Pêkhateyên Sûriyeyê: Nasnameya dîtbarî temsîla me nake

Pêkhateyên Ermen, Suryan û Kurd yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman ku nasnameya dîtbarî ya ku ji aliyê rêvberiya demkî ya Sûriyeyê ve hat raghandin temsîla wan nake û gotin: “Dem dema pêkanîna ewlehî û aramiya li Sûriyeyê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bi merasîmekê li Şamê di bin navê Komara Erebî ya Sûrî de, nasnameya dîtbarî ragihand. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe li hember nasnameya dîtbarî, bi riya ajansa me anîn ziman.

‘Heta niha tu çareserî pêşkêş nekiriye’

Yelmaz Mihemed ku yek ji koçberên Efrînê ye da zanîn ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê wek gavê yekem, gerek koçberan vegerîne cîh û warên wan û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Dema Rêjîma Baasê hat hilweşandin me got ku Sûriye ber bi nûbûnekê ve biçe, lê mixabin îro rêveberiya demkî rê li ber êşa gelê Sûrî negirt û li gor berjewendiyên xwe û sîstema olperest tevdigere. Heya niha rêveberiya demkî tu çareserî pêşkêş nekiriye, dîsa jî planên qirkirina  gelan tê meşandin. Li Sûriyeyê êşa koçberiyê dewam dike û qêrîna dayîk û zarokên perava Sûriyeyê bûye dengvedana kiryar û planên ku rêveberiya demekî li dijî gelan dimeşîne, nîşan dide. Şerê ku li Sûriyeyê qewimî ji sala 2011’an heya îro dewam dike û bi dawî nebûye, em êdî çareseriyek dixwazin. Niha dem ne dema ragihandina nasnameya dîtbarî ye û ev nasname nayê qebûlkirin, dem dema pêkanîna ewlehî, aramî û vegera koçberan e.”

‘Em kurd in, nasnameya me Kurdî ye’

Yelmaz got ku “Em Kurd in, nasnameya me kurdî ye, em qebûl nakin di bin nasnameyek din de bijîn” û bi van gotinan bidawî kir: “Di heman demê de ji bo pêkhateyên din jî ev yek derbasdar e. Tenê projeya Netewa Demokratîk dikare çareseriyê li Sûriyeyê mîsoger bike. Ji bilî wê sîstemên yekperest, olperest û nîjadperest êdî nayê qebûlkirin. Em bang li tevahî pêkhateyan dikin ku li hember nasnameya dîtbarî derkevin. Ji ber ku nasname hebûna me ye, pêwîst e em xwedî li nasnameya xwe ya dayîkê derkevin.”

‘Yekîtiya gelê Sûriyeyê bi qebûlkirina reng, netew û olên wê ye’

Cîgira Berpirsa Yekîtiya Jinên Suryan a Sûriyeyê Stêr Murad destnîşan kir ku yekîtiya gelê Sûriyeyê bi qebûlkirina nasnameya hemû pêkhateyan mîsoger dibe û wiha domand: “Daxwaza sereke ya gelên Sûriyeyê, bi ewle bijîn û vegerin ser mal û erdên xwe. Niha ragihandina nasnameya dîtbarî ne di cîhê xwe de ye. Pêwîst e çaerserî ji bo êşa Sûriyeyê were dîtin pişre bi nerîna pêkhateyên wê nasnameya dîtbarî were bijartin. Em perçekirinê qebûl nakin, em yekîtiya gelê Sûriyeyê dixwazin. Lê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê hem di destûrê de hem jî di ragihandina nasnameya dîtbarî de, perçebûna gelan dixwaze û ev yek rê li ber yekîtiya gelê Sûriyê digre. Yekîtiya gelê Sûriyeyê bi qebûlkirina reng, nasname, ol û baweriyên ku tê de dijîn, mîsoger dibe. Di Sûriyeyê de ne tenê pêkhateyên Ereb dijîn. Sûriye dergûşa şaristaniyan e, lewma gerek hevsengiyek wekhev di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de hebe û nasnameya wan were diyarkirin û parastin.”

Stêra di dawiya axaftina xwe de got: “Jin nema tenê dayîk û hevjîn e. Jinê di Şoreşa Rojava de di her qadê jiyanê de pêşengtî kir û cihê xwe girt. Îro sîstema ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê dimeşîne sîstemek hebûna jinan red dike ye. Lewma ne sîstemek adilane ye. Em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku sîstema rêjîmê bi tekoşîn û berxwedana jinan hat hilweşandin.”

‘Nasnameya dîtbarî temsîla me nake’

Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen Losnak Kavoriyan destnîşan kir ku Sûriye ji sîstema dîktator ber bi sîstemekê teror û olperest ve diçe û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi şoreşê re rabû, li hember DAIŞ’ê şer kir û bedêlên giran da. Îro rêveberiya demkî ne di destûr û ne jî di nasnameya dîtbarî de nerîna gelan girt. Ev nasname temsîla me nake, ji ber ku yê birayê me Elewî, Dirzî, Suryanî li cihên pîroz qetil dike, temsîla me nake. Sûriye li ser destê biyaniyan ku dixwazin çanda xwe ya xwînrijandinê li ser hisabê gelê Sûrî bidin rûniştandin, ava nabe. Lê belê wê bi ciwan, jin, rengê çandî û olî were avakirin. Em nasnameya di bin navê komara Erebî ya Sûrî de qebûl nakin û emê li hember wê têkoşîna xwe bilind bikin.”