Pêşenga ciwan û wêrek: Avzem Çiya
Dapîra şervana YPJ’ê Avzem Çiya ya ku di 2’yê Çileyê de li Bendava Tişrînê di encama êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku neviya wê di eniyên berxwedanê yên herî pêş de cîh girtiye û ew bi neviya xwe serbilind e.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250206-manset-jpgf11146-image.jpg)
HAVÎN AHMED
Qamişlo – Bi destpêkirina Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re keçên ciwan ref bi ref beşdarî nava refên Hêzên Parastina Jinê HPJ’ê bûn. Di 4’ê Nîsana 2013’an de Yekîniyên Parastina Jinê (YPJ) bi awayek fermî xwe eşkere kir. Serdema ku em tê de dijîn, hemû kêliyên wê bi serpêhatiyan dagirtî ye, bi taybetî şiveriya ber bi azadiyê ve diçe, têkoşîn û berxwedan, bi gelek serpêhatiyên lehengî dagirtî ye. Yek ji wan lêgerînerên azadiyê ku di vê şeveriyê de meşiya jî, şervana YPJ’ê Avzem Çiya ye.
Avzem Çiya li bajarê Qamişloyê di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Du zarokên malbatê hebûn. Di sala 2022’yan de tevlî nav refên YPJ’ê bû. Di salên xwe yên nava YPJ’ê de di eniyên herî pêş de cîh girt, di 2’yê Çileya 2025’an de li cîhê berxwedanê, li Bendava Tişrînê di encama êrîşek de tevlî karwanê nemiran bû.
‘Gelek jîr û jêhatî bû’
Dapîra wê Behiya Hisên ji me re qala neviya xwe Avzem Çiya kir. Dapîra Behiya got ku “Ne wek neviya min bû, wek keçika min bû” û bi van gotinan kesayetiya wê vegot: “Her dem ji hevalên xwe pir hez dikir û her kesî jî jê hez dikir. Tu car zirarê nedida kesek. Ji pola 3’yan heta ya 6’an li ba min bû, min ew xwedî dikir. Keçikên min tunebûn, ew bibû keçika min. Li dibistanê de jî gelekî jîr bû, ders dida birayê xwe û her dem di refa yekemîn de bû. Dema li gel min bû, li gorî hêza xwe çi ji destên wê dihat dikir û ji min re dibû alîkar.”
‘Em wek heval bûn’
Dapîra Behiya da zanîn ku Avzem Çiya rojek beriya ku tevlî nav refên YPJ’ê bibe, bi birayê xwe re dîlan girtine lê kesî fam nekiriye ku çima dîlan digirin. Behiya Hisên da zanîn ku piştî neviya wê tevlî nav refên YPJ’ê bûye, nû fam kiriye ku ew rê ji xwe re bijartiye û wiha got: “Ez û wê mîna heval bûn. Gelek dilnazik û hêstewar bû, di her alî de ji min re dibû alîkar. Bi her kesî re têkiliyên wê hebûn. Dilê kesî ji xwe nedihişt. Tu carî ji min re behsa çûyîna xwe nedikir. Dema min digot ez ê ji te re hinek tiştan bikirim, nedihişt. Min jî nizanibû ku ji ber vê yekê ye.”
‘Em bi wê serbilind in’
Behiya Hisên bal kişand ser riya ku neviya wê ji xwe re bijartiye û serbilindiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Tevlîbûna wê bi îrade bû, em nikaribûn pêşiya vê yekê bigirin. Dema ku dê tevlî bibe, çenteyê xwe datîne dibistanê wisa derdikeve diçe. Wê ew rê ji xwe re bijart û çû. Ew jî weke hemû hevalên xwe gihîşt qenaetek. Wê riyek ji xwe re bijart, em pê serbilind in.”