‘Perwerda Sûriyeyê serdema zanistê digre serdemek tundrew vedike’

Guhertinên dawî yên di mufredatên dîrok, erdnîgarî û olî de li Sûriyeyê nîşan dide ku serdemeke rewşenbîrî tê girtin û serdemeke din a radîkalî û tundrewtir tê vekirin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Wisa xuya dike ku daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê ya destpêkirina pêvajoya nirxandin û yekkirina mufredatên li herêmên cûda yên Sûriyeyê, ne tenê tedbîrek rêxistinî ya derbasbûyî bû. Her wiha daxuyaniyek fermî ya bidawîbûna serdemeke rewşenbîrî ya ku bi dehsalan dom kir û destpêka serdemeke nû bû ku taybetmendiyên wê fikarên rastîn û kûrtir derdixin holê ye.

Derdorên perwerdê li benda mufredatên nûjen bûn ku li ser bingeha vebûna zanistî û ramana rexnegir di serdema 21’an de ku teknolojiya di astên xwe yê herî bilind de ye. Lê guhertinên dîtbarî û termînolojiyên nû yên pêk hatine, meyleke xeternaktir ji bo hişê nifşên pêşerojê nîşan didin, wan bêtir ber bi tundrewî û hişmendiya baviksalar ve dikşînin.

Guhertinên di branşên qonaxa seretayî de hatine çêkirin, ji jiholêrakirina wêne û peykerên navneteweyî û veşartina wêneyên peyker û peykerên dîrokî bigire heya guhertin û rakirina bi zanebûn a wêneyên jin û zarokên keç bi ferzkirina hîcab û cilbabê li ser wan, heta bijîşkên jin jî. Wêneyên zarokên keç bi kuran guhertine, keçên ku hiştine jî hîcab li wan kirine û li kuran jî gelabiyên dirêj kirine.

Ev guhertin ji cil, hîcab û cilbabê wêdetir e, di bin navê îslam û şerîetê de hewldanên vegera li serdema cahiyê ye û binaxkirina zanistê ye. Biranşên guhertî yên îro bandorên kûr û demdirêj li ser nifşan çêdike û stratejiya Wezareta Perwerdehiyê ya îsal gelek xeternak e. Ew bandorên kûr, dûrûdirêj ên psîkolojîk û perwerdehî li ser pêşveçûna psîkolojîk a xwendekarên keç û kur dihêle.

Têkildarî guhertinên çêbûn, di warê perwerdehî, psîkolojî û malbatî de mamosteya Zimanê Kurdî Rojîn Mûsê, Psîkolog Betûl Iwêra û dayîka xwendekarên pola seretayî Semîra El-Hesen ji ajansa me re axivîn.

Qada perwerdê

‘Branşê 2011 li beramberî mufredatên 2026’an pir cûda ye’

Rojîn Mûsê got guhertinên di branşên Sûriyeyê yê ku ji aliyê Wezareta Perwerdê ve hatine çêkirin ne di dema xwe de hatiye û nakeve xizmeta xwendekaran ku bi hişmendiyeke yekalî û reşîtiyê bixwînin û wiha pêl da gotina xwe: “Li hember branşên 2020-2026’an û 2011-2016’an guhertinek pir mezin di branşên qonaxa seretayî ya 2025-2026’an çêbûye, ku me mezinan matmayî dihêle. Ji holêkirina wêneyên keçan an jî liwankirina hîcab û cilbabê hişmendiyek çawa dide çandin? Bila her kes bizanibe ku Sûriyeyê ne yek reng, yek ol û yek ziman e. Ji lewra pirrengiya Sûriyeyê dewlemendiya wê ye, bi vî awayî Sûriye xweşik dibe. Ferzkirina branşên yek ol, yek ziman û yek reng, çewisandina gelên ku li Sûriyeyê dijîn e.”

