Perwerdeya bi zimanê Kurdî ya di bin konan de dest pê kir 29 sal in didome

Li wargeha Mexmûrê perwerdeya bi zimanê Kurdî ya di bin konan de dest pê kir 29 sal in didome. Mamosteya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay Xantûr Kara bi boneya roja cejna zimanê Kurdî qala sîstema perwerdê ya ku li wargehê hatî rûnişkandin kir.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Li gorî heqîqeta dîrokî ya mirovahiyê, ziman ne tenê hêmaneke bingehînî ya ragihandina di navbera mirovan de ye. Ziman çand, nasname û heqîqeta civakê ye. Ango ziman pênaseya hebûna nasnameya civakbûyînê ye. Ziman dergûşa hemû afirandinên mirovan e. Her netew çand û hunera xwe bi zimanê xwe dihûne.

Ziman di navbera qewmek an netewek de pira dûh û îro ye. Her gel û netewek xwedî zimanekî taybet e ku bi rêya wê hem taybetmendiyên xwe hem jî hebûna xwe diparêze. Gelê Kurd jî yek ji wan gelane ruxmê ewqas êrişên qirkirinê jî karîne bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin. Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevin yên cîhanî ye. Zimanê Kurdî jî wek gelek zimanên din bi salane rastî êrişên qirkirin û asîmîlasyonê tê û di bin bandora zimanên serdest ên derdora wê de mayî ye. Lê ruxmê ewqas êrişên asîmîlasyonê jî gelê Kurd bi rê û rêbazên cuda zimanê xwe parastine.

Yek ji wan cihên ku zimanê Kurdî lê hatiye parastin wargeha penaberan a Mexmûrê ye. Xelkê ku di sala 1994’an de ji ber zilma dewleta Tirk, ji Bakurê Kurdistanê neçar man koçberî Başûrê Kurdistanê bibin, hertim hewldane zimanê xwe pêşbixin û biparêzin. Gelê ku ji ber zext û êrişên PDK'ê neçar ma koçberiya xwe bidomîne, li her kampa ku çûyîn xebatên xwe yên perwerdehiyê domandin û pêş xistin. Li her kampa ku bi cih bûne, ji bo zarok bê perwerde nemînin, qursên xwendin û nivîsandinê dan destpêkirin.

Cara yekem di sala 1995’an de li Kampa Etrûşê bingeha pergala perwerdeya bi zimanê Kurdî di konan de hat avêtin. Piştî ku derbazî wargeha Mexmûrê dibin, di sala 1998’an de bi koçberiyê statûya penaberiyê wergirtin û dibistanên xwe ava kirin û pergaleke nû ya perwerdeyê pêş xistin. Ji sala 1998’an û vir ve 5 dibistanên dayîkê, 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn û yek ji ya amedeyî heye. Ji bo gelê wargehê perwerde û xwerêxistinkirin bingeh bû. Li wir jin, zarok, ciwan û giştî gel di pêvajoya avakirina civakê de dest bi perwerdeya xwe kirin.

Mamosteya Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay a li wargeha penaberana a Mexmûrê Xantûr Kara, bi boneya roja cejna zimanê Kurdî ji ajansa me re axivî û qala sîstema perwerdê ya ku li wargehê hatî rûnişkandin kir.

Xantûr Kara di destpêka axaftina xwe de roja zimanê Kurdî li tevayî gelê Kurd pîroz kir û got: “Bê guman dema em îro temaşeyî dîroka mirovahî û civakbûna di serdema îro de tê jiyankirin dikin, ji destpêka mirovahiyê heta roja îro ziman xwedî wate û girîngiyek cuda ye. Ji ber ku her netewek, çandek û nasnameyek navê xwe ji zimanê xwe digire. Dema em îro xwe wek netewa Kurd û erdnîgariya xwe jî wek Kurdistan binavdikin bê guman em ji nasname û zimanê xwe digirin.”

‘Ziman man û nemana mirov an jî civakê dide diyarkirin’

Xantûr Kara di dewama axaftina xwe de bi van gotinan girîngiya ziman bilêv kir: “Wek gelê Kurd em di gelek serdemên qirkirinê re rû bi rû mane. Bi taybet jî hêzên serdest û hegemon hertim xwestine me ji nasname û zimanê me dur bixin û bi bişaftinê re derbaz bikin. Herçiqasî em hatibin qetilkirin, talan û wêrankirin jî di dîrokê de me kariye zimanê xwe biparêzin. Gelek netew hene navê wan ji dîrokê jî hatine tunekirin, ji ber ku nekarine zimanê xwe bidin berdewamkirin. Min xwest vê bibêjim ku, wate û girîngiya ziman ji bo civakan gelek cuda ye. Ango man û nemana mirov an jî civakê dide diyarkirin.”

