Piştî 8 salan Efrînî vegeriyan malên xwe

Efrîniyên ku beriya 8 salan bi darê zorê hatin koçberkirin, di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD’ê û hikûmeta demkî hat îmzekirin de vegeriyan ser cih û warên xwe.

Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, Efrîniyên ku beriya 8 salan bi zorê hatin koçberkirin û li herêma Cizîrê bi cih bûbûn koma yekemîn vegeriya cih û warên xwe.

Koma yekem gihîşt Efrînê

Koma yekemîn a koçberên ji Efrînê ku ji 400 malbatan pêk tê, bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelîl û ji fermandarên Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah û hejmareke berpirsên hikûmetê yên girêdayî vê dosyayê duh ber bi warê xwe ve bi rê ketibûn

Karwanê koçberan ji sedan wesayîtan û otobusên taybet ên Meclîsa Koçberên Efrîn-Şehbayê û Parastina Sivîl a Sûriyeyê pêk tê di bajarên Reqa, Tebqa û Helebê re derbas bûn û di saetên berbanga îro de gihîşt Efrînê.

Yên mane dê heta Newrozê vegerin

Koma piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê, ji aliyê xelkê Efrînê ve bi stran û dahol û zirneyan bi girseyî hat pêşwazkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di 7’ê Adarê de ragihandibû ku dê koma yekem a koçberên Efrînê yên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê 9’ê Adarê ji Cizîrê ber bi Efrînê ve birê bikeve.

Mehmûd Xelîl ku bi komê re bû, ji çapameniyê re got: xebat ji bo vekirina korîdoreke bi ewle ber bi Efrînê ve di nava 3 rojan de, tên kirin û hewldanên vegera hemû koçberan beriya Newrozê, berdewam dikin.