Peyman Viyan: Yekîtî daxwaza gelê Kurd e

Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan got ku di vê pêvajoyê de, ruhê neteweyî di nava civakê de zêde bûye, ev yek ji bo Rojhilatê Kurdistanê gelek girîng e û got: “Îran bi salan e hewl dide bi darvekirin, zext û zordariyê desthilatdariya xwe biparêze.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – 5 aliyên sereke yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyanî Azad a Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistanê pêk tê, ji bo têkoşîna li dijî rejîma Îranê di 22’ê Sibatê de “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê” ragihandin. Gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo pêngaveke wiha bi hezaran şehîd dane û ji ber wê, vê rojê weke rojeke dîrokî dibînin. Ji dîrokê ve heta niha cara yekem e aliyên siyasî yên Kurd li herêmê bi hev re bûn yek.

‘Li ser fikir û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinên li Rojhilatê Kurdistanê xebatên xwe dimeşînin’

Hevseroka Partiya Jiyanî Azad (PJAK) Peyman Viyan ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hevpeymanî û bihevrebûn ji bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê karekî girîng e û got: “Ji dîrokê ve heta niha gelê vê herêmê gelek şehîd dane. Di sala 1999’an de bi dehan şehîd ji bo yekîtiyê dan. Di meha Sibatê de gel ji bo destekftiyên Kurdan ên li Rojhilatê Kurdistanê yekîtiyê hilbijart. Ev hevpeyman ji bo gelê li Rojhilat girîng e. Bi salan e gel li herêmê daxwaza yekîtiya aliyên Kurd dike. Li herêmê gel bi salan e di bin qirkirina fizîkî de ye. Bi taybetî rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê gelek komkujî li ser Kurdan kir. Rojane gel li herêmê rastî îşkenceyê tê û gelek kes tên darvekirin. Daxwaza gelê Kurd yekîtî û yekbûna aliyên siyasî yên herême ye. Ji ber wê daxwaza wan di pêkanîna hevpaymaniyê de hat pêkanîn û hevpeymaniyê bawerî da gelê Kurd li herêmê û tevahî aliyên din ên Kurdistanê. Gelê Kurd têgihîşt ku bi yekbûna Kurdan û aliyên siyasî, Kurd dikarin mafên xwe bi dest bixin. Ev yekîtî weke dîroka Rojhilatê Kurdistanê dimîne. Weke PJAK bi salan e em ji bo yekîtiya aliyên siyasî li Rojhilat xebat û têkoşînê didomînin. Zêdeyî heşt mehan e ji bo vê hevpeymaniyê em xebatan didin meşandin.”

 ‘Metirsî li ser Kurdan heye derfet ji bo Kurdan û aliyên siyasî yên Kurd hene’

 Peyman Viyan da zanîn ku hevpeymana di 22’ê Sibatê de hatiye ragihandin encama xebat û têkoşîna heşt mehan e û got: “Li vê derê ji bo pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi aliyên Kurd re em xebatan didin meşandin. Bi riya praktîzekirina xalên di hevpeymanê de, em ji dijminê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê re dibêjin; Kurd bi riya yekîtî û bi hev re bi şêwazê herî baş wê van xalan praktîze bikin. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê guherîn bi awayekî bi lez çêdibin. Metirsî li ser Kurdan heye û derfet jî ji bo Kurdan û aliyên siyasî yên Kurd hene. Metirsî ji ber komkujiyên li ser gel ên li herêmê hene. Bi riya jinavbirina gelan dixwazin îradeya gel bişkînin. Lê belê gel li herêmê bi riya yekîtî û îradeya xwe ya bi hêz li dijî hêzên rejîmê disekine. Niha jî bi riya vê hevpeymaniyê hemû li derdore heman armancê kom dibin û li dijî desthilatdariyê disekinin.”

 ‘Di qada siyasî û partiyan de divê rola jinan zêdetir be’

