Parvîn Azad: Zewacên zarokan li Îranê bi awayekî metirsîdar zêde dibin

Çalakvana mafên zarokan Parvîn Azad bal kişand ser zêdebûna metirsîdar a zewacên zarokan li Îranê ji ber qanûnên baviksalar û got ku ev rewş bandorek kûr li ser jiyan û pêşeroja zarokên keç dike.

ŞEHLA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Her ku 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî jinan re, nêz dibe, zewaca zarokan careke din li Îranê dibe mijareke sereke. Ev diyardeya ku bi krîza aborî, qanûnên baviksalar û zextên çandî ve girêdayî ye, bandorek bêveger li ser jiyana bi hezaran zarokên keç dike. Her çendî amarên fermî bi sînor bin jî çavdêriyên meydanî yên ji civaka sivîl zêdebûnek metirsîdar a zewaca zarokan, nemaze li deverên xizan, nîşan didin. Hevpeyvîna me bi çalakvana mafên zarokan Parvîn Azad re careke din eşkere dike ku ev zewac ne tenê trajediyên takekesî diafirînin lê di heman demê de di bin çerxa pergalî de xizanî, newekheviya zayendî û tundiya sazûmanî gur dike.

* Her ku krîz di salên dawî de kûrtir dibe, zewacên zarokan pir zêde bûne. Ji ber vê yekê, ev diyarde gihîştiye çi astê û encamên wê hem ji bo jinan hem jî ji bo civakê çi ne?

Li gorî rojnameya Etemad, ji sala borî ve amarên li ser şîdeta navmalî û "zewaca zarokan" hatine weşandin lê ev dane pir kêm in û rayedaran destûr nedane bi berfirehî werin weşandin. Ji ber daneyên kêm ên hatine weşandin, raporên fermî yên li Îranê bi tevahî nayên bawerkirin. Her çendî li hinek herêman gavên qanûnî ji bo pêşîgirtina li zewaca zarokan hatine avêtin jî rêjeyên zewaca zarokan li herêmên ku kêmasiya aborî ya wan zêde ye, weke Xorasan Rezewî, Azerbaycana Rojhilat û Sîstan-Belûçistan, pir zêde ne.

Her çendî gelek sedemên zewaca zarokan hebin jî faktora herî diyarker xizaniya aborî ye. Her ku zextên darayî zêde dibin, malbatên gelek zarok û çavkaniyên wan kêm in neçar dimînin serî li vê rêbazê bidin. Di rewşên weha de, hinek malbat neçar dimînin keçên xwe di temenê biçûk de bizewicînin, an jî wan bifroşin da ku lêçûnên jiyana xwe kêm bikin. Ji bilî xizaniyê, pergala hiqûqî ya baviksalar jî dibe sedema belavbûna zewaca zarokan.

Li gorî qanûnên heyî, keç dikarin di 13 saliya xwe de, yan jî di temenê biçûktir de bi erêkirina bav, dapîr û dadgehê werin zewicandin. Faktorek din ên diyarker xizaniya çandî ne. Li gelek herêman, nêrîna kevneşopî û cudakar a li ser keçan dibe sedem ku ew di nava malbatê de wekî "barekî zêde" werin dîtin. Ev hişmendî dibe sedem ku malbat zewaca zû wekî çareseriyek qebûl bikin, ji ber ku ditirsin keçên wan dema mezin dibin ‘şerm’ bikin. Tevliheviya van hemû faktoran li hinek deverên welat zewaca zarokan veguherandiye krîzeke kûr a civakî.

*Dadwer çawa dikare bi rastî biryar bide ku keçek dikare berpirsiyariyên giran ên jinbûn û dayiktiyê bigre ser xwe? Zarokek ku nikare wesayîdê jî biajo, nikare bi tena serê xwe prosedurên qanûnî yên herî hêsan jî pêk bîne û li gorî qanûnên heyî wekî mezin nayê hesibandin, çawa dikare ji bo zewacê amade were hesibandin?

