Pêşengên ji nû ve jidayîk bûne: Jinên ku bûne Newroz

Jinên ku ji dîrokê ve yek bi yek bedenên xwe kirine meşale, îro bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûne sembola têkoşîna azadiyê ku li qadan bilind dibe.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Newroz, sembola hişyarbûna xwezayê, ji nûve zindîbûna xakê û nûbûna jiyanê ye. Ji tarîtiya zivistana reş ber bi zindîbûna biharê ve, ne tenê guherînek werzî ye, di heman demê de îfadeya hilberandina ji nûve dayîkbûnê û zêdebûnê ye jî. Bi vê wateyê Newroz, hebûn û rengên herî bi hêz ên jiyanê di hundirê xwe de hildigre.

Ji vî alî ve, bi jinên ku jiyanê vedijînin dilsoziyek kûr ava dike. Jin wek xwezayê, nûnertiya nûbûn û ji nûve jidayîkbûnê û domandina jiyanê dike. Ji ber vê Newroz, hêza jinan a xûliqkar, îradeya ji nûve avakirina jiyanê, wek sembola herî bi hêz wate qezenc dike.

Hêza jinê û Newroz

Agirê Newrozê ne tenê şiyarbûna xwezayê ye, di heman demê de têkoşîna azadiya jinan, hebûn û ji nûve avabûnê jî ronî dike. Îro diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku hema bêje li hemû kolanên dinyayê bilind dibe, bi temamî vê pêwendiyê heyî dike. Bi bîr dixe ku jiyan, azadî ji nûve ji dayîkbûnê li gel jinan wate qezenc dike. Wateya dîrokî ya Newrozê, bi taybetî bi têkoşîna ku bi pêşengtiya jinan hatî dayîn veguheriya rastiyek hê kûrtir û şênber. Jinan bi çalakiyên xwe, berxwedana gelê Kurd di Newrozan de şênber kiriye. Jinan bi gurkirina agirê Newrozê, rola xwe ya pêşeng bi awayek bi hêz derxistiye holê. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û gelek jinên din, nîşan dan ku Newroz ne tenê wek rojek pîrozkirinê, her wiha kevneşopiya berxwedanê ku bi bedêlan hatî hûnandin e. Ev jin û gelekên din bedenên xwe veguherandin meşaleyan, wateya Newrozê ji nûve nivîsandin û biser xistin ku têkoşîna azadiyê bikin cihê herî bi hêz.

Newroz heqîqeta berxwedanê ye

Ev kombûna ku jinan bi bedelên mezin pêk aniye, îro di diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyanê didomîne. Jinên ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şekil û alî dane têkoşînê, berxwedana azadiyê êdî di erdnîgariyên berfirehtir de, bi dengek bi hêztir deng vedaye. Qadên Newrozê, îspat kiriya ku jinên Kurd hêza xwe nîşan dane, polîtîk bûne û bûne kirdeya vegûherîna civakê. Newroz bi vî aliyê xwe, ji cejna gelekê zêdetir, bûye sembola jinan a li dijî serweriya mêr daye meşandin. Newroz ji vegotinên mîtolojîk wêdetir, bûye heqîqeta berxwedanê. Ev agirê ku ji Kawayê Hesinkar heta roja îro hatî, bi destê jinan zêde dibe û dibe îfadeya herî bi hêz a azadî, wekhevî û hêviya jiyanek nû ya jinên ku li Tirkiyeyê li aştiyê digerin, li Îranê serî rakirin, li Sûriyeyê di çeperên pêş de şer dikin, li Efganistanê dibêjin ‘ez jî heme’ û li her cihên dinyayê li dijî zilmê bi hûnandina kezî bersiv didin.