Peyman Viyan di berdewama axaftina de wiha got: “Tevî astengî û nerazîbûnên ji bo beşdariya jinan di qada siyasî û biryardayînê de, jin li Rojhilatê Kurdistanê xwedî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne. Di nava qada siyasî û partiyan de divê rola jinan zêdetir li pêş be. Em weke PJAK li ser paradîgmaya azadiya jinan û şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li herêmê xebatên xwe didomînin. Ger azadiya jinan nebe, pergaleke demokratîk ava nabe. Cihê jinan di qada siyasî, civakî û xweparastinê de gelek girîng e. Di hevpeymaniyê de nûnerên hemû jinan amade bûn. Nûnera tevgera me li wê derê bû, erk û berpirsyariya me girantir e. Her wiha rola jinan di qada siyasî de em dinirxînin. Hewl didin mafên jinan di biryarên siyasî de hebin. Em hewldanên ji bo karkirina jinan di qada siyasî û asta biryargirtinê de didin. Ev daxwaza beşek zêde ya gelê Rojhilatê Kurdistanê ye. Divê em di hemû qadan de girîngî bidin pirsgirêkên jinan. Her wiha gel gihîştiye wê qenaetê ku şoreşa li dijî dagirkeran bi pêşengiya jinan bi ser dikeve. Pêşengiya jinên azad û demokratîk li Rojhilatê Kurdistan û erdnîgariya Îranê mîsoger dike. Li vê derê erkên aliyên siyasî û yên me girîngîdayîna xebatên jinan e. Di platformê de heta astekê beşdariya jinan hebû. Lê belê di pêşerojê de em ê hewl bidin beşdariya jinan zêdetir bikin.”

 ‘Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê tevahî Kurdan kir yek’

Peyman Viyan da zanîn ku hêzên hegemon li Rojhilata Navîn sed sal in hewl dan gelê Kurd ji hemû tiştan bêpar bihêlin, bi xwe bibin xwedî hêz û got: “Gelê Kurd û hêzên Kurd bi qasî pêwist dike bi hev re nebûn. Ji ber wê her dem hewldana tirsandina gelê Kurd dihat dayîn. Her wiha siyaset û projeyên xwe li ser Kurdan bi cih dikirin. Lê belê êdî Kurd vê qebûl nakin. Gelê Kurd bi riya ruhê neteweyî dibe yek. Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê çêbûye, Kurdên li çar aliyên Kurdistanê kir yek. Bi ruhê neteweyî berê xwe dan qadan û bi dengekî helwesta xwe nîşan dan. Bi riya ruhê neteweyî dikaribûn sînorên Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê derbas bikin. Tevî rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ciwan ji Îlam û derdora wê beşdarî seferberiya Rojavayê Kurdistanê bûn. Gelê Kurd yekîtiyê dixwest. Di sala 2026’an de gelê Kurd li tevahî aliyên Kurdistanê bi yekîtiyê mohra xwe li tevahî cîhanê da, raber ku ku êdî hêzên dagirker li ser parçebûna Kurdan nikarin hêza xwe li ser Kurdan ferz bikin.”

 ‘Pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiyê heye’

 Peyman Viyan destnîşan kir ku niha gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê pêwistî bi yekîtiyê dibîne, ji bo maf û yekîtiyê têdikoşe û got: “Jin li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê pêşengiya şoreşê dikin. Îro di encama berxwedana jinan û xwîna şehîdan de, li Rojhilatê Kurdistanê Hevpeymaniya aliyan hat ragihandin. Jinan li Rojhilatê Kurdistanê tabûya zeyandperestî û netewperestiyê şikandin. Ev encama têkoşîna jinan e. Jin li dijî rejîma Îranê û feraseta mêrsalar têdikoşin. Jin li Rojhilatê Kurdistanê ji bo nasnameya azadiya jinan xebatan didin meşandin, nasnameya xwe diparêzin. Di nava Hevpeymanê de tekezî li ser rola jinan hat kirin. Bi hev re bi jinan re divê bi riya hevpeymaniyê kar û xebat bikin. Divê platforma jinan bi riya yekîtiya jinan bimeşe. Li cihekî ku têkoşîna jinan hebe, li wê derê netewperestî û mêrsalarî namîne. Li cihekê netewperestî û mêrsalarî tunebe, neteweya demokratîk ava dibe. Jiyana bi hev re li wê derê heye.”

 ‘Ev serdem dê bibe serdema azadiya jinan û gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê’

 Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser bingeha bi hev re, di asteke baş de li Rojhilatê Kurdistanê em xebatê didin meşandin. Pêwistiya me bi têkoşîna berfirehtir û yekîtiya gelan heye. Em hewldana pratîzekirina Hevpeymaniyê li ser fîkrê hevbeş didin. Em dixwazin xwe bi rêxistin bikin, ji rewşek ku gel rê nede destwerdana dagirkeriyê ji bo nava aliyên Kurd amade bikin. Bi îrade, hebûn û nasnameya xwe em rê nedin destwerdana aliyan. Di serdema nû de rê nedin dewletên dagirker. Gelê Kurd dê serdemek nû ji bo berxwedan û pêşîgirtina dagirkeran ava bike. Ev serdem dê bibe serdema azadiya jinan û azadiya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê. Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin û ji bo wê divê em têkoşînê mezintir bikin.”