‘Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bûn dengê jinan’
Jinên li Dêrazorê, diyar kirin ku paşxistina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, ji bo pêşîgirtina li têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jinan tê meşandin manewrayek e û gotin ku ev yek tenê taktîkeke siyasî ye.
ZEYNEB XILÊF
Dêrazor – Bertekên saziyên civakî û rêxistinên mafên jinan, li dijî cezayê darvekirinê yê li aktivîstên siyasî Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradi hatiye birîn her diçe zêdetir dibin. Di encama van bertekan de rayedarên Îranê biryar dan ku ceza bi paşve bixin.
Biryarên îdamê binpêkirina mafên jinan e
Hevseroka Meclisa Sûr el-Şuafa Neda el-Hur, kiryar û binpêkirina mafên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û got: "Ez biryara cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî hatiye birîn bi tundî şermezar dikim. Ev biryar, êrîşeke li dijî rêgezên edalet û azadiya ramanê ye.”
Neda el-Hur bi gotinên; “Biryara darvekirinê sûcek li dijî mirovahiyê ye” bal kişand ku divê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûradî demildest werin berdan û hemû girtiyên siyasî azad bibin. Her wiha diyar kir ku paşvexistina biryara darvekirinê, manewrayek siyasî ya ji bo kêmkirina zextên navneteweyî ye û ev nayê wateya ku di polîtîkaya rejîma Îranê de guherînek çêbûye.
Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bûn dengê jinan
Neda El-Hur, axaftina xwe wiha domand: “Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, edalet û azadiyê parastin. Ew aktivîstên siyasî ne û ji bo mafên gel têkoşiyan. Li dijî zulmê dengê xwe bilind kirin lê rayedarên Îranê dengê wan nebihîst. Wan girt û bi gefa darvekirinê hewl dide jinên têkoşer bêdeng bike.”
Neda el-Hur bal kişand ku dê jinên Dêrazorê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe bidomînin û got: "Em dizanin ku bi van zextan ne tenê kesan, hewl didin çavên hemû kesên ku ji bo azadî û mafên mirovan têdikoşin bitirsînin.”
Polîtîkayên kêfî yên rayedarên Îranê
Hevseroka Meclisa Firatê Şeyma el-Keram jî kiryarên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî jinan tên kirin şermezar kir û wiha got:
“Li Îranê her diçe binpêkirina mafên mirovan zêdetir dibin. Em sûcên ku li dijî aktivîstên weke Pexşan Ezîzî û Werîşê Mûradî tên kirin bi tundî şermezar dikin. Ew bi awayekî ne adil hatin darizandin.”
Şeyma el-Keram, bal kişand ku biryara darvekirinê sûcê li dijî mirovahiyê ye û peymanên navneteweyî yên azadiya ramanê diparêzin û parastina kesan li dijî muameleyên kêfî dixin bin temînatê binpê dike. Şeyma el-Keram got: “Derengxistina înfazê, hovîtiya sûc sivik nake, dijberî wê ji bo zextên navneteweyî kêm bike lîstikeke siyasî ye.”
Li dijî rejîmên zextkar û otorîter biryardariya têkoşînê
Şeyma el-Keram bang li rayadaran kir ku biryarên li dijî mafên mirovan di çav de derbas bikin û wiha domand: "Em bêdengiya cîhanê ya li dijî êrîş û kiryarên li dijî jinan şermezar dikin. Li dijî rejîma Îranê û hemû hêzên ku mafên mirovan binpê dikin divê gavên şênber werin avêtin. Tevî ku rayedar van bêhiqûqiyan vedişêrin û dibin tînin jî em balê dikşînin ku edalet nayê paşxistin û sûcên li dijî mehsûman tên kirin tu carî dê efû nebin. Heta ku edalet bi cih were em ê dengê xwe bilind bikin. Bedel çi dibe bila bibe, li dijî rejîmên zextkar ên jiyan û rûmeta mirovan nas nakin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”