Jin banga îro dikin

Yek bi yek navên jinên ku mîrasek bê hempa ji îro re hiştine, di vê Newrozê de jî tên bîranîn. Jinên ku wateya Newrozê ji nûve nivîsandine, hê ji berê banga îro dikin. Yek ji wan jinan jî Zekiye Alkan e.  Zekiye Alkan ku li Kelkît a Gumuşxaneyê ji dayîk bûye, xwendekara beşa tipê ya Zanîngeha Dîcleyê bû. Têkoşîna azadiyê di zanîngehê de nas kir. Zekiya Alkan di Newroza beriya ku çalakiyê bike de, li Amedê li parkekê li gel havalên xwe hate ba hev, ji nişka ve hemû pereyê di berîka xwe de derxist û şewitand. Li ser pirsa hevalên wê ya ‘tu çidikî?’, bersiva ‘Ez Newrozê pîroz dikim’ da. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’yî hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt. Li dijî zilmê bêdeng nebû. Zekiye Alkan di 21’ê Adarê 1990’an de bi cilên xwe yên reş derket ser Sûrên dîrokê yên Amedê û bedenê xwe da ber agir. Zekiya Alkan ku agirê Newrozê bi bedenê xwe pêxist, bû qehremana gelê Kurd. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê çalakiya Zekiye Alkan de wiha gotibû: “Ev rastiyek gelek girîng e ku, di rêjeya ku jina Kurd, şiyar bûyî, rêxistin bûyî, qat û qat xwe azad kirî, Kurdistan hişyar bûye, zindî bûye, azad bûye û gihaye qadek lê were jiyîn.”

Binefş Agal û jinên Cizîrî

Binefş Agal (Bêrîvan) jî bi çalakiya xwe navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsand. Bêrîvan di sala 1966’an de li navçeya Bişêriya Êlihê ji dayîk bû, keça malbatek Êzidî bû. Di darbeya 12 Îlona 1980’an de li gel malbata xwe koçî Ewropayê kiribû. Bêrîvan li Ewropayê di Nîsana 1984’an de, bi armanca ji bo derbeya 12 Îlonê û zextên li Kurdistanê bide bihîstin û protestokirina nemirbûna Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bilgîn ku bi komployê li çiyayên Kurdistanê di 2’ê Gulana 1983’an de, di meşa hatî lidarxistin de tenê ew wek jin beşdar bûbû. Beşdariya wê ya têkoşîna azadiyê di civaka Êzidî de bandorek mezin ava kir. Binevş Agal nameya ku ‘min mereq nekin, ez li mala PKK’ê me’ ji malbata xwe re hişt û berê xwe da çiya. Li gel Abdulla Ocalan perwerde dît, li Cizîrê xebatên rêxistinkirinê meşand. Gelê Kurd cara yekem bû şahid ku jinek gerîla pêşengtiyê dike. Ji ber vê ye ku gelek malbatan navê zarokên xwe yên keç kir Bêrîvan. Binevş Agal, li Cizîrê di 16’ê Çileya 1989’an de di operasyona di encama îxbarê de, teslîm nebû, şer kir û jiyana xwe ji dest da. Binevş Agal ku bû sembola serîrakirinê û serhildana Newroza Cizîre rêxistin kirî, piştî tevlî karwanê ne mirian bû, di Newrozê û qadan de bû sembola berxwedanê.       

Zaroka keç a bi keviran re di nava pevçûnê de bûye Newroz

Rahşan Demîrel di 15'ê Tebaxa 1975'an de li Nisêbîna Mêrdînê tê dinê. Malbata Rahşan Demîrel jî wek gelek malbatên Kurd ji ber zextan koç dikin. Rahşan Demîrel gelek ji Nisêbînê hez dikir, dema şertên malbatê dest dida, dem bi dem serdana Nisêbînê dikir. Rahşan Demîrel ku di temenê zarok de zexta dewletê ferq dike, li Nisêbînê tundiya dewletê ya li dijî gelê Kurd qebûl nake. Li Kadîfekaleya ku piranî welatiyên Kurd lê dijîn de, di çalakiyên hatin lidarxistin de, wek zaroka keç a biçûk ku li pêşiya hemûyan bi kevirên di destê xwe de şer dike hate nasîn. Ji serhildanên Cizirê ya 1992’an gelek bandor bû. Rahşan Demîrel ku qedexekirina pîrzobahiyên Newrozê ji televizyonê fêr dibe, sibeha din di 22’yê Adara 1992’an de di saetên zû yê sibehê de derket Kadîfekaleyê û bedenê xwe da ber agir. Abdullah Ocalan derbarê çalakiya Rahşan Demîrel de ev nirxandin kir:

“Şertên bi şer ku girseya me ya li wê derê jiyan kirî, şertên ku ti eleqeya xwe bi azadî û jiyana azad ve neyî, dema bi zindîbûn û balkêşiya Newrozê re dibe yek, çalakiyek wiha ya meşale derdikeve holê.”

