Peyker çawa hêzê vedibêjin?
Gelo dema ku em ji qad û kolanên bajêr derbas dibin, kîjan rû li me dinêrin? Kî, di bêdengiya kevir û metal de, çîroka hêzê dubare dikin?
NASIM EHMEDÎ
Kirmaşan – Li gorî vegotinên dîrokî pûtperestî bi lêdana ewil a bivir ji aliyê HZ. Îbrahîm ve bi dawî bû; lê belê dîroka dîtbarî çîrokek cuda vedibêje. Mîna ku pûtperestî bi dawî nebûye, tenê bi awayekî nû berdewam kiriye û vê carê tenê ji mêran re îbadet tê kirin. Li meydanan, kolanên sereke, xaçerê û li deriyên navendên girîng, her dem peykerê mêrekî ku ji bo pesindan û heyraniyê hatiye çêkirin heye. Lê di navbera van girseya kevir û metal de, şopa jineke ku bîra kolektîf bîne bîra me yan jî rola xwe di dîrokê de temsîl bike, nîn e. Ger hûn ji kolanên Kirmaşanê derbas bibin, hûn ê pûtên mêran ên bajêr dagir kirine, bibînin. Ev pût, bi nêrîna xwe ya sar li mirov dinêrin. Wekî ku bedena peykerên kevirîn dibêjin mêr ji her tiştî jortir in. Ev peyker, ne tenê tiştên bêcan in, peyamek hildigrin. Peyam ev e: Yên qehreman, fetihkar, ramanwer û layiqê pesindarê her dem mêr in.

Li bajaran nebûna jinan di bîra dîtbar de
Derxistina jinan a ji vê bîra dîtbarî, di heman demê de tê wateya derxistina wan ji dîrok û pêşeroja bajêr. Bajar, di nava bêdengiya kevir de, vegotina mêr-navendî ji nû ve hildiberîne; ev vegotin jinan veder dike û mêran wekî pûtên nû bi cih dike. Ev pût ne di perestgehan de, di dilê bajaran de cih digrin; lê fonksiyonên wan eynî ne ango xurtkirina hêzê, hilberandina serdestiyê û domandina îbadet e. Lê belê di peykerên mêran de hê jî serdestiya zayendî veguherîne daxwazeke civakî û çandî. Di rastiyê de, di qadên giştî de hebûna tund a fîgurên mêran ne tenê nîşaneyek huner û mîmariya baviksalar e, di heman demê de nîşaneya nebûna hişmend an jî nehişmendî ya jinan ji bîra kolektîf û sembolên bajêr e. Ev nebûn, bi demê re veguherî adetek dîtbarî û çandî û ji ber ku kêm caran tê lêpirsîn, di qada sembolîk de hilberandina newekheviya zayendî domandiye. Ev nebûna sembolîk a jinan, dikare mîna asayîkirina newekheviyê bê dîtin, ango nebûna jinan di qadên sembolîk de asayî tê qebûlkirin.
Li qadên giştî serdestiya sembolîk a mêran
Hunermend û peykersaz Sumiye Y. ya ji Kirmaşanê, serdestiya sembolên mêran li bajêr rexne kir û wiha got: "Serdestiya mêran li ser qada bajar, ji ya tê dîtin, zêdetir e. Di salên dawî de Şaredariya Kirmaşanê gelek peykeran li seranserê bajêr çêkir û danî. Lêbelê, piraniya van berheman rû û legehgiya mêran temsîl dike. Van hilbijartinan hişt ku ez mîna peykersazek, kêmtir bala xwe bidim nebûna peykerên jinan û bala xwe bidim ser sedema ku peykerên jinan ên bi bandor ewqas kêm in. Li Kirmaşanê li nêzî Parka Şîrîn tenê peykerek jin heye. Ya balkêş, dema ez berhem tê pênasekirin, îfadeya ‘jinek mîna mêrek şer kiriye' tê bikaranîn e."

Di vegotinên dîrokî û wêjeyî de ji nû ve hilberandina feraseta baviksalariyê
Qehremankirina mêran di vegotinên dîrokî de û çêkirina peykerên wan, di rastiyê de pergalên baviksalarî yên bi sedsalan hewl dane dengê jinan veder bikin û rolên wan kêm bikin, ji nû ve hildiberîne. Ev vegotin û abîdeyên ne tenê hebûna mêran derdixe pêş, rola jinan jê dibe yan jî berevajî kirine, nêrîneke yekalî ya dîrok û wêjeyê diafirîne. Di gelek çîrokên dîrokî û wêjeyî de, jin mîna qehremanên serbixwe nayên dîtin û bi gelemperî mîna xirab an jî qurnaz, bi xapandina lehengê mêr tên erkdarkirin.
Sînorkirinên modelên jinan û xwendina ji nû ve ya rexneyî ya dîrokê
Tenê di gelek kêm rewşan de jin mîna qehremanek tên pênasekirin. Ev model nîşan dide ku pergalên çandî û civakî çawa bikaranîna vegotinên edebî û dîrokî baviksalarî ji nû ve hildiberînin û xurt dikin. Di vê çarçoveyê de, jin ne mîna mijarên çalak û serbixwe, mîna amûrên ku vegotina mêr temam dikin tên nîşandan. Ev rewş, bûye sedema jêbirina tecrubeyên rasteqîn ên jinan ji bîra kolektîf û avabûna modelên jinan ên qehreman sînordar kiriye. Xwendina rexneyî ya van vegotinan, dihêle ku em dengê jinên bêdeng ji nû ve bi dest bixin û têgeha qehremaniyê ya di dîrokê de ji nû ve pênase bikin. Divê qehremanî ne tenê ji bo xizmetkirina mêran, xwe bisperê berxwedana jinan, serxwebûn û rola civakî.

Nebûna jinan a di sembolên bajar de û bandora wan a li ser nifşên pêşerojê
Kirmaşan bi sedan peykerên qehremanên mêr hene û ev yek nîşaneya nêrîna baviksalar di bîra kolektîf û siyaseta çandî ya bajarî de ye. Ev hilbijartin tenê dîrok û efsaneyên mêran dernaxe pêş, di heman demê de nebûna qehremanên jin, hunermend û aktîvîstên civakî jî derdixe pêş. Ev nêzîkatî, rola jinan di dîrok û çanda Kirmaşanê de bi paş dixe. Ev nebûna sembolîk, ne tenê pirsgirêkek estetîkî ye, di heman demê de nîşaneya avahiyên hêzê û siyaseta bîra kolektîf di qada giştî de ye. Ruxmê ku dîroka Kirmaşanê tijî helbestvan, şervan, hunermend û aktivîstên civakî yên jin be jî derxistina wan ji sembolên bajêr tê wateya jêbirina wan ji vegotina dîrokî ya fermî. Ev jêbirin bi demê re, bîra civakî yekalî dike û derketina modelên cihêreng ji bo nifşên pêşerojê sînordar dike. Ji nêrîneke din, peyker û sembolên giştî tenê rabirdûyê nîşan didin. Di heman demê de pêşeroja çandî jî şêwe dike. Dema ku tenê mêr mîna qehremanên bajêr tê pêşkêşkirin, peyama ku para jinan di şêwekirina dîrok û çandê de nîn e dide. Ev peyama nenivîskî, dikare bandorê li têgihîştina raya giştî bike û ji nû ve hilberîna newekheviya zayendî ya di qada civakî û çandî de xurt bike.