Koka vê nakokiyê di sîstema baviksalar û cudakar de ye ku Komara Îslamî şekil dide. Keçên di zarokatiya xwe de tên zewicandin, neçar in beriya bi tevahî ji zarokatiya xwe kêfê bistînin, berpirsiyariyên giran ên jiyana bi hev re, birêvebirina malê û heta dayiktiyê bigrin ser xwe. Ev bar baweriya wan bi xwe kêm dike, perwerde, jiyana civakî û pêşeroja wan têk dibe. Wekî din, stresa van berpirsyariyan dikare bibe sedema redkirina ji hêla malbat û hevalan ve, reva ji malê, tevgerên xeternak û heta xwekuştinê. Devjêberdana ji dibistanê, nebûna serxwebûna darayî û pêşneketina jêhatîyên bingehîn keçan di nava xizanî û bêpariyê de asê dike. Ev çerx ji hêla nifşê din ve jî mîras tê girtin. Ji ber vê yekê, zewaca zarokan ji pirsgirêkek takekesî wêdetir diçe; dibe çerxek pergalî ku bi berdewamî xizanî, cudakarî û tundiyê ji nû ve diafirîne.

Encamên fîzîkî jî giran in. Zexta aborî gelek caran dibe sedem ku neçar bimînin bi mêrên pir mezintir re bizewicin. Ev hem rîskên tendirustî yên cidî hem jî krîzên kûr ên psîkolojîk diafirîne, stresa derûnî û fîzîkî ya keçan zêde dike. Zewaca zarokan bi gelemperî ne tenê jiyana keçan xerab dike, di heman demê de dibe sedema pirsgirêkên fîzîkî, derûnî û civakî yên berfireh ku wan û nifşên pêşerojê di nava çerxek xizaniyê, nexwendin û zirara civakî de asê dike.

*Em dizanin ku zewaca zarokan li gorî qanûnên Komara Îslamî qanûnî ye. Ji ber vê yekê, di van şert û mercan de gelo bes e ku meriv tenê li benda guhertina rêziknameyên qanûnî bimîne? Par ji ber xwepêşandan û çalakiyên civaka sivîl guhertinên sînorkirî çêbûn lê gelo qanûnîbûna zewacê tên vê wateya ku ev rewa ye? Rewşa çandî, aborî û perwerdeyî ya malbatan çawa bandorê li vê yekê dike? Ji bo pêşîgirtina li zewaca zarokan, bi taybetî di ronahiya krîza aborî ya heyî ya li Îranê de, çi tedbîr û çareserî dikarin werin girtin?

Zewaca zarokan her diçe zêdetir dibe û niha bi awayekî nerasterast tê teşwîqkirin. Hikûmet, ji bo zêdekirina nifûsê, bi taybetî ji bo malbatên ku bi zehmetiyên darayî re rû bi rû ne, piştgiriya darayî û deynên zewacê peyda dike ku ev jî zewaca zarokan teşwîq dike. Sedemên bingehîn ên vê diyardeyê xizanî û bêewlehiya aborî ne. Heta ku malbat xwedî asteke herî kêm a dewlemendiyê û aramiya darayî nebin, xetera ku zarok wekî sermayeya bazirganî werin bikaranîn berdewam dike. Krîza aborî û polîtîkayên ku li ser nifûsê disekinin rewşê girantir dikin û di bin pergala heyî de têkoşîna li dijî zewaca zarokan hema hema ne pêkan dike. Wekî din, qanûnên cudakar zewaca zarokan didomînin. Divê qanûna ku destûrê dide keçan ku ji 13 saliya xwe yan jî ji temenê biçûktir bi biryara dadgehê bizewicin were betalkirin û divê temenê herî kêm ji bo zewacê were bilindkirin 18 salî. Lê belê, xuya ye ku pêkanîna reformên wiha di bin hikûmetek baviksalar de dijwar e.

Nimûneyên din ên vê perspektîfa dijminê jinan di qanûnê de jî eşkere ne. Bo nimûne, ew destnîşan dike ku bavek ji tolhildanê azad e ger zarokê xwe bikuje. Qanûn û polîtîkayên wiha ne tenê zarokan diparêzin lê di heman demê de domandina zewaca zarokan jî hêsan dikin. Sîstema heyî baviksalar û cudakar e, jin ji mafê biryardanê li ser beden û jiyana xwe bêpar in. Riya jiholêrakirina zewaca zarokan hikûmetek li ser bingeha dadperweriyê, wekheviyê û gelêrî ye ku ewlehî, maf û derfetên wekhev ji bo jin û mêran peyda dike. Lawaziya pergala perwerde û rahênanê jî pirsgirêkek cidî ye. Bo nimûne, rastiya ku bîreke Quranê di bin serokatiya Komara Îslamî de êrîşî zarokan kiriye lê bê ceza maye kêmasiyên girîng di parastina maf û edaletê ya zarokan de ji hêla pergalê ve nîşan dide.