Pevçûnên di navbera Îsraîl-Îranê de didomin
Pevçûnên Îsraîl-Îranê di roja şeşan de bi êrîşan didomin. Serokê DYA’yê Donald Trump, got: “Kontrola qada hewayî ya Îranê bi temamî di dest me de ye.”

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên ku piştî operasyona bi navê “Şêrê bilindbûyî” yê Îsraîlê 13’ê Hezîranê li dijî saziyên nukleer ên Îranê dest pê kir, bi şerê di navbera Îran-Îsraîlê de didomin.
Artêşa Îsraîlê, îdia kir ku li dijî xalên leşkerî yên Îranê êrîşeke hewayî kiriye. Di daxuyaniya li ser hesabê Telegramê hat dayîn de hat diyarkirin ku ji 50 zêdetir balafirên Hêzên Hewayî yên Îranê êrîşên "santrifuj" û xalên ku tê îdiakirin saziyên hilberîna çekan in kirine.
Îsraîlê Zanîngeha Îmam Huseyîn a dikeve bakur rojhilatê Tahranê hedef girt. Di heman deme de Îsraîlê êrîşê giren li bakur rojhilatê Tehranê û refîneyên petrolê kir. Êrîşên artêşa Îsraîlê, li ser gelek herêmên paytexta Îran Tehranê heta saetên sibehê domiyan.
Ji Îranê êrîşeke nû
Îranê jî di saetên sibehê de gelek cihên Îsraîlê hedef girt. Li gorî nûçeyên radyoya artêşa Îsraîlê, çend fuzeyên Îranê li Îsraîlê ketine. Radyoya artêşê, navê cihê ku fuze li wan ketine negot, rojnameya Heyom Îsrael ragihand ku li gorî tesbîtan herî kêm du fuze li Qudisê û nêzî herêma Şaron a nêzî Tel Avîvê ketine.
Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê daxuyaniyek weşand, diyar kir ku di êrîşên dawî yên li dijî Îsraîlê de fuzeyên hîpersonîk Fettah hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşa bi fuzeyan a îşev nîşan da ku kontrola asîmanê di bin dagirkeriyê de di dest me de ye.”
Li aliyê din serokê DYA’yê Donald Trump ku ji Zîrveya Lîderan G7 a Kanadayê vegeriya, daxuyanî da rojnamegeran. Donald Trump, diyar kir ku ew bi Îranê re der barê peymana nukleer de encamek rastîn dixwaze, xwest Îran bi temamî dest ji planên çekên nukleer berde.
Donald Trump: Kontrola qada hewayî ya Îranê di dest me de ye
Donald Trump wiha got: “Êdî kontrola qada hewayî ya Îranê bi temamî di dest me de ye. Pergalên şopandina esmanî yên herî baş ên Îranê û ekîpmanên din ên parastinê hebûn, hem jî gelek bûn lê ev bi ‘tiştên’ ku dizayn û hilberîna wê Emerîkayê kirine re nayê muqayesekirin.”
‘Em dizanin Hamaney li ku ye’
Donald Trump, got ku ew dizanin rêberê olî yê Îranê Hamaney li ku ye lê dê niha wî nekujin û got: "Em dizanin qaşo ‘lîderê olî’ li ku derê xwe veşartiye. Em ê wî nekujin, yanî niha lê em naxwazin fuzeyan bavêjin leşker û welatiyên Emerîkayê. Sebra me jî êdî nemaye.”
Serokê Elmanyayê: Ev karekî qirêj e Îsraîl ji bo me hemûyan dike
Serokê Elmanyayê Friedrich Merz ê beşdarî Zîrveya Lîderan G7 a li Kanadayê hat lidarxistin bû ji weşana giştî ya Elman ZDF'ê re têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê nirxandin kir. Merz got: “Ev karekî qirêj e Îsraîl ji bo me hemûyan dike. Em jî mexdûrên vî rejîmê ne. Van molayan tenê mirin û hilweşînê li cîhanê bi xwe re anîn.”
Rusya: Êrîş ber bi felaketên nukleer ve diçin
Wezareta Karên Hundir a Rûsyayê jî daxuyaniyek da û wiha hat gotin: “Aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de di serî de ji bo welatên li sînorê Îran û Îsraîlê û hemû herêmê xeteran bi xwe re tîne.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welatên rojavayî, çalakiyên hilweşîner ên Îsraîlê destek dikin û nêrînên xwe empozeyi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) dikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hewldanên peşîgirtina belavbûna nukleera kûrewî ji aliyê Rojava ve, manîpulekirin û hesabên siyasî yên bi welatên ku ji vê yekê re guncaw nîn in dê ji bo civakên navneteweyî bibe sedema bedelên mezin. Ev yek nayê qebûlkirin.”
Di berdewamiya daxuyaniya Rûsyayê de wiha hat gotin: “Êrîşên Îsraîlê yên li dijî saziyên nukleer ên aştîxwaz ên Îranê didomin, li gorî hiqûqa navneteweyî ji derveyî zagonan in. Ev ji bo ewlehiya navneteweyî gef in û nayên qebûlkirin û encamên wê lê cîhanê Îsraîl jî di nav de dê li her derê bibe sedema felaketên nukleer. Rûsya bang li rêveberiya Îsraîlê dike ku aqilê xwe bîne serê xwe û êrîşên li dijî saziyên nukleer ên di bin kontrola UAEA'yê de ne rawestîne.”