Pêşhilbijartinên namzetên jin yên Firatê didomin
Pêşhilbijartinên jin yên hevşardarên kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe duyemîn de li navçe û beldeyên kantonê dewam dikin.
Kobanê – Pêşhilbijartinên namzetên jin yên rêxistina Kongreya Star ku dê beşdarî hilbijartinên hevşaredaran ya di 30’ê Gulanê de bibin, li kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
Piştî ku duh pêşhilbijartin li navçeyên Kobanê û Eyn Îsayê pêk hatin, îro jî li navçeyên Qinê, Şêran, Çelebî, Sirîn û beldeyên Pêndir, Til Xezal, Hîşê, Cirin û Remalê pêşhilbijartin pêk tên.
Jinên van deveran ji satên sibehê ve diherikin ser sandoqan da ku namzetên xwe hilbijêrin.
Dê encamên pêşhilbijartinan di seatên êvarê de werin eşkere kirin.