Pêkhateyên Hesekê bi yêk dengê gotin: Rêbertî yekîtîya gelan û edaletê ava kir

Tevahî pêkhateyên Hesekê di bin dirûşmeya “Êrîşên 6’ê Çileyê li ser Rojava komploya duyamîn a 15’ê sibatê ye” daketin qadan û Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezarkirin.

 Hesekê – Gelê Hesekê bi tevahî pêkhateyê xwe re di bin dirûşmeya “Êrîşên 6’ê Çileyê li ser Rojava komploya duyamîn a 15’ê sibatê ye bi boneya 27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan kirin .

Meş li çarxerêya Şehîd Avêsta dest pê kir û li ber stadyom a Şehîdên Bendava Tişrînê veguherî mitîng .

‘Komplo li dijî edalet û hevgirtina gelan e ‘

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama desteya Rêveber Hediya Şemo tekez kir pêvajoya ku Sûrî têde derbas dibe û êrîşên li ser Rojava carek din komploya 15 sibatê hat nûkirin û wiha axaftina xwe dewam kir :”Ev komploya navneteweyî felsefeya azadî, edalet û demokrasiyê hedef digire û em wê şermezar dikin. Armanca komployê şikandina îradeya gelê heremê ye. Di şexsê Rêber Apo de Kurdê azad, felsefeya jina azad û gelên Rojhilata Navîn hatiye hedef girtin. Dewletên ku ev komplo organîze kirine pergala netewa demokratîk naxwazin û ne jî avakirina civatek azad û demokratîk; ji ber vê yekê, wan ev komplo plan kirine”

‘Felsefeya Ocalan felsefeyek gerdûnî ye ‘

Hediya da zanîn ku Felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hişt ku  jiyanek azad, bi rûmet û demokratîk bijîn û wiha dewam kir : “Rêbertî yekîtîya gelan û edaletê ava kir, û felsefeya wî bûye felsefeyeke gerdûnî. Rêberê gel e, û gel îro di hemû warên jiyanê de têdikoşe da ku azadiya xwe ava bike. Em di qonaxek pir xeternak re derbas dibin. Ew dixwazin di navbera civakên Kurd û Ereb de nakokiyan çêbikin, û projeya xwiş û biratiya di navbera gelan de rêyek e ji bo têkbirina vê komployê. Felsefeya Rêbertî nasnameya me ye. Ev doz nayê şikandin ji ber ku ew bûye doza hemû gelên Rojhilata Navîn, û ev felsefe dê bi hevgirtin û yekîtiya gelan ser bikeve.”

Meş bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.