PKK’ê agirbest îlan kir
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku tevli banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibin, dê tiştên pêwîst pêk bînin û agirbest îlan kir.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî banga 'Civaka Aştî û Demokratîk' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da.
Naveroka daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê ya têkildarî banga Rêber Apo ya bi sernavê “Ji Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re” bi vî rengî ye:
“Daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê ya bi sernavê “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk”, rêya hemû hêzên azadî û demokrasiyê ronî dike û weke Manîfestoya Serdemê ye. Ji bo ku li gelê me û mirovahiyê manîfestoya civaka demokratîk zêde kiriye, em bi rêzdarî Rêber Apo silav dikin.
Li gel Banga berbehs diyar e ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî dest pê kiriye. Ev yek dê bandoreke mezin li pêşketina rêveberiya demokratîk û jiyana azad a li seranserê cîhanê bike. Girêdayî vê yekê berpirsiyarî dikeve berê me hemûyan; divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bi cih bîne.
Bêguman kirina bangeke bi vî rengî gelekî girîng bû; a niha pêkanîna naveroka wê ya bi awayekî serkeftî jî gelekî girîng e. Em weke PKK’ê bi awayekî rasterast tevlî naveroka Banga berbehs dibin û diyar dikin ku em ê li gorî pêwîstiyên Bangê tev bigerin û wan bi cih bînin. Lê belê ji bo serkeftinê jî divê şert û mercên siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî jî werin dabînkirin.
Pir eşkere ye ku PKK, bû tevgera heqîqet û lehengiyên mezin ên nîvsedsala dawîn a Kurdistanê. Her tişt bi têkoşîneke mezin a lehengî, fedekarî, berdêl û keden mezin hatin bidestxistin. Em hemû şehîdên leheng ên vê têkoşîna azadiyê bi rêz, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. A niha em bi heman ruh û baweriyê destkeftiyên dîrokî yên berbehs derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê dibin. Hişmendiya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye û tecrûbeya mezin a PKK’ê afirandî, başî, rastî, bedewî û hêza rêvebirina têkoşîna azadiyê ya bi rêya siyaseta demokratîk dide gelê me.
Di vê çarçoveyê de, ji bo ku Banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk pêk were, em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin. Bi qasî ku li hemberî me êrîş çênebin, dê ti hêzên me çalakiyên çekdarî li dar nexin. Her wiha pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e.
‘Divê şert û mercên azadiya fîzîkî, jiyan û xebata azad werin dabînkirin’
Her wiha em amade ne ku li gorî daxwaza Rêber Apo kongreya partiyê li dar bixin. Lê belê ji bo pêkhatina vê divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê jî divê Rêber Apo bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Heta niha li gel hemû xeta û kêmasiyan me rêveberiya şerî kir; lê belê bes Rêber Apo dikare rêveberiya Serdema Aşitî û Civaka Demokratîk bike.
Rastiyên şênber pir eşkere nîşan didin ku ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serketî pêk were, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser esasê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo pêşxistina tevgera demokrasiya kurevî, divê şertên Rêber Abdullah Ocalan ên ku karibe bi awayeke fizîkî azad bijî û bixebite bên mîsogerkirin, hevalên wî jî di nav de karibe bê astengî bi kesên ku dixwaze re têkiliyê çêbike. Em hêvî dikin ku pêwîstiyên vê yekê ji aliyê saziyên pêwendîdar ên dewletê ve bên bicihanîn.
‘Bang ne ya dawî ye destpêkek nû ye’
Gel û dostên me yên hêja!
Banga Rêber Apo teqez ne ya dawî ye, berevajî vê destpêkek nû ye. Weke ku di daxuyaniyê de pir balkêş tê gotin û bi awayekî eşkere radixe berçavan ku tiştên ku divê di 35 salên dawî de û bi taybetî di van 20 salên dawî de bihatana kirin, lê bi qasî tê xwestin di dema xwe de nehatin kirin, niha divê teqez bên kirin. Di vî warî de pêwîst e Banga Rêbertiyê, sedemên wê, taybetmendî û erkên pêvajoya nû ya ku daye destpêkirin rast û têr bê fêmkirin û divê pêwîstiyên wê serketî pêk bînin. Divê bi berpirsyarî û cidiyeteke mezin nêzî naveroka bangê bibin û gelekî girînge ku li her qadê bi awayekî serketî were bicihanîn.
Em ji bîr nekin ku barê herî mezin Rêber Apo her tim hilgirtiye ser milê xwe, rêya me ronî dike û pêşengiya me dike. Niha bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' gaveke nû davêje û ji bo hemû bindestan bi taybetî jin û ciwanan pêvajoyeke nû ya têkoşînê dide destpêkirin. Ji ber vê yekê em taybetmendiyên vê pêvajoya nû rast fêm bikin û li ser esasê ku her tim li hemberî her cure sextekarî û êrîşan amade bin, erkên wê bi serketî bi cih bînin. Em rêxistinbûna xwe ya demokratîk û têkoşîna xwe ya azadiyê li her qadê bi cesaret û fedakariyeke mezin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê geş bikin. Divê em hemû ji bo serketina Banga Rêbertiyê xwe berpirsyar bibînin.
‘Xurtir xwedî li 8'ê Adarê û Newrozê derkevin’
Va ye, em ketin meha Adareke nû û kelecana 8'ê Adarê û Newrozê dijîn. Em Şoreşa Azadiya Jinê li ser bingeha Jineolojiyê pêş dixin û li ser xeta Şaristaniya Demokratîk jiyana civaka exlaqî û polîtîk bi rêxistin dikin. Em hewl didin heqîqeta Apoyî bi awayekî rast û têr fêm bikin û şoreşa heqîqetê ku şoreşa zihniyet û şêwazê jiyanê ye pêş bixin. Banga Rêber Apo ya dawî di eslê xwe de banga xurtir xwedî li 8'ê Adarê û Newrozê derkevin û bi kelecaneke mezin pîroz bikine. Ji her kesî zêdetir divê jin û ciwan vê Bangê rast fêm bikin, bi xurtî xwedî lê derkevin û pêdiviyên wê bi cih bînin.
Li ser van esasan em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar û Newrozê li hemû jin û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê xwedî li banga Rêbertiyê derkevin û li her qadê têkoşîna azadiyê geş bikin!
Bijî Pêşengê Qehreman ê Gelê me PKK!
“Bijî Rêber APO !”