'Penaberên ji Sûriyeyê di biryara vegerê de dudil in'

Neda Ebdî ku ji penaberên Sûriyeyê ye û li Misirê bi cih bûye, der barê rewşa koçberan de wiha dibêje: "Penaber ji ber bûyerên ku niha li Sûriyeyê piştî hilweşînqa rejîma Baasê diqewimin di biryara vegerê de dudil in."

Qahîre – Jinên Sûriyeyê yên ku ji ber şer neçar mane terka ax û welatê xwe bikin rewşa wan her diçe zehmetir dibe. Jiyana li derveyî welat dibe sedem ku mirov bi astengî û kêşeyan re rûbirû bimînin. Gelek kes ji ber koçber in li welatên ku bi cih bûne ji mafê hemwelatîbûniyê bêpar mane. Ev yek jî zehmetiyên wan zêdetir dike. Li Misirê rastiya jinên Sûriyeyê hinek ji neteweyên din cudatir e.

'Di warê kar de gelek pirsgirêk hene'

Neda Ebdî ku ji Sûriyeyê koçberî Misrê bûye dibêje: "Min li Misirî xwendina xwe ya zanîngehê berdewam kir û niha kar dikim. Pirsgirêk gelek in. Hestên bîranîn û êşê her dem bi koçberan re hene. Gelek caran tê xwestin em fêrî jiyana nû û rastiya wê bibin da ku bikaribin jiyana nû ava bikin. Zehmetiyên ku koçber, bi taybetî jin dijîn, tunebûna derfetên kar e. Bi piştevaniya hevalên xwe ez dikaribûm karekî baş ji xwe re bibînim."

'Çareserî di hevgirtinê de ye'

Neda Ebdî bal kişand ser alozî û qeyranên ku koçber dibînin kir û wiha domand: "Çareseriya qeyran û aloziyên ku jinên penaber bi wan re rûbirû ne, di hevgirtin û peydakirina cihekî bi ewle de ye. Rewşa aborî li Misrê zextê li ser koçberan û niştecihan çêdike. Ji ber vê yekê pêwîstî bi hevgirtinê heye ji bo ku bikaribin bi hev re li dijî pirsgirêkan têbikoşin. Tevî ku li Misirê mezin bûme jî bêriya ax û welatê xwe dikim. Her koçberek Sûriyeyê hêvî dike ku vegere cih û warê xwe."

'Koçber dixwazin vegerin welatê xwe lê ji ber rewşa heyî bi fikar in'

Neda Ebdî di dawiyê de diyar kir ku koçber dixwazin vegerin welatê xwe lê rewşa Sûriyeyê zelal nebûye û wiha got: "Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê, bi penaberên Sûriyeyî re daxwaza vegerê çêbû. Her wiha beşek din jî pêwîstî bi demê dîtin ku biryara vegerê bidin. Piraniya wan dixwazin vegerin welatê xwe lê nezelaliya rewşa Sûriyeyê wan neçar dike ku li bendê bin heta zelal bibe û nêrîneke taybet der barê rewşa jinûveavakirinê de çêbibe."