Piştevaniya çapemeniyên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa ji bo ajansa me NûJINHA

Saziyê medyayê yên Rojhliata Navîn û Bakûrê Efrîqa, rojnamevan, aktivîstên mafê jinan û saziyên medyayê piştgiriyek berfireh dan ajansa me NûJINHA. Ên destek dane diyar kirin ku parastina NûJINHA’yê parastina azadiya îfadeyê mafê gihandina agahiyên jinane

Navenda Nûçeyan – Êrîşên sîber û gefên li dijî ajansa me, NûJINHA, di çapemeniya Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa de bû rojev û bi berfirehî cih girt. Di nav de Maghribiyat a navend Mexrîb, Sada Al-Shaab a li Urdunê û Al-Awwal a li Yemenê, weşanê dike û Yekîtiya Ragihandina Azad a Jin (YRJ), platformên medyayê yên Rojava yên cûda, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle-Firat û JINNEWS û gelek saziyên medyayê, êrîşên li dijî binesaziya dîjîtal a ajansa me û gefên li dijî karmendên me kir nûçe û şermezar kirin.

Di nûçeyên hatine weşandin de hate diyarkirin hedefgirtina rêxistinek medyayê ya ku balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan ne tenê êrîşek li ser saziyekê ye, di heman demê de gefek li ser azadiya çapemeniyê û dengê jinan e jî.

Nûçeyên di saziyên medyayê yên li Mexrîb, Urdun û Yemenê hatî weşandin de nîşan dide ku hevgirtina herêmî li dijî êrîşên li ser ajansa me zêde dibe û bangên ji bo helwestek hevpar li dijî gefên li ser rojnamevanan xurt dikin.

Parastina rojnamegeran, parastina demokrasiyê ye

Piştî êrîşa sîber, gelek parêzvanên mafên jinan, çalakvan û rojnamevanan daxuyaniyên piştgiriyê ji bo ajansa me dan.

Endama Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê Cîhan el-Luwatî, diyar kir ew piştgiriya tam dide hemû rojnamevanên NûJINHA’yê û got: “Hedefgirtina saziyek a medyayê ya ku balê dikişîne ser jinan ne tenê êrîşek teknîkî ye, hewldanek sîstematîk ji bo bêdengkirina dengên ku ezmûn û têkoşînên jinan di navenda vegotina giştî de datîni ye.” Cîhan El-Luwatî her wiha got ku rojnamevanên NûJINHA ‘rojnamegeriyeke kûr vegotinên serdest red dike’ ne.  Tekez kir ku parastina rojnamevanên jin rêgeza bingehîn a parastina azadiya derbirînê û projeya demokratîk e.

‘Ev êrîş, li dijî mafê jinan ê gihîştina agahiyane’

Aktivîsta civaka sivîl a Iraqî Suheyla el-A'sem êrîş şermezar kir û got: “Hewldanek  ji bo bêdengkirina dengê jinan û hedefgirtina rojnamegeriya azad û serbixwe ye. NûJINHA di eşkerekirina tundî, zordarî û polîtîkayên cudakar ên li dijî jinan de roleke girîng dilîze. Êrîş her wiha mafê jinan ê gihîştina agahdariyê dike hedef. Dengê jinan, tevî her tiştî, dê azad bimîne.”

‘Baweriya tame dê ajans vê êrîşê derbas bike’

Rojnamevan ji Suweyda Sham Nefa piştgiriya xwe ya tam a bi ajansê re anî ziman û diyar kir ku NûJINHA dengek girîng ê jinên li Suweydayê ye û beşdarî ragihandina rast a pirsgirêkên jinan li herêmê dibe û got: “Êrîş dê bandorê li mîsyona medyayî ya ajansê neke, piştgiriyek berfireh ji rojnamevan û kesên ku bi pirsgirêkên jinan ve mijûl in hate. Bawer dikim ku ajans dê binesaziya xwe ya dîjîtal ji nû ve ava bike da ku xurttir û pêşketîtir be.”

Mamosteyek ji Yemenê ku zêdetirî 15 salane mamostetî dike, Fatîma Hejar wiha got:

“Wek mamosteyek ku êşa qelsiya mafan kişandiye û dikişîne, min platformek din a nêzîkî me wek ajansa Nûçeyan a Jinan nedîtiye, ku di dema xwepêşandan û xwepêşandanên ku me li meydanan lidar xistin de rûmeta me parast û êşên me ronî dike.”

Fatîma Hejar wiha domand: “Îro, dema ev ajans rastî êrîşeke sîberî ya xayîn hat, ne tenê malperek bû hedef, dengê me jinan jî bû. Ev êrîş bedela serkeftinê û wêrekiya gotina rastiyê ye. Ez bi tam piştgiriyê didim hemî karmend û rojnamevanên ajansê. Hûn di demên zor de bûn dengê me; îro em li kêleka we ne û piştgiriya xwe ya bê şert û merc radigihînin.”

Ji saziyên medyayê yên herêmê destekên berfireh

Van saziyan diyar kirin ku êrîş ‘êrîşek li ser azadiya medyayê û mafê derbirîna jinan’ bû û banga parastina saziyên medyayê yên serbixwe yên jinan ku di şert û mercên hesas de dixebitin kirin.

Tevî êrîşê, rêveberiya NûJINHA ragihand ku xebata edîtorî bênavber didomînin û her bi biryar e ku mîsyona xwe ya medyayî û civakî bidomîne. Rêveberiyê her wiha destnîşan kir ku dengê azad ê jinan bi hêsanî nayê bêdengkirin.