Pêşmergeya Jin: Şervanên jin sembola parastina civaka Kurd in
Desteya Avakera Yekîtiya Jinên Pêşmerge Emîd Nahîde Ehmed li ser gotinên meleye ku olê bi fikrên teng û DAIŞ’î nirxand û bêrêziyê li jinan dikin, got ku ew kes bi devê dijminên Kurdan diaxivin û da zanîn ku ji bo hemû mirovan xweparastin esas e.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî- Jinên Kurd ji bo bidestxistina jiyana azad di rêzên têkoşînê de cihê xwe girtin. Bi têkoşînê re, ji bo bidestxistina mafên xwe di çeperên şer de cih girtin. Jinên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê û gelê Kurd her dem di çeperan de li ber xwe dane. Li Rojhilatê Kurdistanê li ber xwe dan, heta şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna xwe mezin kirin û niha jî gelê Îranê ji bo daxwaza mafên xwe û rûxandina rejîma komara Îslamî ya Îranê roleke girîng dilîzin.
Her wiha li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinên azadîxwaz, jin ji bo maf û parastina xaka xwe li çeperên berxwedanê li dijî dijmin têkoşiyan û wekî ku hat dîtin ku di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de, şervanên jin çeteyên DAIŞ’ê têk birin. Vê têkoşîn û berxwedana bi heybet a ku li cîhanê deng veda, bi navê Şoreşa Jinan hat nasîn.
Li cihekî ku êrîş hebe ji aliyê mirovî û olî ve tişta ferz ew e ku mirov xwe biparêze û bersiv bide
Di 6’ê Çileya îsal de dubare bi desteka dagirkeran, HTŞ û komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşî ser taxên Kurdan ên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiye kirin. Şer hefteyek li hemberî bi hezaran çeteyan, teng, top û balafiran hat meşandin û di encame de bi dehan mirovên sivîl hatin kuştin, birîndar bûn û bi sedan kes jî winda ne. Gelek şervanên hêzên parastina hundirîn jî divê êrîşê de berxwedanek bêhempa kirin.
Li cihekî ku li hemberî ewqas li hemberî hovîtî, êrîşên berfireh û îxaneta navneteweyî berxwedaneke rewa û mafdar tê raberkirin; melayê bi navê Mezher Xûresanî ku xwedî feraset û fikrên DAIŞ’ê ye bêrêzî li hemberî têkoşîna şervanên jin kir û diyar kir ku erka jinan ew e tenê di malê de bin û xizmeta malbata xwe bikin. Gelo ew mele nabîne ku jinên li malên xwe bûn jî bi zarokên xwe re hatin kuştin û revandin? Li cihekî ku êrîş hebe ji aliyê mirovî û olî ve tişta ferz ew e ku mirov xwe biparêze û bersiv bide êrîşan. Em jinên çalakvan, parêzer û pêşmerge ji ber gotinên mela wî bi tundî şermezar dikin û em dixwazin bidin zanîn ku me li hemberî mela Mezher Xuresanî doz vekiriye.
‘Şervanên jin sembola berxwedana neteweya Kurd in’
Desteya Avakera Yekîtiya Jinên Pêşmerge Emîd Nahîde Ehmed diyar kir ku jinên Kurd di hemû qonaxan de di parastina xak û welatê xwe de xwedî roleke girîng bûn û got: “Di dîrokê de gelek jinên li dijî dijî dijminên Kurdan şer kirine hene. Di pêşîlêgirtina dagirkeriyê û niha jî di pêvajoyên aştiyê de jinan roleke girîng lîstine. Mela Mezher Xûrasanî bi nêrînên xwe nîşan dide ku hêza jinan kêm dibîne, di demeke ku dîrokê piştrast kiriye hêza jinan di şeran de heye. Ji berê ve jin pêşmerge ne û xebatên wan hebûn. Di serdema pêxemberan de jinan di şer û bazirganiyê de roleke girîng lîstine.”
‘Em piştgiriya xwe ya ji bo jinan bidomînin’
Emîd Nahîde Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em pêşmerge ne, em şervan in. Ji destpêkê ve heta dawiyê em bi doza xwe re ne. Em li her aliyê Kurdistanê dixebitin. Piştgiriya hemû jinan dikin. Jin di civakê de bijîşk û mamoste ne. Di hemû qadan de jin dixebitin. Dema rûbirûyî şer dibin jin pêşî li dagirkeriyê digrin, ji jinan ditirsin. Gelo ma ew mela nabîne ku Kurd li wê derê dîl hatine girtin, rastî destdirêjî, kuştin û heqaretê tên? Emê heta henaseya xwe ya dawî bi şevanan re bin û parastina mafên xwe bikin.”