Piştî biryara FIFA’yê Tîma Fotbulvanên Jin ên Efgan ji nû ve derket qadê
Futbolvanên jin ên Efgan ku piştî biryara FIFA’yê di maçên fermî de mafê temsîlkirina welatê xwe bi dest xistin, piştî Talîban hat ser desthilatdariyê cara ewil wekî tîma tam li hev kom bûn.
Navenda Nûçeyan – Piştî ku FIFA'yê di meha Nîsanê de biryar da jinên Efgan ên li derveyî welat dikarin welatê xwe bi fermî temsîl bikin, gava pêşîn hat avêtin û tîma jinan careke din derket qadê.
Tîma futbolê ya 23 kesan, ji bo lîstina maça amadekariyê ya li beramberê Giravên Cook çû Zelandaya Nû. Futbolvanên jin, piştî biryara FIFA’yê dê maça xwe ya ewil bilîzin.
Tîma jinan, berê hewceyê erêkirina Federasyona Futbolê ya Efganistanê bû. Lê belê ji ber ku di rêveberiya Talîbanê de ji jinan re werzîş hatibû astengkirin, derketina wan a li qadê ne pêkan bûye. Tîma neteweyî ya futbolê ya jinan a di sala 2007’an de hat avakirin, nekaribû derkeve maçan. Lîstikvan ji bo bicîhkirina welatên mîna Avustralya, Îngilistan û Portekîz hatin tehliyekirin.
Werzîşvanên jin, di encama kampanyayên bi salan de, di bin navê Yekîtiya Jinên Efganistanê de hatin naskirin. Bi saya biryara FIFA’yê êdî şansê beşdarbûna pêşbirkên navneteweyî yên wekî Olîmpiyat û Kûpaya Cîhanê bi dest bixin. Jinên ku weke penaber dijiyan, di 5 salên borî de ji bo antrenmanan weke tîmek zehmetiyan dijiyan. Her wiha nikaribûn belgeyên rêwîtiyê jî bistînin.