Pêşengên Şoreşa Rojava di çeperên berxwedanê de ne
Pêşengên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên Şamê li çeperên berxwedanê cihê xwe girtin.
Navenda Nûçeyan-Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Pêşengên Şoreşê jî di berxwedanê de cihê xwe girtin.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, Xerîb Hiso, Endama Konseya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif jî çek hilgirtin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî ku peymana teslîbûnê ku duh Şamê ferz kiribû îmze nekir, wêneyê xwe yê bi çek parve kir.