Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinan: Bila aliyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyek
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûr bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da banga rewşenbîran a ji bo yekîtiya netewî.
Navenda Nûçeyan –Di 19’ê Adarê de projeyek netewî bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya netewî ya gelê Kurd bi dirûşmeya “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” hate destpêkirin. Piştigirya ji bo vê pêngavê her ku diçe zêdetir dibe.
Di vê çarçoveyê de Platforma Yekitiya Netewî ya Jinên Kurd-Başûr bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da projeya ji bo yekitiya netewî.
‘Di asta berpirsiyariya dîrokî de yekgirtî bin’
Platformê bi bîr xist ku herêm di gelek guherînên siyasî, nakokiyên herêmî û navneteweyî re derbas dibe û wiha domand: “Her wiha plansaziya dagirkeran ji bo lewazkirina statûya siyasî û erdnîgariya Kurdistanê û êrîşên komên tundrew bo ser axa me berdewam in. Di demeke wiha de, hejmarek niştimanperwer û rewşenbîr, ji bo parastina ax, ziman û neteweya me, bang li tevahiya xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî dikin ku di asta berpirsiyariya dîrokî de yekgirtî bin.”
‘Dibe ku di pêşerojê de hemû axa me bibe qada şer’
Platformê destnîşan kir ku rola Kurdan a li herêmê pir hêja ye û wiha pê de çû: “Bi nirx û girîng e, lê alozî zêdetir ber bi kûrahiya axa Kurdistanê ve diçe û qurbaniyên zêde li pey xwe aniye. Bi vî rengî dibe ku di pêşerojê de hemû axa me bibe qada şer. Erk û berpirsiyariya me ji bo parastina destkeftiyên bi dest ketine û gihîştina bi armancên neteweyî, pêdivî bi helwesteke zelal û birêxistinkirî heye.”
‘Bila aliyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyek’
Platformê ragihand ku ew jî destek didin vê banga dîrokî û di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Divê gavên pratîkî bên avêtin û hêzên Pêşmerge di çarçoveya artêşeke niştimanî ya yekgirtî de bibin yek. Em daxwaz dikin ku aliyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyekî û mala Kurdî yek bikin. Her wiha em piştgiriya xwe ji bo mayîna hêza jinan li Rojava û yekrêziya hêzên Rojhilatê Kurdistanê dubare dikin, ji ber ku plansaziya dagirkeran tenê bi yekrêziyê têk diçe.”