‘Em zarokên xwe fêrî zanistan dikin ne hişmendiyeke yekalî’

Rojîn da zanîn ku ew zarokên xwe fêrî zanistan dikin û wiha xeteriya ku wê branşên nû li ser zarokên wan ferz bike û hişmendiya wan bide guhertin wiha bilêv kir: “Hişmendiya yek olî hişê zarokên me diçewisînin, em zarokên xwe ji bo pêşketinê û garantiya pêşerojek bi ronahî fêrî zanistan dikin. Ne pêşerojek tarî ku nakeve xizmeta zarokên me yên pêşerojê. Ji ber hişê zarok mîna komputerek vala ye, tu çi bikî hundir, wê digre. Nifşên îro bi teknolojiyê re mezin dibin, bi guhertinên ku çêdibin re jî wê bikevin ferqa wê. Mînak; di pirtûkan de tiştek heye lê di jiyanê de tişt û hûrguliyên xweşiktir hene. Dibe beşek biçûk ji xwendekaran bi branşên îro bi saya malbat û teknolojiyayê bandor nebin, lê beşek mezin wê bandorek negatîf bi hişmendiya tarî a ku tê ferzkirin bijîn. Ji lewra branşên îro helandina hişê ku wê pêşerojê me birêve bibin e.”

Rojîn bang li UNICEF’ê kir û sedema wê wiha anî ziman: “Em bang li rêxistinên mafên mirovan û zarokan tevî hemû cîhanê dikin, ne bi gotinê tenê bi pratîkê jî piştgiriya me bikin.”

Psîkolog

‘Branş jin di wêneyekî diyarkirî de bi cih kir’

Psîkolog Betûl Iwêra jî got ku branşê perwerdehiyê rola jinan bêbandor nake lê ew jinan di wêneyekî diyarkirî de bi cih dike û wiha bal kişand ser perspektîfa psîkolojiya perwerdehiyê: “Ji perspektîfa psîkolojiya perwerdehiyê branş ne tenê ji bo dayîna agahdarî û zanînê ji zarok re ye. Ew di heman demê de beşdarî şekildana hişmendî û têgihîştina zarok a li ser xwe, yên din û civakê dibe. Ev tê vê wateyê ku zarokek dikare ji vê guhertinê bandor bibe, dema ku ew hin kesayetiyên ku di biranş de bi rengek sînorkirî hene dibîne, dibe ku nêrînek teng û sînordar a rola jinan bipêş bixe.”

‘Yekem hawîrdor ku zarok tê de nirxan, wekhevî û qebûlkirina cudahöyan fêr dibe malbat e’

Betûl tekez kir ku malbat yekem hawîrdor e ku zarokek tê de nirxan, wekhevî, berpirsyarî, hevkarî û qebûlkirina cudahiyan fêr dibe û wiha destnîşanî berpirsyariya malbatê kir: “Em wekî dêûbav dikarin van nirxan ne tenê bi rêberiya devkî, her wiha bi tevgera xwe ya li ber zarokên xwe jî biçînin. Em dizanin ku zarok van nirxan bi rêya teqlîdkirin, çavdêrîkirin û modelkirinê fêr dibin. Ev yek berpirsyariyekê dide ser dayîk û bavan ku ji her kiryar û tevgerê ku ew li ber zarokên xwe nîşan didin haydar bin. Bi belavkirina rolan di nav malbatê de û di navbera kur û keçan de bêyî ku zayend an meyla cinsî li berçav bê girtin.”

Berçavgirtina nakokî û pirsên zarok

Betûl xaleke girîng ku dê demên pêş derbikeve holê jî bibîr xist û got: “Girîng e ku nakokî û pirsên ku dibe ji zarokan derkevin holê ji ber guhertinên dawî yên branşên perwerdehiyê li berçav bên girtin. Ev guhertin ne tenê bi branşê perwerdehiyê bi faktorên din ve jî girêdayî ne. Wekî guhdana mamosteyan ji pirsên xwendekaran re û pirsên ku zarok dê ji dêûbavên xwe ji ber van guhertinan bipirsin.”

Semînerên perwerdehiyê

Betûl got ku “Civak tevî dibistan, medya û civakên çandî bi rêya hişyarkirinê û lidarxistina semînerên perwerdehiyê ji bo bicihkirina nirxên bingehîn di civaka me de, beşdarî xurtkirina van nirxan a di zarokan de dibe. Ev yek bi rêya diyaloga vekirî di navbera zarokan û kesên li dora wan de dibe.

Kengî xwebaweriya keçan di civaka ku beşek jê ye kêm dibe?

