‘Peymana 10’ê Adarê dê jinan ji binpêkirinan biparêze’
Endama Yekîtiya Jinên Suryanî Rîma Merşo piştrast kir ku pêkanîna peymana 10’ê Adarê dê hemû Sûriyeyiyan, bi taybetî jî jinên Sûriyeyî yên ku bi salan e êşa binpêkirin û koçberiyê kişandine, dê ji binpêkirinan biparêze û jin dê bighîjin aramiyê.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bicîhanîna peymana 10’ê Adarê ji bo derbaskirina krîz, koçberî, binpêkirin û pirsgirêkên din, bi taybetî ji bo baştirkirina rewşa jinan û parastina mafên wan, hêviya hemû Sûriyeyiyan e. Tirkiye îdîa dike ku Kurd li gor peymanê tevnagerin. Lê gelên tevahiya Sûriyeyê dibêjin ku daxwazên Kurdan rewa ne û rêveberiya demkî li gor peymanê tevnagere.
Têkildarî mijarê endama Yekîtiya Jinên Suryanî Rîma Merşo ji ajansa me re axivî.
‘Divê Peymana 10’ê Adarê pêk were’
Rîma Merşo diyar kir ku pêkanîna peymana 10’ê Adarê ji bo tevahî gelên Sûriyeyê bingeha parastin û jiyana bi ewle ye û wiha berdewam kir: “Em ji bo welatê xwe Sûriyeyê, pêşveçûn û serfiraziyê dixwazin û ev yek dê bi bicihanîna Peymana 10’ê Adarê pêk were. Em bawer dikin ku hêzên derve ji bo pêkanîna vê peymanê astengiyan derdixin; ji ber vê yekê divê ev astengî werin derbaskirin û çareseriyek ji bo pêkanîna vê peymanê bê dîtin.”
‘Çarenûsa Sûriyeyê dê ji aliyê gelên wê ve bê diyarkirin’
Rîma Merşo tekez kir ku pêşeroja Sûriyeyê bi destên gelên Sûriyeyê dê were nivîsandin û wiha got: “Peymana 10’ê Adarê, bi hemû hûrgiliyên xwe dê di xizmeta berjewendiya gelên Sûriyeyê de be. Nemaze di bin sîstemeke ne navendî de ku dihêle ew di ewlehî û aramiyê de bijîn. Em dixwazin hemû Sûriyeyî beşdarî pêvajoya siyasî û nivîsandina destûreke nû ya Sûriyeyê bibin. Em naxwazin kesên derve ji ber me ve biryar bidin. Em dixwazin çarenûsa xwe binvîsînin.”
‘Binpêkirinê rê li ber pêkanîna peymanê digrin’
Rîma Merşo bal kişand ser binpêkirinên ku li Sûriyeyê çêdibin û da zanîn ku bi binpêkirinên ku li hundirê Sûriyeyê diqewimin armanc ew e ku pêşî li pêkanîna peymana 10’ê Adarê bigrin û herêmê bê aram bikin. Peyman vegera kesên koçber e ji bo malên wan. Bidawîkirina dagirkeriyê û vegerandina herêman a ser axa Sûriyeyê destnîşan dike. Ger ev peyman neyê bicîhanîn û salek di ser avakirina hikûmeta veguhêz re derbas bibe, dê ji aliyê kesên ku li dijî aştî û çareseriyê ne ve, were sabotekirin.”
Rîma Merşo da zanîn ku gelê Sûriyeyê bi hemû neteweyên xwe ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk têdikoşin û wiha anî ziman: “Em guh nadin dengê biyaniyan. Em ê têkoşîna xwe ji bo avakirina Sûriyeya piralî û ne navendî, bi konferanseke neteweyî ya yekgirtî ku di bin sîwana yekîtiya Sûriyeyê de pêk tê, bidomînin. Em her dem Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî û Elewî yek bûn û em xwedî nerînên tundrew an nijadperest nînin.”
‘Nûnertiya jinan pêwîst e ji sedî 50 be’
Rîma Merşo destnîşan kir ku nûnertiya jinan di Sûriyeyê de pêwîst e wekî nûnertiya wê di hevpeymana civakî de be û wiha axvî: “Jin roleke girîng dilîzin; ew bingeha civakê ne. Ew dayîk, xwişk, hevjîn, biryarder in, tevahiya civakê birêve dibin. Tu civakeke şaristanî yan pêşketî bêyî ku roleke çalak û bi bandor a jinan hebe, nikare bijî. Nûnertiya ji sedî 50 ku di peymana civakî de ji jinan re tê dayîn, gaveke dîrokî ye û em hêvî dikin ku ev yek li seranserê Sûriyeyê were bicîhanîn.”
‘Pêwîst e zagonên malbatê li tevahî Sûriyeyê pêk bê’
Rîma Merşo behsa guhertina zagonên li Sûriyeyê kir, xwest ji zagona malbatê sûd were girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê qanûnên rewşa kesane werin guhertin û qanûneke malbatî ya yekgirtî li seranserê Sûriyeyê were bicîhanîn. Qanûna malbatê ya ku niha li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê sepandin, vîzyoneke pêşverû ji bo jiyana jin û mêran temsîl dike. Bi armanca avakirina pergaleke demokratîk û wekhev ku mafên malbatê diparêze. Mafên jinan dê bi sepandina qanûna malbatê li seranserê Sûriyeyê werin parastin.”