Pirtûka biyografiya ‘Mihrî Daykim’ hat nasîn

Pirtûka biyografiya ‘Mihrî Daykim’ a nivîskar Arezû Abdulxailq hat nasandin. Aezû Ebdulxaliq got: “Dixwazim dengê jinên k udi civakê de, pêşeng, welatparêz û şervan in ragihînim me hemûyan dît li Rojava çawa şervanan parastina niştîmanê kir.”

Silêmanî – Rêxistina Geşepêdana Medenî ‘CDO’ bi havkariya navenda çandê, çalakiyek wêjeyî-çandî ji bo nasandina pirtûka ‘Biyografiya Mihrî Daykim’ hate lidarxistin. Di danasînê de nivîskar Arezû Abdulxaliq, hejmarek wêjenvan, rexnegir û xwendekar amade bûn û behsa naverok, fikir û girîngiya pirtûkê hat kirin.

Nivîskara boyografiya ‘Mihrî Daykim’ Arezû Abdulxaliq di danasîna pirtûka xwe de wiha got: “Bi biyografiya Mihrî Daykim, behsa dayîk, xwişk û birayên xwe dikim lê belê navê wan tê de nîn e, ji ber min xwest giştî be ji bo hemû kesan be, ji be ku her kesê bixwîne xwe tê de bibîne. Kesê bixwîne weke dayîka xwe bizanibe.”

‘Pêdiviya me bi yekdengiyê heye’

Profesor Faruq Qeredaxî got: “Pêwistiya me bi yekdengî, heman fikir û rengan heye. Ev biyografî behsa taybetmendiya dayîka Kurd bi fikrên xwe, zimanê xwe û biyografiya xwe dike. Vê biyografiyê di wêje û hunerê de tiştek nû ye. Nivîskar Arezû, ne tenê ji bo dayîka xwe, ji bo hemû dayîkan nivîsandiye. Ji ber hinek peyv hene tenê ew kesên li wê cihî ne dizanin.”

‘Dixwazim dengê jinê bigihînim’

Arezû Abdulxaleq piştî danasînê ji ajansa me re têkildarî pirtûka xwe axivî û got: “Biyografiya Mihrî daykim, me pêşkêşî jinên ku hevjînên xwe zû winda kirine û zarokên xwe bi tenê mezin kirine kir. Armanca min ew e û dixwazim dengê jinan bigihînim. Jin her dem di civakê de pêşeng in, mamoste ne, welatparêz û şervan in. Me hemûyan dît ku li Rojava çawa şervan çûn parastina niştîmana xwe kirin. Dengê jinan divê di nivîs û biyografiyan de hebe. Divê em hemû rola jinan bibînin.”