Pêkhateyên kantona Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin

Di bin dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya gel û aştiya di Rojhilata Navîn de ye” Kongra Star a kantona Hesekê meşek girseyî li dar xist.

Hesekê- Di bin dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya gel û aştiya di Rojhilata Navîn de ye” Kongra Star a kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran kes ji Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Erîşa ,Hol, kampa Serêkaniyê û Kampa Waşokanî tevli meşê bûn. Meşvanan alên Kongra Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bê serok Jiyan nabe”, “Azadiya Rêber Ocalan Azadiya me ye” hilgirtin. Meşê ji ber çerxeriya Sînalko dest pê kir û li ber parka Rêber Ocalan a li taxa Nasra veguherî mitîngê.

‘Em bi hev re xwedî li berhemên felsefeya Ocalan derkevin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivî û wiha anî ziman: “Îro yekitiya me û hebûna her pêkhateyê li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan e. Daxwaza me ya sereke azadiya Ocalan e. Şoreşa jinan berhema ked û fikir û felsefeya Rêber Ocalan e lewma gere em weke jin her dem li qadan bin û xwedî li berhemên rêberê xwe derkevin. Di vê qonaxa hesas de êrîş li ser berhemên fikir û felsefeya Rêbertî çêdibin. Ji aliyekî tecrîd û aliyekî êrîş e. Yekitiya me, hevgirtina me wê rê li ber planên dijmin bigre.”

‘Felsefeya Rêber Ocalan rê li ber tekoşînê vekir’

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ebid El-Xenî Oso got: “Rêber Ocalan ked û xebatek pîroz ji bo azadiya gelan da meşandin û heya niha jî li Îmraliyê de li ber xwe dide. Fikir û felsefeya Rêber Apo rê li ber tekoşîn û demokrasiyê vekir. Dem dema demokrasî û azadiyê ye, gere em xwedî li ked û berxwedana rêbertiya xwe derkevin.”

Meş bi dirûşma “bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.