‘Pergala kotayê jinan bihêz nake’
Namzeta parlamentoya Misrê Dîna Abdilezîz bal kişand ser pergala kotaya jinan a di hilbijartinan de tê pêkanîn û got ku kota, riya sînordarkirina jinan e.
ESMA FETHÎ
Qahîre – Di heyameke siyasî ya ku hêviyên hemwelatiyan qels bûne û pirsgirêkên civakî û aborî yên li welat pir zêde bûne de, hebûna dengê ku dixwazin rola parlamentoyê û amûrên wê yên çavdêrî û qanûndanînê ji nû ve pênase bikin, bilind dibe. Di van rojên ber bi hilbijartina li Misrê ve, hewcedariya vegera qadê û hevdîtina bi kesên ku têkoşîna ji bo temsîliyeta rastîn û pirsgirêkên rojane yên gel digrin ser xwe, roj bi roj zêdetir dibe.
Dema dengdayîn bi awayekî kiryar dest pê dike, bendawariyên gelê Helwanê li ser kesên ku dengê wan bi awayekî cidî bigre û berjewendiyên wan di parlamentoyê de biparêze, zêdetir dibe. Ev hawirdoreke ku zelaliyê mezintir dike, nêzîkbûna rastiyê û kapasîteya dayîna biryarên ku dê di jiyana welatiyan de cudahiyek çêbikin, dixwaze ye.
Herêma hilbijartinê ya Helwanê, bi tevlihevî û rengîniya xwe tê nasîn. Bîjîşk Dîna Abdilezîz vîzyoneke ku dê bi tercubeya parlamentoya berê û xebatên qadê re pêşîniyên vê herêmê ji nû ve rêz bike, pêşkêş dike. Nêzîkatiya wê ya ji bo dozên xizmetê, xwe dispêrê tecrubeyên wê yên çareserkirina daxwazên gel û çareserkirina pirsgirêkên kronîk ên li Başûrê Qahîreyê.
Em bi namzeta parlamentoyê ya 2025’an a ji bo herêma Helwan û Masarayê Dîna Abdilezîz re, li ser motîvasyonên wê yên ji bo namzediyê, xetên bingehîn ên bernameya wê ya hilbijartinê, cihê jinên Misrê yê di sehneya siyasî de, tiştên ku ew dikare di dema parlamentoyê de pêşkêşî gelê Helwan bike, kêmasiyên di pergala lîsteyan de, bandora dabeşkirinên navçeyên nû li ser pêvajoya hilbijartinê, destwerdana serokatiya siyasî û rojevên qanûnî yên wêrek ên mîna nedayîna nefeqayê, mûçeyên karkeran û mafê perwerdeya zarokên keç, axivîn.
*Cara duyemîn namzediya we ya serbixwe gaveke mezin e. Gelo sedema vê îsrarê çi ye?
Biryardariya min a domdariya namzediya min a takekesî ya serbixwe, bingeha xwe ji baweriya min a ji bo bihêzkirina jinên Misrê digre. Pergala kotayê li gorî min cureyekî "bicihkirinê" ye, ne bihêzkirin e. Jina ku bi awayekî takekesî hatiye hilbijartin, bi jêhatîbûna xwe baweriya civakê û kolanê qezenc dike û ev pîvana hêza siyasî ya rasteqîn e. Di vê heyamê de, ji nû ve serî rakirin zehmettir e. Ji ber ku dabeşkirina navçeyê ya nû, ji kotayan re ji sedî 50’yê kursiyan daye û kursiyên takekesî kêm kiriye. Pêşbazî pir dijwar e û bi taybetî jî ji bo namzedên mêr ên difikirin ku şansên wan kêm dibe.
Di heyama berê de, ez bi kampanyayên ku derî bi derî geriyam û min vegot, bi ser ketim. Vê rêbazê gelek jinan teşwîq kiriye ku îsal bêyî tirs û dudilî heman tecrubeyê biceribînin.
*Jin di qada giştî de bi şerê bêbextî û paşgotinan re rû bi rû dimînin. Gelo hûn vê rewşê çawa birêve dibin?
