand.