Plana vegera ji bo Efrînê hate nîqaşkirin

Di çarçoveya pêkanîna peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şam de, planên vegera ewle ya penaberên Kurd ên ji Efrîn, Heleb û Reqayê hatin zelal kirin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya pêkanîna peymana 29`ê Çileyê ya QSD û Şamê de, fermandarên Hêzên Ewlehiyê (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn), fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Helebê Suraqa Emûrî çûn bajarê Efrînê. Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya vegera koçberên Efrînê de bi rêveberiya bajarê Efrînê re civiyan.

Hûrgiliyên vegera ji bo Efrînê

Di hevdîtinan de planeke guncaw ji bo vegera koçberên Efrîn hat gotûbêjkirin. Biryar hat dayîn ku destpêkê karwaneke koçberan vegere Efrînê, li gorî lîsteya navan ku ji rêveberiya Efrînê re hatiye şandin. Ev lîsteya navan, ji hêla Komeleya Civakî ya Efrînê û Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ve hatiye amadekirin, di lîsteyê de zêdetirî 400 malbat hene.

Dîroka derketina karwanê yekem hîn nehatiye destnîşankirin, lê hemû aliyan li ser destpêkirina vegerê di zûtirîn demê de li hev kiriye.Her wiha di hevdîtinan de hat diyarkiirin ku divê niştecihên ku di dema dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de li Efrînê diman, vegerin bajarên xwe û mal, erd û dikanan li xwediyên wan ên resen vegerînin.

Serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn) li gel fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî, serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.

De serdanê de mijara vegera xelkê her du taxan bo malên xwe hat gotûbêjkirin, her du aliyan li hev kir ku di demên pêş de hevdîtinên xwe dewam bikin.

Rewşa Kurdên li Reqayê

Di çarçoveya hewldanên berdewam ên vegerandina koçberan bo malên wan de, şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi parêzgarê Reqayê re hevdîtin pêk anî.

Piştî gera xwe ya li Efrîn û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Merwan El Elî û Mehmûd Xelîl bi parêzgarê Reqayê Ebdulrehman Selame re civiyan. Di civînê de rewşa ewlehî û xizmetguzarî ya Reqayê, her wiha rewşa Kurdan a li herêmê hat gotûbêjkirin. Li gorî nûçegihanê ANF’ê ku serdanan şopand, her du alî gihaştine biryarekê ku komîteyeke hevbeş di navbera her du aliyan de ava bikin, ji bo vegera ewle ya Kurdan bo malên xwe yên li Reqayê.

Bi hezaran koçberên ji Efrîn, Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê di stargehan de dijîn.

Ev serdan û gerên ewlehiyê gaveke ji bo pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê, bi taybet ji bo mijara vegera koçberên Kurd ji bo cih û warên xwe yên li Efrîn, Heleb û Reqayê ye.

Xalên serekê yên plana vegerê wiha ye:

“*Li gorî lîsteya navan ya hatiye diyar kirin karwanên vegerê bi awayekê organîzekirî bê rêkirin.

* Divê ku kesên anîne li herêmê bi cih kirine werin derxistin, mal û milkên şêniyên wan herêman careke din bikevin dest wan

*Ji bo vegera ewle komîteyên têkildar xebatên xwe dewam bikin.

*Ji bo pêkanînê jî civîn û hevdîtin berdewam bikin.”