Peyama jinan a Çarşema Sor: Bila ev cejn bibe wesîleya yekîtî û aramiyê
Di pîrozbahiya Cejna Çarşema Serê Nîsanê de jinên Êzidî xwestin yekîtiya Êzidiyan pêk were, koçber vegerin ser axa Şengalê û gotin: “Em ê bi çand, bawerî û dîroka xwe cejnên xwe pîroz bikin.”
Şengal – Civaka Êzidî li Bexçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê li Geliyê Kersê cejna Çarşema Serê Nîsanê bi cil û bergên xwe yên resen pîroz kir. Di pîrozbahiyê de tevlîbûna zêde ya jinan bal kişand. Bi boneya cejnê gelek kes ji derveyî Şengalê beşdarî pîrozbahiyê bûn.
‘Me kêfxweşiya Êzidiyan parve kir’

Zehra Tarhan ku yek ji endama Atolyeya Şehîd Adil Mêrdîn a Maxmûrê ye di destpêka axaftina xwe de bahsa kêfxweşiya yekem car hatina xwe ya Şengalê kir û wiha got: “Em cara yekem hatin Şengalê, beşdarî cejna Çarşema Serê Nîsanê bûn. Weke atolyeya şehîd Adil û şehîd Delîla ya Mexmûrê ji bo cejna Çarşema Sor a Êzidiyan li vir in. Di vê komê de cihgirtin, kêfxweşiya Êzidiyan parvekirin ji bo me jî cihê kêfxweşiyê ye. Me çanda wan a cuda ji nêz ve dît. Bi çanda xwe ve gelek girêdayî ne. Li hemberî hev rêzê digrin û mirovan hembêz dikin. Em bi xwe jî pir kêfxweş bûn. Êzidî jî beşek ji çanda me ya Kurdî ye. Êzidî jî bi çanda xwe, bi girêdana xwe ya axa xwe û ola xwe ve heta roja me ya îro hatine û ev cihê kêfxweşiyê ye. Weke tê zanîn Êzidî di dîrokê de herî zêde rastî êrîşan hatine û li hemberî van êrîşan her dem di nava berxwedanê de bûne.”
‘Huner zor û zehmetiyên ku civakê dîtine nîşanî cîhanê dide’
Di berdewamiya axaftina xwe de Zehra Tarhan bahsa rola hunerê ya di nav civakê kir û wiha got: “Dema li dîroka Kurdan mêze dikin bi şêwazên cuda cuda Kurdan xwestine êş û berxwedaniya xwe bînin ser ziman. Stranbêjek bi stranên xwe, wênexêzek bi wêneyên xwe, şonogerek bi şanoya xwe ev kiriye. Huner di heman demê de zor û zehmetiyên ku civakê jiyane dikare bi cîhanê dide nîşandan, dide hîskirin. Dema axaftin û nivîs ji dewrê derdikevin, wêne dikevin dewrê. Ez wisa bawer dikin ku çawa li Ewropa rêonesans bi hunerê pêk hat, wê li Kurdistanê jî wisa be.”
‘Em dixwazin çandên xwe zêdetir bigihîjînin hev’
Di dawiya axaftina xwe de Zehra Tarhan careke din Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Rêber Apo, li civaka Êzidî pîroz kir û wiha bahsa girîngiya yekîtiya Kurdan kir: “Di sala 2014’an de di dîroka nêz de hem êrişî Mexmûrê hem jî êrişî Şengalê kirin. Lê belê em di parvekirina êşên xwe de kêm man. Êş nayên jibîrkirin lê belê bi parvekirinê dikarin bên kêmkirin. Dîsa heta niha em weke Kurd nebûne yek û vê yekê bi me daye windakirin. Niha jî em dixwazin vê sererast bikin û hemû rengên xwe yên cuda nêzîkî hev bikin. Çandên xwe zêdetir bigihîjînin hev. Em hemû jî Kurd in. Em çiqas bikaribin yekîtiya di navbera pêkhateyên xwe de pêk bînin em ê ewqas serkeftî û aram bin.”
‘Êzidî tevî 74 fermanan jî dest ji rêûresmên xwe bernadin’

