Pêkhateyên Hesekê: Kongra Star temsîla hebûn û îradeya me ye

Jinên Kurd, Ereb û Suryan anîn ziman ku Kongra Star temsîla îrade û mafên jinên ji ol û mezhebên cuda û baweriyan dike û gotin ku hebûna Kongra Star di şandeya Kurd a ji bo diyaloga bi hikûmeta Şamê re, serkeftin û gaveke girîng e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di konferansa “Yekrêzî û yekhelwestiya Kurd” a di 26’ê Nîsanê de li Qamişloyê hat lidarxistin de, biryara avakirina şandeya Kurd hatibû dayîn. Şande ji 9 kesan pêk tê û di nav de Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî heye. Jinên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û vî gavê girîng li tevahiya jinên Sûriyeyî pîroz kirin.

‘Kongra Star temsîla hemû jinan dike û mafên wan diparêze’

Nûra Nedîn ku ji pêkhateyên Şîşan e, destnîşan kir ku Kongra Star mîrasek e û her jin hebûna xwe tê de dibîne û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Kongra Star ji destpêka şoreşê ve ked û xebatek mezin ji  bo rêxistinkirina jinan û hevgirtina wan meşand. Hebûna Kongra Star di şandeya ku biçe Şamê de, ji bo me kêfxweşî û gaveke girîng e ji bo parastina mafên jinan di her alî de. Ji ber ku Kongra Star sîwana jinan e ji çi pêkhateyê dibe bila bibe, jin hebûn û rastiya xwe tê de dibînin û ew nûnertiya îradeya me dike, mafên wan biparêze. Ev gaveke erênî û aktif e ji bo mîsogerkirina serkeftinê.”

‘Dem dema parastina destkeftiyên jinan  e’

Beyan Xelîl ku yek ji jinên Kurd e, da zanîn ku dem dema parastina destkeftiyên jinan e û wiha got: “Ji 2011’an neta niha jinan di bin sîwana Kongra Star de xwe birêxistin kirin û têkoşînek mezin meşandin, heya gihîştin roja îro. Bi vê têkoşîna jinan gelek destkeftî hatin bidestxistin û guhertin û veguhertin di nava civakê de çêbûn. Îro dem  hatiye ku maf û destkeftiyên jinan ên bi salan werin parastin û Kongra Star rêxistina xwe berfireh bike li tevahî Sûriyeyê. Hebûna Kongra Star di şandeya Kurd de tê wateya ku doza jinan doza herî girîng e û bê çareserkirina wê tu çareserî ne pêkan e.”

‘Hebûna jinan di diyalogê de pêdiviyeke esasî ye’

Newal Selûm ku ji pêkhateyên Suryan e destnîşan kir ku li Sûriyeya nû biryardayîn yek ji mafên jinan e û wiha anî ziman: “Hebûna jinan di şandeya ku biçe Şamê ji bo diyalogê bi hikûmeta nû re bike de, pir girîng e. Kongra Star jî tevgerek bi salan ked dide û jinan birêxistin dike û mafên wan diparêze lewma hebûna wê di vê şandeyê de esasî ye. Jin di Sûriyeyê de koçber in, şehîd in, dayîkên şehîd û têkoşeran in, loma mafên wan heye di Sûriyeya nû de xwedî biryar bin û di destûrê de cih bigrin. Em jî weke jinên Suryan vê gava girîng, pîroz dibînin û wek xwedîderketina li pêşerojê dinirxînin.”