Peyama gelan zelal e: Yekane daxwaz azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye
Şêniyên Qamişlo bi pêşengtiya Însîyatîfa Gel bi meşekî girseyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin: “Yekane daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, lewma em ê hertim di nava têkoşîn û berxwedanê bin.”
Qamişlo – Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya Însîyatîfa Gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Meş bi dirûşmeya “Rêber Ocalan Sembola Aştî û Heqîqeta Mirovahiyê ye” û bi beşdariya bi hezaran gel, endamên Rêxistina Jin, endamên Rêveberiya Xweser, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Tevgera Demokratîk Tev-Dem ji çarxereya Sonî destpêkir û li pêşiya çarxereya Şehîdan dewam kir.
‘Banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo pergalên cîhanê guhert’
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kongra Star Remziya Mihemed axivî û got: “Rêber Apo ji bo ku civaka me ji dagirkeriyê xilas bike têkoşînê dide meşandin û îro ev têkoşîn gihişt qonaxek din. Ev 27 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de ye. Piştî salên dirêj dîtina dîmenên Rêber Apo hêz, berxwedan û têkoşînek mezin da. Rêber Apo 27 sal in ji bo tevahî civak di nava aramiyê de bijîn tekoşîn û berxwedanek mezin dide. Ger banga Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîk nehatiba kirin emê niha di nava şerekî mezintir de ban. Lê banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo pergalên cîhanê guhert.”
‘Yekane daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’
Remziya Mihemed, di dawiya axaftina xwe de da zanîn tevahî gel daxwaza aştiyê dike û got: “Gelê ku li herêmê dijî, daxwaza aştiyê dike û lewma divê em jî erk û berpirsyartiyên xwe yên pêvajoya bicîhbînin. Yekane daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, lewma emê hertim di nava têkoşîn û berxwedanê bin. Emê bi têkoşîn û berxwedana gelê ya ji 7 salî heta 70’ê salî civaka demokratîk ava bikin.”
Meş bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.