Penaberên di siya pêvçûnê de: 130 milyon mirov nikarin ji bo pêşerojê xeyal bikin
Ji komîsyona Mafên Koçberî û Penaberan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî bal kişand ser bandora şerê Rojhilata Navîn li ser penaberan û got: “Mirovên barê giran ê penaberiyê li ser milên wan maye ji hemû derfetên ewlehiyê bêpar in.”
ELÎF AKGUL
Stenbol – Şerê Rojhilata Navîn ku bi qirkirina Xeza û Şerîaya Rojava re ji hêla Îsraîlê ve hat destpêkirin û veguherî êrîşên li ser Lubnanê. Şerê ku ji aliyê DYE-Îsraîlê ve dijî Îranê hatiye destpêkirin her çiqas di rewşa agirbestê de be jî ev yek di heman demê de nîqaşên girtina riyên vegerê ji bo penaberan tîne rojevê.
Ji komîsyona Mafên Koçberî û Penaberan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî destnîşan kir ku pevçûnên nû yên di Rojhilata Navîn de ji nû ve bi pêş dikevin lawaziya penaberan kûrtir dikin. Li gorî Gulseren Yolerî, bi milyonan mirov ji cihê xwe bûne û li welatên cuda têkoşîna jiyanê dimeşînin bi îhtîmala şer û pêvnçûnên nû re bi rewşên girantir û nezalaliyê re rû bi rû ne.
‘Wê pirsgirêkên penaberan hîn zêdetir bibe’
Gulseren Yolerî bi gotinên; “Bêguman beriya her tiştî jixwe kesên ku ji cihê xwe bûne, yên di rewşa penaberiyê de ne pêlên nû yên koçberiyê gefek e din e, bêmoraliyê bi wan çêdike û wiha berdewam kir: “Ji ber ku gelek penaber li welatan û hejmara nifûsa bajar zêdetir bûye bertek hene û penamber nayên xwestin. Ji ber wê rastî dijminahiyê tên û nikarin xwe bigihîıînin mafên xwe. Her dem xwe di bin tepisandinê de hîs dikin û nikarin jiyana normal ava bikin. Ev jî nîşan dide ku êdî nikarin pêleke din a penaberiyê rabikin.”
Gulseren Yolerî tekez kir ku penaber ne tenê ji hêla fîzîkî ve, di heman demê de ji hêla derûnî ve jî di bin zexteke giran de dijîn, diyar kir ku ji ber zêdebûna nifûsê, bi taybetî li welatên xwedî mal, aloziyên li ser parvekirina çavkaniyan zêde dibin. Gulseren Yolerî diyar kir ku ev rewş ji bo penaberên ku jixwe hewl didin bi çavkaniyên sînorkirî jiyanê ava bikin tê wateya pêleke nû ya nezelalî û fikaran û destnîşan kir ku penaberên di şert û mercên heyî de, jixwe bi dûrxistin û cudakariyê re rû bi rû ne, bi van pêşketinên nû re bêhtir bêparastin mane û wiha domand:
“Ji aliyekî din ve dibe ku beşek ji penaberên ku hêvî dikin vegerin welatê xwe, ji ber şer û pevçûnan hêviya wan pêk nayê. Mînak şerên li Rojhilata Navîn bi vê awayî ye gelek welatan eleqedar dike. Mînak, niha şerê ku wê li Suriyeyê bi dawî bibe, neyê wê wateyê ku wê gelê Suriyeyê vegere welatê xwe. Ji ber ku li wir ji bo ji nû ve avakirina jiyanê pêwîstî bi gelek tiştan heye. Di heman demê de xeter heye ku careke din bibe qada pêvçûnê lewre rewşeke ku hêviya kesên dixwazin vegerin ji holê radike derdikeve pêş.”
Jiholêrabûna îhtimala vegerê
Rêgezek din ku Gulseren Yolerî bal kişand ser zorkirina îhtîmala vegerê ye yan jî jiholêrakirina wê ye û diyar kir ku ji bo penaberên, demeke dirêj e ji welatên xwe dûr dijîn fikra ‘vegerê’ her diçe dibe îhtîmalek lawaz û got: “Bi dawîbûna şer, bi tena serê xwe têrê nake, di rewşên şertên jiyanê yên domdar û bi ewle ava nebin de, veger ji bijarteyek rast derdikeve. Ev jî rêgezeke bingehîn a zorkirina planên penaberan ên der barê pêşerojê de ye. Ji ber vê îro di halê hazir de di aliyê yên ku penaber dijîn de, derketina şer û pevçûnên nû yan jî belavbûna astên şer û pevçûnan fikarek cidî ye û tê wateya xeter û gefeke cidî. Lê ger em di aliyê pêla nû ya koçberiyê de bifikirin, ev rewşeke ku gefê li me hemûyan dixwe ye. Ji ber li cihên ku şer germ tên jiyîn, ji bo mirovan îhtimala koçberî yan jî rewşa zorîkirina koçberiyê dibe rojev. Lê belê li cihên din ên dinyayê, yan jî civakên li sînorê pevçûnan, dema di aliyê gelan de were mêzekirin, ew jî xwe di bin gefan de dibînin û ji ber wê jî dema jiyana xwe didomînin dibe sedem ku hê bi fikar û bê ewle xwe hîs bikin.”
‘Pevçûn bi bertekên rastgir û civaka paşverû tên rêxistinkirin’
Gulseren Yolerî, diyar kir ku koçberî tenê ne pirgirêka cihguhertinê ye, di asta gerdûnî de bandorê çêdike û destnîşan kir ku belavbûna pevçûnan, pêla nû ya koçberiyê bi hêz kiriye, civakên li welatên sînor dijîn fikarên wan ên ewlehî û pêşerojê zêde bûne, ev rewş di nava civakan de, asteke ku rageşiyê mezin dike û atmosfera polîtîk bi bandor dike çêdike.
Gulseren Yolerî îfade kir ku Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku di sala 2026’an de nêzî 130 milyon kes dîsa rû birûyî rewşên koçberiyê ne û got: “Niha evqas mirov, wekî ku pirsgirêkên herî giran ên koçberiyê dijîn, mirovên din ên dinyayê, ev tiştên tên jiyîn hevpar di nava hestên bê ewle den e. 130 milyon mirov xeyalên pêşerojê ava nakin. Ji ber vê ev di hemû dinyayê de, bi taybetî di eksena rastbûn û paşverûtiyê de, bûye sedema rêxistinbûna bertekên civakî.”