Ronahî û Bêrîvan

Ronahî (Bedriya Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) di heman çalakiyê de hatin ba hev. Ronahî di sala 1972’yan de li navçeya Elbistan a Mereşê hate dinê. Ji malbatek welatparêz bû. Di sala 1979’an de li gel malbata xwe koçî Swîsreyê kirin. Ronahî ku beşdarî têkoşîna azadiyê bûbû, demekê di xebatên çapemeniyê de cih girt, piştre derbasî xebatên rêxistina jinan bû. Ronahî û Bêrîvan di perwerdeya bingehîn de li gel hev bûn. Ronahî û Bêrîvan di dîroka 22’yê Adara 1993’an de bi çalakiya ku li bajarê Mannheîm a Elmanyayê lidar xistin de bedenên xwe dan ber agir, wek ‘Şehîdên Newrozê’ hatin îlankirin. Çalakiya wan hem li Kurdistan û hem jî li Elmanyayê bandorek mezin ava kir. Abdullah Ocalan ji bo Ronahî û Bêrîvan pênaseya ‘ên gihîştine sira agir’ kir û di beşek ji nirxandinên xwe de ev tişt got:

“Rêheval Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş), ev keçên Kurdistanê, nameyên bi wate hiştine. Ez bûm şahidê hinek roportajên wan. Cardin nameyên wan, hinek nirxandin û rapor jî hebûn. Hinek jê min dît. Ger azadî ev qas hêsan bûna, Bêrîvan û Ronahî bedenê xwe nedidan ber agir. Ev heval bi nameyên ku hiştine, wateyên gelek mezin hiştine. Rêzdariyek mezin nîşan dan, bi rastî ne mumkîne. Ji hişmendî û nirxandinên wan tê fêmkirin ku tije jiyan kirin.”

 ’Ez bûm Newroz, bûm Mazlum’

Sema Yuce, (Serhildan-Leyla) di sala 1971’an de li Agiriyê hat dinê. Malbata wê tevlî serhildana Agiriyê bûye. Di gihandina kesayeta Sema de bapîrê wê yê xwedî hêza aliyên entelektuel a Kurdistanê bi bandor bû. Sema Yuce di sala 1989’an de zanîngeha ODTU beşa Sosyolojî qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir ciwanên welatparêz nas kir û tevlî xebatên ciwanan bû. Di sala 1991’an de zanîngeh berda û tevlî PKK’ê bû. Li gel Abdullah Ocalan perwerde dît. Sema Yuce piştî demek kin, li qadên Serhedê dest bi xebatan kir. Di sala 1992’yan de di encama îxbarekê de hate binçavkirin û girtin. Sema Yuce, di 21’ê Adara 1998'an de piştî Bîrdoziya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. 

Sema Yuce ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Çalakiya Sema Yuce ji bo tevgera Jina Kurd wek xala veciniqînê hate nirxandin.

Sema Yuce di nameya xwe ya dawî de ev tişt nivîsandin: 

“Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di kêliya ku ez vê nameyê dinvîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyane, kêliyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyan e û em dikarin gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”

Elefteriya Fortulakî ya Yewnanistanî

Berxwedana azadiya jinên Kurd, bi Elefteriya Fortulakî ya Yewnanistanî de deng veda. Elefteriya Fortulakî ya 23 salî, li dijî rola Yewnanistanê ya di komploya dijî Abdullah Ocalan de û zilma li dijî Kurdan, di 24’ê Adara 2006’an de li baxçeyê Dêra Aios Agios Milanos ya Atînayê, bedena xwe da ber agir. Elefteriya Fortulakî di 27’ê Adara 2006’an de li nexweşxaneya ku lê tadawî dibû de jiyana xwe ji dest da. Elefteriya Fortulakî dema ku sedema vê çalakiya xwe ji malabata xwe re gotibû de ev bang kiribû:

“... Dewleta me jî heye. Lê ya Kurdan nîne. Divê zarokên me du zimanan fêr bibin, dayîka wan Yewnan, bavê wan Kurd e. Ji sedî 50 Yewnan, ji sedî 50 Kurd in. Ez dizanim ev çalakî ne terzek baş e. Ji hemû Şehîdên Kurdistan û Rojhilata Navîn re silav. Ez îsal Newrozê pîroz dikim lê kêmek dereng. Wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demîrel û yên ku ev çalakiyên pîroz kirine. Biryardariya wan gelê Kurd û Kurdistanê mezin kir. Dîroka Kurdan mezin kir. Ez destê dayîkên şehîdan û dayîkên aştiyê maç dikim.”