‘Piştgirî û hişyariya civakê bingeha parastinê ye’

Jinên bajarê Hesekê xebata Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê pêşwazî kirin û gotin ku ev yek dê bi piştgiriya gel misoger bibe û gotin: “Xweparastin erka hemû kesan e.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di dema ku li Rojavayê Kurdistanê hewldanên belavkirina tevlihevî, nearamî û tirsê di nava civakê de didomin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Hesekê dest bi girtina tedbîrên ewlehiyê kirin. Ev gav weke bersivek li hemberî zêdebûna bûyerên sûcdarî û hewldanên têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê tê nirxandin.

Tedbîrên ewlehiyê ji bo kêmkirina sûc û binpêkirinan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 3'ê Hezîranê de bi daxuyaniyek ragihandin ku li bajarê Hesekê dest bi pêkanîna tedbîrên ewlehiyê yên xut kirine. Li gorî daxuyaniyê, armanc bi van tedbîran kêmkirina sûc, binpêkirin û parastina ewlehiya giştî ye.

Her wiha tedbîrên ewlehiyê yên xurt ji bo kontrolkirina hemû binpêkirinên ku ewlehiya civakê û ewlehiya welatiyan dixe xeterê ne. Di nava tedbîran de rêkxistina trafîkê û qedexekirina motosîkletên ku li dijî biryarnameyên berê tên bikaranîn jî hene.

Têkildarî vê mijarê rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mala Elî diyar kir ku herêm demek dijwar  ji ber şer derbas kiriye û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hêzên leşkerî re ji bo parastina herêmê û berxwedanê li hemberî gefan piştgirî dane.

Mala Elî got ku di encama van şert û mercan de gelek tor û kesayetiyên sûcdar ku armanca wan dizî, sûcdarî û têkbirina aramî û îstîqrara herêmê bûye, hewl dane ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.

‘Jin di parastina ewlehî û aramiyê de roleke bingehîn dilîzin’

Mala Elî bal kişand ku parastina ewlehiya herêmê û gel erkeke exlaqî û neteweyî ye, li ser milên wan û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em zarokên vî gelî ne, ji ber vê yekê me tedbîrên ewlehiyê zêde kirin."

Mala Elî tekez kir ku jin di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de roleke girîng di warê parastina ewlehî û aramiyê de dilîzin û tekez kir ku ewlehî, aramî û parastin bingeha jiyana civakê ne.

Banga ji bo hişyarî û xweparastinê

Mala Elî destnîşan kir ku hemû beş û yekîneyên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn niha di rewşa amadekariya ewlehiyê ya bilind de ne û wiha dawî li axaftina xwe kir: "Parastina ewlehî û aramiyê berpirsiyariya hemûyan e. Divê em li benda parastina kesek nemînin. Pêwîst e em bi hev re bajarê xwe biparêzin û yekîtiya xwe bihêz bikin da ku siyaseta nearamî û tevliheviyê têk bibin. Parastin ji bo her kesê weke nan û avê ye. Bê ewlehî jiyan nadome. Em bang li her kesê dikin ku hişyar bin û berpirsyariya xwe pêk bînin."

‘Kes û komên ku dixwazin bêîstîqrarî û xirabiyê belav bikin şer wekî fersendek ji bo xwe bikar anîn’

Têkildarî tedbîrên ewlehiyê yên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn digrin, jinên bajarê Hesekê piştgiriya xwe diyar kirin û spasdariya xwe ji bo hewldanên parastina herêmê û misogerkirina ewlehî û aramiyê anîn ziman.

Şêrîn Hesen, a li bajarê Hesekê dijî, tekez kir ku êrîşên dawî yên li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, bûne sedema zêdebûna tevlihevî, dizî û hwd. û wiha axaftina xwe domand: "Li Hesekê gelek bûyerên dizî, revandin, kuştin û bûyerên din çêbûn. Beriya van êrîşan bajarê me bajarêkî bi ewle bû lê niha wisa nîn e. Kes û komên ku dixwazin bêîstîqrarî û xerabiyê belav bikin, van şertan wekî fersendek ji bo xwe bikar anîn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi erka xwe radibin û niha şev û roj ji bo parastina ewlehiyê dixebitin. Ev kar ne tenê berpirsiyariya asayîşê ye; pêwîst e em jî wekî gel alîkariya hêzên ewlekariyê bikin da ku rê li ber siyasetên tevlihevî û bêîstîqrariyê bigrin."

‘Ji bo parastina ewlehiyê divê her kes berpirsiyariya xwe nas bike’

Di heman çarçoveyê de, Leyla Ead yek ji pêkhateyên Ereb ê bajarê Hesekê ye, anî ziman ku parastina ewlehiyê berpirsiyariya hemû endamên civakê ye leyla wiha got: "Ev pêvajoyeke divê her kes xwe biparêze û berpirsiyariya xwe nas bike. Ev demek gel di nava tirs û metirsiyê de dijî lê piştî van tedbîrên ewlehiyê hestek ji rehetiyê vegeriya nav civakê. Em spasiya Hêzên Ewlekariyê Hundirîn dikin û piştgirî didin wan, ji ber wê şiyarî û tedbîr girtin pir girîng e û pêwîst e her kes li mal û taxa xwe hişyar be."