Peyama Gayatri Çakravorty Spivak ji bo Abdullah Ocalan

Mirova zanist a Hindî Gayatri Çakravorty Spivak di peyama xwe ya destekdayîna banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha got: “Ez ji dil û can dixwazim pêvajo mayînde û domdar be.”

Navenda Nûçeyan – Mirova zanist a Hindî, Teorîsyena Wêje û Rexnegira femînîst Gayatri Çakravorty Spivak ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ peyama piştevaniyê şand.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) peyama Gayatri Çakravorty Spivak li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parve kir. Peyama Gayatri Çakravorty Spivak wiha ye:

“Ez dixwazim bê şert desteka xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê îfade bikim. Domdariya vê pêvajoyê helbet wê ne asan be. Ji ber dîrokek ku xwedî dembûriyek şer û awayên agirbestê yên bi caran hatine binpêkirin li holê ye. Lê belê îşaretên têkildarî geşedanên bi hêvî were jiyîn hene. Ez pasîfîstim. Derbarê bi dawîbûna şer de îhtimalek herî bûçûk jî hebe, bûna parçeyek ji wê pêvajoyê, ez wek erk dibînim. Di her rewşa ku aliyên dijber lihev werin de ezê cih bigrim. Ji ber ev cûrên dijberiyê koka binyadî ye, halbukî piştevaniya mirovî nivîskiye.

Şer koka binyadî ye, rûyê mirovên hatin qetilkirin nîne. Li dijî vê agirbest nivîskîne; ji ber divê her jestek were parastin. Ez dixwazim carek din bal bikşînim ser desteka xwe ya tam jibo pêvajoyê. Di heman demê de ez hê zêdetir dixwazin derbarê di nava pêvajoyên aştiyê de, piştevaniya di bingehê zayenda civakê de bibim xwedî agahî. Herî dawî ez ji dil û can dixwazim pêvajo mayînde û domdar be. Pêwîstiya dinyayê bi vê heye. Ez spas dikim.”