Penaberên jin ên ji Reqayê: Bila dawî li vê qirkirin û koçberiyê bînin

Kesên ku ji ber tirsa komkujiyan rêya koçberiyê bijartin, di navendên stargehbûnê yên Kobanêya dorpêçkirî de, li hember şert û mercên mirovî yên dijwar têdikoşin.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM

Kobanê – Penaberên di navendên stargehbûnê yên Kobanê ya dorpêçkirî de, ji tirsa komkujiyan rêya koçberiyê bijartin û niha jî li vir bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû ne.

Jinên penaber ên Kurd ên ji Reqayê berê xwe dan Kobanê, diyar kirin malbatên ku zarokên xwe ji bo rizgarkirina cîhanê ya ji DAIŞ’ê feda kirine, bi tolhildanê re rû bi rû ne. Jinan destnîşan kir ku ev yek piştî ku çeteyên cîhadîst ên Heyet Tehrîr El Şam ketin Reqayê, qewimiye.

Kobanê tevî ku di bin dorpêçê de ye jî, ji bo nêzî 200 hezar penaberên ji Reqa, Tebqayê û ji kampa Tel Abyadê hatine malovaniyê dike. Penaber ji ber ku neçar man dev ji malên xwe berdin, di bin gefa tolhildan û qirkirina çeteyên cîhadîst ên Heyet Tehrîr el-Şam de bi şert û mercên mirovî yên dijwar re têdikoşin.

‘Hemû binpêkirinên ku pêk tînin, sûcên şer in’

Zelîha Ehmed a kurê xwe di pêvajoya rizgarkirina Reqayê ya ji DAIŞ’ê de winda kir, bi malbat û neviyên xwe re li Nexweşxaneya Viyan ku ji bo penaberan veguherî stargehek, dijî. Zelîha Ehmed, ragihand ku ji gundewarên Kobanê hatine û dema qeyrana Sûriyeyê dest pê kiriye, li Reqayê bi cih bûne. Zelîha da zanîn ku piştî êrîşa HTŞ’ê ya li hember bajêr, ji bo parastina rûmeta xwe terka malên xwe dane û wiha got: “Em ji dubarebûna qirkirina Şengalê tirsiyan. Hemû binpêkirinên ku ew pêk tînin, sûcên şer in.”

‘Gelek penaber hê jî bê betanî radizên’

Zelîha Ehmed, diyar kir ku nexweşxaneyê veguherandine stargehek û got ku di vê heyamê de berf bariye, lewma jî tengasiyên ku dijîn zêde bûne. Zelîha tenê yek ji van tengasiyan wiha vegot: “Gelek penaber hê jî bê betanî radizên. Ev jî bû sedem ku di nava zarokan de rêjeya nexweşînan zêde bibe.”

Zelîha Ehmed piştî meheke, ji bo kontrolkirina mala xwe vegeriyaye Reqayê û dema vegeriyaye, dîtiye ku xaniyê wê bi tevahî hatiye talankirin. Zelîha dîmena ku lê rast hatiye û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Tenê dîwar û derî mabûn. Dema ku ez derketim, min hemû deriyan girtîbû, lê dema ez vegeriyam derî hemû hatibûn derxistin. Ez ji ber tiştên ku hatine serê me, di nava êşê de giriyam. Lê rondik ji bo çi ye? Hêviya vegerê xilas bû. Deriyên malên me hatine şikandin û hemû tiştên me hatine dizîn.”

‘Malbatên şehîdan rastî êrîşên tolhildanê tên’

Zelîha Ehmed, da zanîn malbatên ku zarokên xwe ji bo rizgarkirina cîhanê ya ji DAIŞ’ê feda kirine, li Reqayê rastî êrîşên tolhildanê tên û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez jî ji malbateke şehîd im. Kurê min, biraziyên min û hevjinên keçên min heta nefesa xwe ya dawî li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Kurê min du zarokên xwe sêwî hiştin û keçên min zarokên sewî mezin dikin.”

‘Em ê ji bo mafên xwe bêdeng nemînin’

Amîra Sebrî jî, ji komkujiyên li dijî malbatên Kurd ên li Reqayê reviya û bi malbata xwe re dest bi rêwîtiya koçberiyê kir. Amîra Sebrî, diyar kir ku li dijî du malbatên ku nas dike, komkujiyek hatiye pêkanînin û wiha domand: “Ji gundê Korkê jinek û sê mêrên Kurd hatin qetilkirin û du keç jî hatin revandin. Me nexwest koçber bibin, lê şûr û binpêkirinên cîhadîstan piraniya Kurdên li Reqayê neçarî koçberiyê kirin.”

‘Em ê ji bo edalet û wekheviyê têbikoşîn’

Amîra Sebrî, niha bi dehan malbatên Kurd ên ku ji Reqayê koçber bûne re dijî. Amîra Sebrî, da zanîn ji ber nebûna derfeta germkirinê, piraniya zarokên koçber rastî sermayê tên û xwest ku sûcdar bi awayê herî dijwar werin cezakirin. Amîra hêvî û bendewariyên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Em ê ji bo mafên xwe bêdeng nemînin û em ê ji bo edalet û wekheviyê têbikoşîn. Em ê heta ku mafên xwe bi dest bixin, têbikoşin. Em dixwazin dawî li vê qirkirin û koçberiya domdar a li dijî me tê ferzkirin, bînin.”