Endama Akademiya Jineolojî ya Şengalê Sara Botan di destpêka axaftina xwe de Cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahî civaka Êzidî, hemû însanên ku baweriya wan bi rojê heye pîroz kir û wiha got: “Dîsa ez vê cejnê li wan keç, dayik û zarokên me yên di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî ne pîroz dikim. Em hêvî dikin ev cejn bibe sedema azadiya wan hemûyan. Belkî me hê jî birînên fermanê derman nekiribin. Ji ber ku hê jî bi hezaran keç û dayîkên me di destên DAIŞ’ê de ne lê belê ji bo me kêfxweşiyeke herî mezin e ku gelê me li vir kom bûye, dev ji cejnên xwe, rêûresmên xwe bernedane. Bi taybetî li Şengalê pîrozkirina cejnê ji bo me gelek cuda ye. Ji ber ku em ji dîrokê ve jî dizanin ku heta niha me weke Êzidî xwe li çiyayên Şengalê parastiye. Dema em dibêjin 74 ferman, ev tê wateya 74 qetlîam, 74 êrîşên hovane ku dixwestin me ji kokê ve tune bikin. Lê me li Şengal dikaribû berdewamiya jiyana xwe pêk bînin. Me fermana 74’an jî dît bê ka qirkirineke çawa bi serê me de hat. Lê li hemberî wê jî me xwe parast. Niha jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo em xwe bi rêxistin dikin, cejneke bi vî rengî organîze dikin ji bo me girîng e, manewiyata wê mezintir e.”
‘Bi tiştên xwe yên kevnar me xwest em reng bidin vê şahiyê’
Sara Botan di berdewamiya axaftina xwe de behsa girîngiya Cejna Çarşema Sêrê Nîsanê kir û weke Akademiya Jineolojî ya Şengalê wiha bahsa tevlîbûna xwe ya cejnê kir: “Bi dehan cejnên me yên ku em pîroz dikin hene. Her cejneke me jî bi xweza û gerdûnê ve girêdayî ye. Ji bo me her cejneke me pir bi wate û girîng e. Cejna Serê Salê bi navê xwe yê din Çarşema Sêrê Nîsanê ji bo me pir bi wate ye. Ji ber ku ev roja avabûna gerdûnê ye, kewna dinyayê ye.
Weke akademiya Jineolojî ya Şengalê bi tiştên xwe yên kevnar me xwest reng bidin vê şahiyê. Ji bo ku em bikaribin wê çanda me ya ku girêdayî dîrok û baweriya me ye û her ku diçe ber bi tûnebûnê ve diçe zindî bikin û em bikaribin bi nifşên xwe yên nû jî bidin naskirin. Mixabin di roja me ya îro de ji çanda xwe dûrketinek tê jiyîn. Piraniya tiştên ku li vê derê ne bi keda jinan hatine çêkirin. Ev tiştên çandî û dîrokî hemû bi jinan ve girêdayî ne. Me bi van armancan xwest konekî bi vî rengî vekin da ku em bikaribin xwedî li çand û dîroka xwe derkevin û wê çandê dewlemendtir bikin.”
‘Niha li Iraqê cihê herî parastî û xweş Şengal e’
Di dawiya axaftina xwe de Sara Botan bangî jin û ciwanan kir ku li çand û baweriya xwe xwedî derkevin û wiha got: “Banga min ji bo ciwanên me ew e ku divê xwedî li çand, bawerî û axa xwe derkevin. Ger însanek bê welat be, bê ax be di heman demê de bênasname ye jî. Ger em wek civak Êzidî dixwazin bi çand, bawerî û nasnameya xwe bijîn divê em li ser axa xe bin. Ji ber wê divê em xwe bi rêxistin bikin. Ji bo em bikaribin xwedî li çand û nasnameya xwe derkevin divê em xwe zana bikin, xwe bi rêxistin bikin.
Ez dixwazim gelê me yê ku koçber e vegere ser axa xwe. Ji bilî axa me wê kes me neparêze. Ger em axa xwe biparêzin wê elbet ew jî weke her car me biparêze. Bi vî şiklî em ê bikaribin xwedî li hebûna xwe derkevin. Niha li Iraqê cihê herî parastî, herî xweş Şengal e. Ji ber wê jî ez dixwazim vegerim ser axa xwe û em van cejnên xwe bi hev re li Şengalê pîroz bikim.”
Sara Botan herî dawî careke din Cejna Çarşema Sêrê Nîsanê li civaka Êzidî pîroz kir û wiha got: “Ez vê cejnê li hemû şehîdên me yên ku ji bo vê axê canê xwe feda kirine û li Rêber Apo pîroz dikim. Heke îro em dikarin li Şengalê cejnên xwe pîroz bikin ev bi saya keda şehîdan û Rêber Apo ye. Em hêvîdar in saleke din bi Rêber Apo re vê cejnê pîroz bikin.”
‘Bi saya Rêber Apo em li vir cejna xwe pîroz dikin’

Ji beşdaran Emşê Elî û Rihan Xidir jî Cejna Tawisê Melek, Çarşema Serê Nîsanê li hemû Êzidiyan, li Rêber Apo û li hemû gelên bindest pîroz kirin.
Emşê Elî anî got: “Îro bi xêra Xwedê û Rêber Apo em li vir in û cejna xwe pîroz dikin. Em îro pir kêfxweş in. Em ê dîlanê bigerînin, şahî bikin. Em dixwazin hemû Êzidî tifaqa xwe pêk bînin, li Çiyayê Şengalê werin cem hev û bikaribin dijminê xwe bişkînin. Divê em hemû xwe perwerde bikin, asayîşa xwe bi hêz bikin. YBŞ û YJŞ’a xwe bi hêz bikin û li pişt zarokên xwe bisekinin. Piştî 2014’an baweriya me bi kesî nemaye, tenê baweriya me bi me heye.”

Rihan Xidir jî got: “Îro em li Çiyayê Şengalê li Geliyê Kersê li Baxçeyê Serok Apo vê cejnê pîroz dikin. Ez vê cejnê bi dilekî xweş û germ li Rêber Apo, li hemû Êzidiyan, li malbatên şehîdan, xêrxwazên Êzidiyan, hevalên xwe yên serê çiya pîroz dikim. Îro em jî li vir hazir bûn, da ku bi cil û bergên xwe yên Êzidî cejna Tawisî Melek pîroz bikin, govendê bigerînin. Dibe ku em dilşikestî bin, bes îro roja Tawisî Melek e.”