Ev rewşa li dijî hêza aliyê din, nîşan da ku pozîsyon qels e. Her çiqas carna dijwar be jî di aliyê takekesî de bandorê li min nake û min motîve dike. Pirsgirêka min ew e ku dengdêrên asayî ji van derewên provokatîf bawer dikin.
Felsefeya min ew e ku ez guhên xwe nedim perspektîfa "qedeha nîvî vala" û baweriya xwe bi kapasîteya dengdêran a zana tînim. Ez ji her jinê re dibêjim; ger hûn ji her peyva ku tê gotin bi bandor bibin, divê hûn nekevin nava têkoşînê û divê hûn ji aliyê derûnî ve bihêz bibin û riya xwe bidomînin.
*Hûn herêmek piranî ji karkeran pêk tê temsîl dikin. Gelo nêrînên we yên der barê kargeh û mûçeyên karkeran de çi ne?
Pîşesazî, stûna Helwanê ye. Ez girtin an jî firotîna kargehên ku zirar kirine, red dikim. Pêşniyara min ji bo modernîzekirina makîne û pergalan, hevkariyek rêveberî û xebitandinê ya bi bazara taybet re ye. Bi vî awayî ew ê milkê dewletê biparêze û mafên karkeran misoger bike.
Derbarê mûçeyan de jî gelek karker nikarin mûçeya asgarî bigrin û dahata wan li hemberî bihayên heyî ji bo debarê têr nake. Divê mûçe bi hilberînê ve bê girêdan û divê karker di aliyê madî û manewî de qîmet bibîne. Ji ber ku ev bingeha her saziyeke serkeftî ye.
*Dema hûn hilbijartinê qezenc bikin, planên we yên guhertîna di qanûnên malbat û jinan de çi ne?
Di vê qadê de rojeveke min a qanûnî ya zelal heye. Yek ji pêşîniyên min, cezakirina dûrketina ji dayîna nefeqeyê ye. Divê nedayîna nefeqeya zarokan mîna "sûcekî ku zirarê dide rûmetê" bê hesibandin. Divê bav zarokên xwe neterikînin û dayîk neçarî xwestina alîkariyê nebin.
Her wiha ez ê ji bo jinên ku piştî zewacek dirêj ji hevjînên xwe veqetiyan ango hev berdane mafê "para têkariyê” mîsoger bikim. Dê ev yek ji bo hevkariya bi salan berdewam kiriye, bibe tezmînat û jiyana bi rûmet misoger bike. Ez ê piştî hilbijartinan, li ser gelek raman û projeyên ku min plan kirine. xizmetên rasteqîn û domdar ji gelê herêmê re bi pêş bixim û bixebitim.
*Di heyama borî de xebatên we yên xizmetê yên balkeş hebûn. Gelo plana we ya ji bo pêşerojê çi ye?
Li herêmên Tebbîn, Masara û Ereb el-Walîda, xwendekarên dibistana amadeyî yên serkeftî ku malbatên wan nahêlin biçin zanîngehê hene. Tenê destûr didin ku bibin mezûnên dibistana navîn. Di heyama pêşiya me de, ez ê qanûn an pêkanînek ku dê perwerdeya zanîngehê ji bo xwendekarên serkeftî mecbûrî bike, bînim.
Di heyama borî de, me di qadên pêşxistina Helwanê, çêkirina kolanan a bi înterlokan, xizmetên tenduristiyê (Nexweşxaneya Dewletê ya Helwan), weqf û jîngehê de dosyayên çavderiyê vekir û me serkeftinên girîng bidest xist. Em ê van hewldanan bidomînin.
Em ê di heyama pêşiya xwe de, înşaetên nexweşxaneyê temam bikin, qerebalixiya dibistanan çareser bikin û ji bo extiyaran daxwazeke min a pir hêsan lê mirovî heye. Ez ê riyên peyayan veguherînim derenceyên ku dimeşin û bi vî awayî zehmetiya hilkişînê ya extiyaran hêsantir bibe. Her wiha ez ê ji bo xizmetê gelek xebatan bikim.