Perêz Omer: Tirkiye hebûna xwe di dijminatiya gelê Kurd de dibîne
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Çalakvan Perêz Omer got: “Hebûna xwe di dijminatiya Kurdan de dibîne."
Silêmanî- Tevî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca têkbirina destkeftiyên gelê Kurd ku careke din rûyê dagirkeriya dewleta Tirk eşkere dike didomin jî şervan, gelê Kurd û jinan careke din bi têkoşîn û berxwedana ku raber dikin, wateya berwedan û têkoşînê nîşanî hemû dinyayê didin.
Çalakvan Perêz Omer têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelê Kurd û girîngiya yekrêziya gelê Kurd bersiva pirsên me da.
Hûn rewşa niha ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî ez spasiya gelê Rojavayê Kurdistan û şervanan dikim. Ez dinêrim niha şerekî leşkerî, fikrî, aborî, neteweyî û man û nemanê tê kirin. Kurd li ku derê dinyayê bin divê bifikirin divê ‘çi bikin?’ Ev çend sal in hemû aliyên Kurd bi taybetî Rojavayê Kurdistanê tên hedefgirtin. Divê em vê pirsê ji xwe bikin ku vê carê çawa Rojavayê Kurdistan ji vê karesatê rizgar bikin.
Piştî hilweşîna rejîma Esed êriş û gefên dewleta Tirk çi metirsî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir?
Kurd li ser heyvê jî ji xwe re cihekî çêbikin, dewleta Tirk wê dijminatiyê bike. Hebûna xwe di dijminatiya Kurdan de dibîne. Lê belê ya girîng ew e ku Kurd vê carê çawa tevbigerin. Ji dîrokê ve dijminên Kurdistanê her kêlî û her cihê ger hêviyek ji bo Kurd hebe, hewldana tunekirinê dane û niha jî dewleta Tirk vê dijiminatiyê didomîne.
Ya ku dijmin dike jixwe dihat texmînkirin lê ya girîng ew e ku divê Kurd çi bikin? Heta kengê em ê duayê wê bikin ku Kurd bibin yek? Careke din divê Kurd îxanetê nekin û bi destên dijmin negirin? Niha hemû kes bi asanî dikarin ji agahiyan xeberdar bin.
Hêviya min ji desthilatdariya herêma Kurdistanê tune ye. Hikumeta Herêma Kurdistanê bi berpirsyarî nêzî pirsgirêka neteweyî nabe. Ji ber vê divê her kes piştevaniya xwe ji bo Rojava nîşan bide. Êrişên gelek mezin li dijî Kurdan hene. Lê belê derfetên mezin jî hene û di dîrokê de em bawer in, derfeteke bi vî awayî mezin bi destên Kurdan, bi taybetî Rojavayê Kurdistanê neketiye. Ya girîng ew e em hemû bi hev re pêşî li planên dijmin bigrin. Rola hemwelatiyan li her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat bi bandor e û hemwelatî dikarin çalakiyên mezin ên medenî bikin. Ji bo ku welatên serdest careke din Kurdan nekin qurbaniyên berjewendiyên xwe.
Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin û planên li ser vê jî didome. Mirov dikare bibêje pergala konfederalîzma demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe hedef?
Ev pergal bi salan e hatiye avakirin û xwe diparêze, di salên borî de Rêveberiya Xweser dikaribû cihê xwe li herêmê çêbike û were qebûlkirin. Bila em ji bîr nekin jinên Rojavayê Kurdistanê têkoşîneke wisa raber kirin ku hemû jinên cîhanê jê îlham girtin. Dijminên modela Rêveberiya Xweser hebin jî dostên wê li qadan zêdetir in. Gelek kes hene ji dil dixwazin ev model serkeftî be, Rêveberiya Xweser rizgariyek ji sîstema kapîtalîst a cîhanê ye.
Pêkneanîna biryara parlamentoyê di sala 1014’an de der barê hevkariya herêma Kurdistanê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re valahiyek çawa çêkir?
Bi rastî ez ji siyaseta li Başûr a ku di bin bandora dewleta Tirk de ye bêhêvî me. Her çendî desthilatdar di bin bandora dijmin de bin gel newisa ye, tevî dorpêçan jî difikirin ku ji bo Rojavayê Kurdistanê çi bikin. Divê gel dawî li van bandorên siyasî bîne û hewldana avakirina yekitiyê bide. Divê deriyê Sêmalka yê ku ji bo bazirganiyê vekiriye, ji bo alîkariyê jî vekin. Ew kesên ku du caran koçber bûne pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Ji ber wê girîng e dezgehên ragihandinê, hemû kesên ku hest bi metirsiyê dikin pêngaveke alîkariyê bidin destpêkirin da ku hemû kesên Kurd li dinyayê hîs bikin, pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya mirovî, manewî û leşkerî heye. Bi vî awayî dikarin vê derfetên ku ji bo Kurdan çêbûne biparêzin.
Her dem tê gotin ku Hewlêr bêdeng e lê belê li aliyê din ji bo alîkarî û piştevaniyê gel ket nava hewldanan. Hûn weke çalakvanên ku li wê derê dimînin, dizanin dilê gelê Hewlêrê li gel kê ye?
Her dema ku pêwîstiya Kurdan bi alîkariyê hebû, xelkê Hewlêrê piştevaniya xwe nîşan da weke, pêşwaziya koçberan, alîkariya mirovî û çûyîna ji bo şer. Tevî ku xelk mûçe nagire û xelkê Hewlêrê jî di aliyê aborî, xizmetguzarî û bazirganiyê de di nava dorpêçê de ye, bi dehan kes li min û hevalên min bi telefonê geriyan û xwestin ji bo kampanyayê ragihînin, pêwist e çi bikin. Hêvîdar im êdî wisa li Hewlêrê mêze nekin, ji ber ku ev ji bo gelê Hewlêrî neheqî ye.
Bangewaziya we ji bo gel çi ye?
Ez di wê hêviyê de me ku gel nekeve bin bandora planên dijmin û ew şerê derûnî ku tê xwestin li ser her kesê Kurd were kirin û nakokiyên ku hewl didin çêbikin vala derbikevin. Pirsgirêk ji siyasetê çêdibe, gelê Kurdistanê bi berpirsyariya xwe dizane û ez di wê baweriyê de me çi pêwîst be ji bo Rojavayê Kurdistanê dê bikin. Tişta girîng ew e ku em zextê ji bo vekirina deriyê sînor ê Sêmalka bikin. Divê gel destûr nede careke din desthilatdarî ji bo parçekirina xelkê Kurdistanê nûnertiya dijmin bike.”