Pêşhilbijartinên namzedên jin ên Til Temirê dest pê kir

Îro, bi destpêkirina pêşhilbijartinên namzedên jin ên hevşaredarên Til Temirê, jin berê xwe didin sindoqên ku ji bo dengdanê hatine danîn.

Hesekê - Piştî ku Meclisa Gelan a Demokratîk li ser qanûna hejmar 5 a 2024’an der barê hilbijartinên şaredariyan de di Hevpeymana Civakî de erê kir, komîsyona bilind a hilbijartinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30’yê Gulanê weke roja lidarxistina hilbijartinên şaredariyên demokratîk eşkere kir.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî amarên Rêveberiya Xweser dê 3 milyon kesên temenê wan ji 18 mezintir ji bo hevşaredarên 121 şaredariyên li 7 kantonan 30’î Gulanê hilbijartin pêk werin.

Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk ku di 17’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê tifaqa xwe ragihandibûn, pêşhilbijartinên xwe ji bo namzedên jin berdewam dikin.

Îro jî li ser asta navçeya Til Temirê û her du bajarokên wê Xera û Qibûr Qerajina pêşhilbijartina namzedên jin ên hevşaredar ji bo avakirina şaredariyeke demokratîk, di demijmêr 09:00 sibehê dest pê kir û wê demijmêr 15:00 deriyên dengdanê werin girtin.

Jin berê xwe dan sindoqan

Namzedên jin ên ku xwe ji bo pêşhilbijartinên her du Şaredariyên Gel ên navçe û bajarokan bin hilbijartin ev in: Melsa Dêrikî, Nûra Ebdulkerîm, Sabrîn El-Ehmed, Xîtam Îbrahîm û Zeyneb Mihemed El-Ehmed.

Di saetên sibehê jinan berê xwe berê xwe dan sindoqên dengdanê yên ku li navendên Kongra Star li navçeyê û bajarokan hatine bicihkirin.

Piştî ku pêşhilbijartin biqedin û hejmartina dengan bi dawî bibe wê Kongra Star daxuyaniyekê jinên ku dê bibin namzedên şaredariyan eşkere bikin.