Pirtûkxaneya Berhemên Jinan bi daneheva 35 salan digihîje xwendevanan
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda agahiyan, bi navê ‘Arşîvtî’ ku 3 mehê carek were weşandin, bi bultena hatiye amadekirin a kombûna 35 salan bi xwendevanan re hatin ba hev.

Stenbol – Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda Agahiyan, ragihand ku têkildarî danehevna 35 salî ya hilberandina agahiyan, têkoşîn û dîroka jinan bi weşanek nû ya dîjîtal berfireh kiriye. Bultena nû ya ku bi navê ‘Arşîvtî’ hatiye amadekirin, ji bo ku bîra femînîst biteyîsîne û şopên ku jinan ji berê ve heta niha anîne hedef dike ku belge bike û zêde bike.
Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Navenda Agahiyan (KEKBMV) li Tirkiyeyê yekem pirtûkxaneya navenda arşîvê ya jinan e. Weqfa li Tirkiyeyê û berhemên aydî jinan û der barê jinan de, bi armanca parastina belgeyan û ragihandina nifşan xebatê dide meşandin, berê bi weşanên wek bultenên ‘Nûçeyan’ (1991-2002) û kovara ‘Hişê jinan’ (2004-2006) xebatên arşîvtî ku balê dikşînin ser jinan bi civakê re parve kirin. Bi xebatên arşîvê û kevneşopiya weşanê dibin qada dîjîtalê.
Arşîvtî her 3 mehan carek wê bi xwendevanan re were ba hev
Arşîvtiya ku her sê mehan carekê wê were weşandin, ne tenê geşedanên heyî, dîroka tevgera jinan, awayê rêxistinbûnê, hilberîna çandî û belgeyên arşîvî jî digre nava xwe. Di her hejmarê de belgeyên arşîv, nivîsên mêvan, nasandina pirtûkan û ji hilberînên kolektîf şop cih bigrin. Di hejmara yekem a bultenê de hinek sernavên ku derbikevin pêş wiha ne:
* Ji Fîgen Şakaci li ser ‘Zayenda çalakiyan’ vegotinek şexsî.
*Portereyek berfireh a Amy Poehler têkildarî nêzîkatiyên kenok ên femînîst.
*Lêkolînek bi hûrgulî ya Şîrîn Tekelî têkildarî arşîva wê ya taybet.
* Pencereyên bi beşa ‘mêzekirina rojane’ ya roja îro ya jinan.
*Bi afîşên tevgera jinan zimanê dîtbarî yê hafizayê.
*Di albumên malbatê de nêzîkatiyek belgesel têkildarî hebûna jinan.
*Nasandina pirtûkên ‘40 jin, 40 jiyan’ û ‘Hişê Mor.’”
Hejmara yekem ku bi sûddayîna Aslî Alpar bi Îllustrasyonê xêz dike û desteka bernameya fikirîna sivîl a Yekîtiya Ewropayê weke kedeke kolektîf bi xwendevanan re tê ba hev.
Bi vê lînkê hûn dikarin xwe bigihîjînin hejmara yekem: https://kadineserleri.org/arsivlik-sayi1/