‘Xelkê wargehê di her şert û mercî de perwerdeya ziman ji bo xwe esas girt’

Xantûr Kara destnîşan kir ku li ruxmê zehmetiyên penaberiyê jî xelkê wargehê hertim perwerdeya ziman ji bo xwe esas girtine û got: “Ger em wek civaka Mexmûrê binirxînin heta çi astê zimanê Kurdî di jiyana me de cihgirtiye, divê em qala jiyana penabertiya salên destpêkê bikin. Ruxmê bêderfetiyên heyî jî gava destpêkê ku di destpêka penabertiyê de hatî avêtin, avakirina saziyên ziman, dibistan û xwendina zarokên vê wargehê bi zimanê Kurdî bû. Dibe ku wê demê ne di wê ferqê de bûn ku bibêjin emê dibistanên amedeyî, zanîngeh an jî pîşeyî bidin avakirin. Lê dinava wan şert û mercên herî zehmet de xwedayîna perwerdeya zimanê Kurdî, mirov dikare bêje bijarteka herî mezin ya welatparêziyê ye.”

‘Wek gelê Mexmûrê em bi şansin ku îro em bi zimanê xwe dixwînin’

Kara, dinava axaftinên xwe de bal kişand ser wê yekê ku xwendina zimanê Kurdî ya li wargehê bi berdêlên giranbiha hatiye bidestxistin û got: “Di roja îro de wek rehendek ya Netewa Demokratîk mirov dikare bêje rehenda perwerdê ye. Emê çiqasî bikaribin dinava civakê de zarokên xwe bi zimanê Kurdî, çand, dîrok û nasnameya xwe perwerde bikin û mezinbikin. Ev perwerdeyên ku ji bo zarokan tê dayîn jî, ji nifş derbazî nifş dibin. Ango bingehek tê avakirin. Her zarokek ku li vir dixwîne û xwe perwerde dike di ferqa zanabûna vê de ye. Îro zarokek Kurd li bajarek yê Tirkiyê an jî ji dervey welat ne bi zimanê dayîka xwe bixwîne yan bipeyive. Wek zarok û gelê Mexmûrê em bi şansin ku îro em bi zimanê xwe dixwînin. Bê guman ev bi ked û berdêlên giranbiha hatiye qezenckirin. Mirov dikare bêje bi saya keda zarokên vê wargehê yên ku di penabertiyê de ji dayîkbûne û gihiştine mertebeya şehadetê û taybet jî bi saya keda Rêber Apo hatiye bidestxistin.”

Xantûr Kara da diyarkirin ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî divê kadroyên perwerdeyê werin avakirin û got: “Wek wargeha Mexmûr ku bi zimanê xwe diaxivin, xwe perwerde dikin, xwe rêve dibin, herwiha xwedî meclis, sazî, komîte û qadek berfireh ya perwerdê ye lê dîsa jî em vê kêm dibînin. Ji bo ku em bikarin hîn zêdetir berfireh bikin û wek şaneyek bingehîn ya Kurdistanê bidin li Mexmûr bidin avakirin qadroyên perwerdê bidin avakirin. Ne tenê ev sîstema ku li Mexmûr tê jiyankirin mirov bikare vê sîstemê bi taybet Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bide jiyanîkirin.”

‘Divê em hîn zêdetir zimanê xwe jiyan bikin û bidin jiyankirin’

Xantûr Kara bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pêşniyar û daxwaza me tenê ew e ku di kolana de be bi zimanê xwe, di malê de be bi zimanê xwe û di xwendinê de jî bi zimanê xwe biaxivin û bixwînin. Ji bo ku em bikarin pêşiyên me yên ku vî zimanî radestî me kirine radestî nifşên piştî xwe bikin divê em hebûna zimanê xwe bidin berdewam kirin. Sedema netewperestiya ku herî zêde li Bakurê Kurdistanê tê meşandin ew e ku gelê Kurd bi zimanê xwe ne axivin û nasnameya xwe qebûl nekin. Li ruxmê êrişên ku li ser me têne meşandin bi taybet jî tecrîda ku li ser Rêbertî û êrişên li ser Herêmên Parastina Medya têne meşandin, berxwedanek bêhempa tê meşandin. Her cihekî ku Kurd û zimanê Kurdî lê hebe bi êrişan re rû bi rû tê. Ji bo wê jî li her cihê ku Kurdî lê hebe divê berxwedan û têkoşîn hebe. Asta têkoşînê bilindkirin tê wateya asta zimanê Kurdî bilindkirin. Divê em hîn zêdetir zimanê xwe berfireh bikin, jiyan bikin û bidin jiyankirin.”