Piştî Newroza Amedê 126 kes hatin binçavkirin
Piştî Newroza Amedê herî kêm 126 kes hatin binçavkirin.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/03/20240321-823x463cc-gozaltiii-jpg91508a-image.jpg)
Amed – Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Parqa Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê şûnde gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine girtin nav de zarok jî hene herî kêm 126 kes hatine binçavkirin û birine Midûriyeta Polîs Okulu ya navçeya Rezan.