'Pêdiviya jinên Lîbyayî bi têkoşîna li dijî şîdetê heye'

Aktîvîst û rojnamevanên jin ên Lîbyayî Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kirin û diyar kirin ku pêdiviya jinên Lîbyayî bi têkoşîna li dijî şîdetê heye.

HINDIYE EL-EŞÎBÎ

Bingazî – 8’ê Adar Roja Jinan a Cîhanê, her sal bi destkeftiyên jinan tê pîrozkirin. Tevî kêşeyên ku li Lîbyayê rû dane jî jinan gelek çalakî li dar xistin û destkeftiyên xwe pîroz kirin.  

Rojnamevan Fatime El-Mecberî 8'ê Adarê li tevahî jinan bi taybetî li jinên Lîbyayî pîroz kir û got: "Pêdiviya jinên Lîbyayî bi piştevaniyê heye. Divê lı mafên xwe misoger bikin û deskeftiyên xwe zêdetir bikin. Di heman demê de pêdivya wan bi têkoşîna li dijî şîdetê jî heye. Her wiha bi pêşketina siyasî jî heye ku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê ku rola jinan di civakê de aktîf be û beşdarî cihên biryardayînê di warî aborî, siyasî civakî û ragihandinê de bibin."

‘Jin ji bo misogeriya mafên xwe têdikoşin'

Çalakvana sivîl Emîra Elî diyar kir ku tevî jinên Lîbyayî rastî kêşe û astengiyan di salên borî de de hatine jî di warê siyasî, aborî û civakî de bûne xwedî gelek destkeftiyan û got: “Misogerbûna mafên jinên Lîbyayî bi pêşxistin û piştevaniya wan ve girêdayî ye. Em hêvî dikin ku hemû jinên cîhanê di Roja Jinan a Cîhanê de azadî û serxwebûna xwe misoger bikin."

'Beşdariya jinan a siyasetê gelek girîng e'

Bi boneya Roja Jinan a cîhanê jî Nûnera Taybet a Sekertera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Hena Têtêyê soza piştevaniya xwe ji bo pêşxistana mafên jinan, dubare kir. Hena Têtêyê piştgirî da beşdariya jinan bi awayê aktîf di hemû warên civakî de û got: "Hilbijartina yekem a şaredara jin li Lîbyayê di dawiya sala 2024'an de weke destkeftiyek dîrokî ye û divê bibe teşwîqek ji bo pêşketinên zêdetir. Beşdarbûna çalak a jinan di xebatên siyasî de ji bo bihêzkirina rêveberiya berfireh û nûneratiyê pir girîng e.”