Polîsan êriş bir ser çalakiya ji bo Filistinê ya li Zanîngeha Amsterdamê

Polîsan êrîş bir ser çalakiya ji bo piştgiriya Filistînê ya li Zanîngeha Amsterdamê. Hat hînbûn ku di mudaxaleyê de gelek xwendekar hatine binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakiyên ku li zaningehên DYE destpêkir li gelek zaningehên Ewropayê belav bû. Li Hollandayê xwendekar ji bo piştgiriya xwe ya bi Xezayê re bidin nîşandan, li kampûsa Zanîngeha Amsterdamê qamp ava kirin.

Xwendekarên ku li kampûsa Roeterseilandê bi kon vedanê qamp ava kirin, daxwaz kirin ku rêveberiya zanîngehê bi saziyên girêdayî Îsraîlê re kar neke. Piştî 16 seatên çalakiyê polîsan mûdaxaleyê xwendekaran kir. Hinek xwendekar hatin binçavkirin.