Pirtûka ‘Kurdistan Dilê Tevgera Jinan e’ li Kolombiyayê ye

Pirtûka ‘Jin jiyan azadî-Kurdistan Dilê Tevgera Jinan’ ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve bi felsefeya jineolojiyê hatiye amadekirin, li Kolombiyayê gihîşt destên xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya xebatên Jineolojî yên Enstîtuya Andrea Wolf de hevpeyvînên ku bi jinên di nava Tevgera Azadiya Jinan de ne û di heman demê de pêşengî ji Şoreşa Jinan a Rojava re kirine, bi navê “Jin jiyan azadî-Kurdistan Dilê Tevgerên Jinan e’ bû birtûk û gihîşt destên jinên li Kolombiyayê.

Di çarçoveya projeyê de herî dawî li Îspanyayê çalakiya hevdîtina bi xwendevanan re hatibû lidarxistin û niha jî li Kolombiyayê didome. Pirtûka bi navê “Mujer, Vida, Libertad (Jin Jiyan Azadi)" gihîşt destên xwendevanên xwe û danasîna wê ji aliyê gelek jinan ve hat kirin.

Pirtûka bi navê “Jin jiyan azadî-Kurdistan Dilê Tevgerên Jinan e” ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve hatibû amadekirin; ji hevpeyvînên jinên di nava tevgera azadiya jinên Kurd û di nava Şoreşa Jinan a Rojava de hatine kirin pêk tê.