Peyama Îlham Ehmed ji bo taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye
Îlham Ehmed peyama dilrihetiyê ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re şand û ji wan xwest li malên xwe bimînin. Her wiha bang li hikûmeta demkî kir ku binpêkirinên ku komên girêdayî wê dikin, rawestîne.
Navenda Nûçeyan- Di 22’yê Kanûnê de komên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ji gelek aliyan ve bi tank û obûsan êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kir. Di encamê de jinek hat qetilkirin û 19 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn. Piştre lihevkirin li ser agirbestê çêbû. Lê dîsa jî komên girêdayî hikûmeta demkî car caran guleyan li her du taxan direşînin.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ji ajansa ANHA’yê re axivî.
Îlham Ehmed got: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ji bo parastina niştecihên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne, lê komên girêdayî hikûmeta demkî ambargo daniye ser her du taxan. Hêzên ewlehiya giştî yên girêdayî hikûmeta demkî dibêjin Wezareta Parastinê her du tax dorpêç kirine. Gelo çima hêzên leşkerî taxên sivîlan dorpêç dikin û armancên wan ji vê yekê çi ne?”
Bang li şêniyan kir
Îlham Ehmed bang li şêniyan kir ku ji taxê dernekevin û got tu niyetên êrîşan ne ji aliyê hikûmeta demkî ve û ne jî rageşiyek ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li ser her du taxan tunene. Îlham Ehmed anî ziman ku danûstandin bi sepandina ewlehiyê bi rêya pêkanîna bendên peymana 1’ê Nîsanê ya der barê Helebê de hatiye îmzekirin, dewam dikin û got: “Em bi israr in ku peyman pêk bê.”
Îlham Ehmed bang li hikûmeta demkî kir ku xwe ragire û binpêkirinên ku ji aliyê komên girêdayî wê ve têne kirin, rawestîne.