‘Pêwîst e ragihandin destê xwe deyne ser birînên gelan’
Endama Koordînasyona YRJ’ê Yara Mihemed û Nûçegîhana Rojnemeya Ronahî Viyan Egîd dan zanîn ku rêveberiya demkî û çeteyên dewleta Tirk bi riya şerê taybet wê nikaribin dengê rastiyê qut bikin û gotin “Pêwîst e ragihandin destê xwe deyne ser birînên gelan.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo- Şer ne tenê bi çekan, bi peyv, wêne û dîmenan jî tê kirin. Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşeke medya dijîtal a sîstematîk re rû bi rû dimînin. Rêveberiya demkî û çeteyên girêdayî wê, bi belavkirina nûçeyên şaş û guhertina rastiyan, dixwazin ewlehiyê û aramiya civakî xirab bikin û şerekî taybet bimeşînin. Li hember wê jî, ragihandina azad û ragihandina jinê bi berpirsyarî, li hember vî şerê taybet radiwestin û rastiyê ji raya giştî û civakê re radighînin.
Derbarê vî şerê taybet ê ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û çeteyên girêdayî wê yên dewleta tirk ku li ser medyaya dijîtal dimeşînin, Endama Koordînasiyona Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) Yara Mihemed û Nûçegîhana Rojnemeya Ronahî Viyan Egîd, mijarê ji ajansa me re nirxandin. Yara û Viyan dan zanîn ku bi vî şerê taybet ewê nikaribin dengê ragihandina rastiyê ji raya giştî re qut bikin.
Kirinên qirêj ên ragihandina rêveberiya demkï
Endama Koordînasiyona Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) Yara Mihemed di despêka axaftinên xwe de bal kişand ser gotinên nefretê ku bi zimanê ragihandinên cûda cûda tên bikaranîn û wiha got: “Dema em dibêjin ragihandin, yanî zimanê çaremîn e ku dikare civakê hişyar bike û bi rêve bibe. Dema ku êrîş li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, ragihandina rêveberiya demkî êrîşekî pir tûj û dijwar li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`ê û Yekîtiya parastina Jinê YPJ dimeşînin. Ragihandina rêveberiya demkî êrîşên pir dijwar li ser gelên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê de pêk tîne.”
‘Xwestin ku Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavên hev reş bikin’
Yara Mihemed diyar kir ku ragihandina rêveberiya demkî dixwaze projeya Rêveberiya Xweser a biratiya gelan ji holê rake û wiha pê de çû: “Ragihandina çeteyan şerekî pir mezin li hember vî gelî dimeşîne. Dixwazin projeya Rêveberiya Xweser a ku bingeha wê biratiya gelan e û civakek ku hemû pêkhate bi hev re tê de jiyan bikin, ji holê rakin. Xwestin ku di nava pêkhateyan de aloziyan derxin. Xwestin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ber çavên hev reş bikin û tekoşîna ku bi salên demdirêj kirine, tune bikin.”
‘Pêwîst e ragihandin aştiyê û aramiyê belav bike’
Yara Mihemed da zanîn ku pêwîst e ragihandin dengê rastiyê be û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Rol û mîsyona ku dikeve li ser milê ragihandinê, ku xîtaba wê wekhevî be, aştî û aramî tê de hebe. Pêwîst e ragihandin pirsgirêkên civakan çareser bike. Ragihandina ku gelan li ber çavê hev reş bike û li gorî fikrên xwe biaxive û ragihîne, ev ragihandina desthilatdar e. Pêwîst e ragihandin di nava gelê Sûriyeyê de, hemû pêkhateyan li hev bicivîne. Lê tiştên ku ragihandina HTŞ`ê pêk tîne ne bi vî rengî ye, tiştekî li dijberî wê ye, ku gelan ji hev dûr bixe, navbera wan kûr bike. Pêwîst e ragihandin aştiyê û aramiyê belav bike, zêdetir biratiya gelan derxe pêş.”
‘Ragihandina azad bi zimanek çêker û avakar tevdigere’
Yara Mihemed destnîşan kir ku ragihandina Azad dengê rastiyê ye û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ragihandinek azad tê meşandin. Bingeha sereke ya vê ragihandina azad, biratiya gelan e. Ragihandina azad bi zimanekî çêker û avakar tevdigere. Di zimanê ragihandina Aazd de ku pirsgirêkên di nava pêkhateyan de hebin çareser bikin, ragihandina Azad vê mÎsyonê li ser erkê xwe dibîne, ku li hemberî astengiyên heyî yên derdikevin holê. Pêwîst e ragihandin destê xwe deyne ser birînên gelan. Ragihandina ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, bi zimanekî ku tu ferq û cûdahiyê neke navbera pêkhateyan, ragihandina azad rastiya heyî derdixe pêş.”
‘Ji aliyê HTŞ’ê ve gelek malper bi navê QSD`ê û Rêveberiya Xweser çêkirine’
Nûçegîhana Rojnemeya Ronahî Viyan Egîd êrîşên bi awayekî hovane li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin kirin bi bîr xist û wiha got: “Wek ku tê zanîn di 6`ê Çileya 2026`an de, Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê bi awayekî hovane êrîşî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Ji bilî şerê leşkerî, şerê çapemeniyê tê meşandin. Di malperên dijîtal ên medyayê de çiqas reşkirin heye, reşkirina Rêveberiya Xweser, reşkirina QSD`ê û ku çawa gel li dijî Rêveberiya Xweser rakin. Gelek malper ji aliyê Rêveberiya demkî bi navê QSD`ê û Rêveberiya Xweser hatine çêkirin ku dibêjin çekan deynin û teslîm bibin. Ev hemû şerekî taybet e.”
‘Ragihandin divê di bingehê de dengê rastiyê û heqîqetê be’
Viyan Egîd da zanîn ku pêwîst e ragihandin dengê rastiyê be û wiha got: “Heta roja îro tiştekî nehiştiye ku em çavên xwe bişkînin. Ne şerê leşkerî û ne yê çapemeniyê jî ku em serî bitewînin û xwe teslîm bikin. Ragihandin di bingehê de pêwîst e dengê rastiyê û heqîqetê be. Ragihandina bê pîvan û ehlaq, wiha ye. Tiştên ne rast û li gorî xwe û berjewendiyên xwe derdixe holê. Ji bo ku tenê gelan bike tirsekê û derûniya wan xerab bike.”
‘Li hember vê yekê emê pênûs û kameraya xwe xurttir bikin’
Viyan Egîd destnîşan kir ku ragihandina azad dengê rastiyê ye û wiha bi dawî kir: “Ragihandina azad û yên girêdayî Rêveberiya Xweser, li gorî pêvanek, fikrek û ehlaqek dimeşin da ku rastiya heyî derxin holê. Ragihandina azad û yên girêdayî Rêveberiya Xweser xwe naghînin asta ku ragihandina çeteyan dike. Ji ber ku ev ne li gorî pîvan û ehlaqê me ne. Li hemberî vê yekê emê çawa bikaribin pênûs û kameraya xwe hîn xurttir bikin? Her û her emê deng û çavên gelê xwe bin û dengê rastiyê derxin.”