PEN Emerîka: Li Îranê zexta li dijî nivîskar û hunermendan zêdetir bûye

Li gorî rapora salane ya PEN Emerîka, li Îranê di nava salek de herî kêm 17 nivîskar û hunemend hatine binçavkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî şer bi zêdebûna zextên bi hinceta ewlehiyê, binpêkirinên li dijî azadiya îfadeyê zêde bûne.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora salane ya ji aliyê PEN Emerîka ve hatiye weşandin, li Îranê bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku di sala 2022’an dest pê kir, pêla nû ya zextê li dijî nivîskar û aktivîstên çandê û nivîskarên zêdetir bûne.

Di raporê de hat îfadekirin ku li Îranê tenê di nava salek de herî kêm 17 nivîskar û hunermend hatine binçavkirin, hat diyarkirin ku Îran di rêza pêş a welatên azadiya îfadeyê binpê dikin de ye.

Hunermend tên girtin

PEN Emerîka da zanîn ku zextên li Îranê, tenê ne li dijî nivîskarên siyasî ne, helbestvan, wergêr, nivîskarên gotinên stranan, lêkolîner, nivîskarên quncik, parêzvanên mafên mirovan û xebatkarên medyayê bi biryarên binçavkirin, lêpirsîn û cezayên giran tên hedefgirtin.

Di raporê de van gotinên dîrektorê bernameya ‘nivîskarên di bin xeterê de’ ya PEN Emerîka hene:

“Rayedarên Komara Îslamê ya Îranê, bi kampanyayên hovane yên li dijî kesên ku dengê xwe derdixin derdikevin pêş. Helbestvan, wergêr, lêkolîner, nivîskarên gotinên stranan, şîrovekar, parêzvanên mafên mirovan û nivîskarên quncikan dişînin girtîgehên Îranê. Hikûmet hewl dide nîqaş, rexne û muxalefetê bêdeng bike.”

Rejîma Îranê ji bo çewisandinê serî li rêbaza girtina mirovan dide

Raporê bal kişand ser geşedanên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Îranê. Hat îfadekirin ku piştî şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de, saziyên ewlehî û dadweriyê zextên xwe yên li dijî dengê rexnegiran zêde kirine. Li gorî PEN Emerîka, rewşa ewlehiyê ya piştî şer rê li ber zêdebûna girtin, bangkirin û sînordarkirinên berfireh vekiriye.

Bi hinceta ‘ewlehiyê’ hewl dide muxalifan bêdeng bike

Di mehên dawî de, rêxistinên mafên mirovan, rejîma Îranê, ji ber kiryarên ku bi navê ewlehiyê dike û hewl dide muxalifan bêdeng bike sûcdar dike. Li Îranê gelek nivîskar û rojnamevan ji ber sûcên ‘propagandaya li dijî rejîmê’, ‘çalakiyên rêxistinkirî’ yan jî ‘hevkariya bi dewletên dijmin re’ tên darizandin û girtin. Parêzvanên mafên mirovan diyar dikin ku ev sûcdarî bûne amûra tepeserkirina azadiya îfadeyê.

Rapora PEN Emerîka di demeke ku fikarên li ser rewşa girtiyên siyasî li Îranê, sînordarkirinên înternetê, kûrbûna sansurê û zexta li dijî çalakvanên çandî zêde dibin de, hat weşandin. Rêxistinên navneteweyî yên azadiya îfadeyê hişyarî dan ku ger pêvajoya heyî berdewam bike, qada çandî û medyayê li Îranê dê bikeve pêvajoyeke girantir a zext û girtinê.