Betûl ragihand ku aydiyet ew e ku mirov hîs bike beşek ji civakê ye lê dema ku roleke sînorkirî ji jinekê re tê dayîn, ev dikare hesta wê ya aydiyeta bi civaka ku tê de dijî kêm bike û wiha pêl da gotina xwe: “Bawerî xwe ji du çavkaniyan digire, aliyê psîkolojîk nirxandina xwe û têgihîştina xalên bihêz û qels vedihewîne. Çavkaniya din teqdîrkirina kesên li dora jinê û naskirina hebûna wê ji hêla civakê ve ye. Lê belê, dema ku civak roleke taybetî dide jinekê, ev dikare bibe sedema xwebaweriya kêm di hin keçan de.”

‘Branşê perwerdê di bilindkirin û kêmkirina baweriya keçan de xwedî rolek stratejîk e’

Betûl behsa faktorên xwebaweriya kêm a keçan kir û got: “Xwebaweriya kêm ne tenê bi branşê perwerdehiyê ve girêdayî ye, faktorê malbat, rêbazên civakîbûnê, civak û kesên ku bi jinê re têkilî datînin vedihewîne. Mufredatên perwerdehiyê jî roleke girîng di bilindkirin an kêmkirina xwebaweriya keç û kuran de jî dilîze. Dema ku ew rolên xwe wekî sînorkirî û bi wêneyek taybetî ve girêdayî dibînin, ev dikare bandorek neyînî li ser şiyana wan a îfadekirina xwe di nav civakê de bike.”

Afirandina hawîrdorek bi ewle lê ji bo bidestxistina çi!

Betûl di dawî de ji bo bidestxistina tenduristiya derûnî û perwerdehiyek baştir ev tişt gotin: “Eger em bixwazin ji bo zarokên xwe hawîrdorek bi ewle biafirînin û alîkariya wan bikin da ku bighên astek perwerdehiyê ya baş û tenduristiya derûnî ya baş bi dest bixin, divê em veguhestina agahdariyê bi awayekî hevseng û yekgirtî bifikirin. Her wiha bi berçavgirtina cihêrengiya çandî ya ku em tê de dijîn jî, ji bo ku zarok bikaribe hawîrdora ku ew lê dijî bi hemû cihêrengiya wê qebûl bike.”

‘Guhertina di branş de wê nakokiyê bike nav civak û xwendekaran’

Dayîka du xwendekarên qonaxa seretayî Semîra El-Hesen jî got ku branşên guhertî yê nû zayendperestiyê bi pêş dixe û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji holêkirina wêneyên keç û jinan ji nav mufredatê û liwankirina cilbab û hîcabê, zayendperestiyê bipêş dixe. Guhertina di branş de wê nakokiyê bike nav civak û xwendekaran. Çimkî wê ev zêdetir bipêş bikeve ku ev keç e ew jî kur e. Ev guhertin wê encamên neyînî bi xwe re bîne û dûrahiyê bike nav keç û kuran. Wê fikar û nakokî çêbibin ku qedexe be ew bi hev re bilîzin an jî di gel hev danûstandin bikin.”

Daxwaza dayîkek ji aliyên pêwendîdar

Semîra daxwaz kir ku aliyên pêwendîdar li ser guhertinên di branş de çêbûye rawestin û wiha got: “Divê branş biguherin û ti cûhadîyên zanyedî tê de nîn bin, her du zayend wek hev bin û mafên xwe yê perwerdehiyê bi hev re bidomînin. Li vir gelek netew û ol hene lê branş tekeziyê li ser ola îslamê tenê dike, em ne li dijî wê ne lê mafê netewên din hene ku ol û çand ên xwe jî bixwînin, jê Êzîdî û Xirîstiyan.”

‘Bila siyaset û olperestî ji qada perwerdê veqetînin’

Semîra got ku barê zarokan yê xwendinê giran bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava em bi hev re karê malê çareser dikin, ez zehmetî û astengiyên dikşînin di wan de dibînim. Ji ber îsal branşê Erebî hatiye ferz kirin, di warê perwerdehiyê de jî zarokên me qels bûne, çimkî berê her tişt bi Kurdî dibirin. Ji lewra divê siyaset û olperestî ji qada perwerdê werin veqetandin. Mafê zarokan heye ku perwerdehiyek dirust û parastî, bêyî destwerdanên siyasî çêbibin bibînin. Divê xwendekar zimanê dayîkê û çanda xwe bixwînin bêyî ku bi darê zorê fêrî olek din bibin.”