'Peyv di rûbirûbûna krîz û pirsgirêkan de çeka rojnamegeran e '
Rojnamevana Lîbyayî Fatimê El-Mucberî qala kêşeyên ku rojnamegerî li Lîbyayê pê re rûbirû dimînin kir û got: “Tevî zextan rojnamevan peyamên xwe dighînin cîhanê.

HINDIYÊ EL-EŞÊBÎ
Binxazî- Karê medyayî û rojnamegeriyê li Lîbyayê hê jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye. Ev jî bandorê li xebatkarên wê û mijarên cûrbicûr ên ku ew li ser dixebitin, dike. Ev pirsgirêk rewşa ewlehiyê, helwestên siyasî yên saziyên medyayê û rojnamevanan, zagonên ku ji bo hevahengiya bi serdema heyî û amûrên wê yên teknolojîk re guhertinên bilez hewce dikin, dihewîne.
Ji hêla Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Netewên Yekbûyî (UNESCO) ve ji bo bîranîna pejirandina Danezana Windhoekê ya dîrokî, di civînek rojnamevanên Afrîkî de di 3'yê Gulana 1991'an de ev roj weke Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê hate îlankirin.
‘Tevî zextan peyamên xwe dighînin cîhanê’
Rojnamevan Fatimê El-Mucberî ku ev 9 sal in di warê radyo û rojnamegeriyê de dixebite wiha dibêje: "Rojnamevanên jin ên Lîbyayî şervan in, ku bi gelek pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî re rûbirû ne. Tevî van zextan ew dikarin bi riya mijar û pirsgirêkên netew û welatên wan pêşkêş bikin û peyamên xwe bighînin cîhanê. Gelek rojnamevanên jin hatin girtin û alavên wan ên rojnemgeriyê dema karê xwe dikirin jî hatine desteserkirin. Tevî pêşketina Lîbyayê ya di hinek xalên azadiya çapemeniyê de jî, rojnamegerên wê bi zehmetî û kêşeyan re rûbirû dimînin."
‘Lîbya bûye "Xala reş" ji bo medyayê’
Fatimê El-Mucberî balkişand ser rapora Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor a di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya 2024'an de ku vê paşê weşandine. Fatime bi bîr xist ku ev rapor nîşan dide ku Lîbya di nav 180 welatan de, di rêza 143'emîn de ye û ji rêza 149'emîn a par, şeş rêzan pêş de çûye. Raporê diyar kir ku Lîbya ji bo medyayê bûye "Xala reş" .
‘Divê rojnamegerî li Lîbyayê ji nû ve bê organîzekirin’
Fatimê El-Mucberî kêmbûna azadiya çapemeniyê ya li Lîbyayê bi çend sedeman ve girêda û got: "Herî zêde nebûna saziyek îdarî an rêxistinî ji bo rêxistinkirina karê saziya medyayê û karmendên wê ya li hundir û derveyî welêt e. Ev yek jî dibe sedema lawazbûna şiyana rojnamevanan a ji bo bikaranîna mafên xwe. Divê rojnamegerî li Lîbyayê ji nû ve were organîzekirin û zagon werin derxistin da ku hawirdorek xebatê ya ewlehiya bê îdeolojî, meyl an ramanên cuda, peyda bibe. Rojnamegerî bipêş neketiye, lê amûrên ku tên bikaranîn bipêş ketine. Ji ber ku kar hêsantir û zûtir bûye, gihîştina agahî û çavkaniyên cûrbecûr peyda dibe. Li hember van hêsaniyan jî rojnamevan bi xetereyên tundiya dîjîtal an elektronîkî re rûbirû dimînin."
‘Peyv çeka rûbirûbûna krîz û pirsgirêkan e’
Di dawiya axaftina xwe de Fatimê El-Mucberî balkişand ser hêza gotin û rastiyê û bang li rojnamevanên Lîbyayî kir ku girîngî û bandora gotinan bizanibin. Fatimê wiha got: "Peyv ew çeka ku rojnamevan pê re li hember şer û krîzên cûrbicûr ên li çar aliyê cîhanê rû birû dimînin e. Ew amûrek guhertinê ya ji bo baştirkirin û pêşketinê ne."