Partiya Ciwan a Êzidiyan hat avakirin
Ji bo ku bibe dengê Êzidiyan û pirsgirêkên wê yên siyasî çareser bike, Partiya Ciwan a Êzidiyan hat damezrandin. Beşdarên kongreya yekem a partiyê gotin: “Em hêvî dikin ev partî ji hemû pirsgirêkên civakê re bibe bersiv.”
Şengal – Li Şengalê bi dirûşma “Edalet, Azadî û Demokrasî” bi beşdariya 200 delegeyan partiyeke nû ya Êzidiyan a bi navê ‘Partiya Ciwan a Êzidiyan’ hat avakirin. Partî dê bi armanca bûyîna dengê gelê Êzidî li Iraq û cîhanê, xebatên xwe yên siyasî bimeşîne.
Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hesen, Mamoste Xalîde Îbrahîm û Sefînaz Îbrahîm ku beşdarî kongreyê bûn ji ajansa me re axifîn.
‘Ev partî dê ji bo yekîtiya gelê me kar bike’
Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hesen di destpêka axaftina xwe de kongreyê li hemû beşdaran û gelê Êzidî pîroz kir. Rîham Hesen da zanîn ku li ser navê TAJÊ di vê kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidiyan de amade bûne û wiha domand: “Di encama hilbijartinan de 3 ji wan jin 13 endamên Mekteba Siyasî ya partiyê hatin hilbijartin. Em ji wan re serkeftinê dixwazin. Dîsa em vê kongreyê li hemû civaka me ya Êzidî pîroz dikin. Em hêvî dikin ev partî bikeve xizmeta gel û bikaribe di milê siyasî de ber barê gel ve rabe. Ji ber ku pêwîstiya gelê me bi wê heye ku di milê siyasî de jî di bin sîwaneke yekîtiyeke demokratîk a Êzîdiyan de xwe birêve bibe. Ev partî jî roleke wê ya wisa heye. Weke di encamnameya kongreyê de jî hatiye diyarkirin, wê ev partî ji bo yekîtiya gelê me kar bike. Dîsa divê jin û ciwan bikaribin xwe di nav vê partiyê de hîn bêtir bibînin. Em jî hêvîdar in ev partî bi ser bikeve û ji hemû pirsgirêkên civakê re bibe bersiv.”
‘Partî dê di milê siyasî de bibe dengê Êzidiyan’
Mamoste Xalîde Îbrahîm ku yek ji delegeyên kongreyê bû, damezrandina partiyê li hemû gelê Êzidî pîroz kir û anî ziman: “Ez hêvîdar im bi vê partiyê re wê pêşî li wan nexweşiyên li pêşberî Şengalê bê girtin. Em ê jî bibin destek û ji bo gelê xwe kar bikin. Ez ji wan hevalên ku di partiya me ya nû de cîh digrin re serkeftinê dixwazim. Ez bawer im wê ji gelê me re karekî baş bikin. Bi taybetî di roja me ya îro de Rojhilata Navîn di rewşeke xirab de derbas dibe. Wê armanca partiyê ew be ku Şengalê ji vî şerê ku li Rojhilata Navîn diqewime dûr bixe.”
‘Em dest bidin hevdû, bibin tifaq’
Di berdewamiya axaftina xwe de Mamoste Xalîde li ser girîngiya kongre û rola partiya nû nirxandinên xwe anîn ziman û wiha berdewam kir: “Ev partî û kongreya wê gelek girîng be. Wê ev partî li ser navê civaka Êzidî bikaribe di milê siyasî de temsîla civakê bike, bike nava tevgerê, dawa mafên xwe bike ku em bikaribin di warê siyasî de jî bêjin em Êzidî ne. Wê xebat bike da ku nasnameya me bê qebûlkirin, em bi serbilindî hebin.”
Mamoste Xalîde Îbrahîm daxwaz li gelê Êzidî kir ku piştevaniya vê partiya nû bikin û wiha got: “Destekî bi tenê deng jê nayê, em dest bidin hevdû, bibin tifaq. Û em bi hev re pêşî li nexweşiyan bigrin.”
‘Partiya nû wê bi beşdariya jinan xurt bibe’
Sefînaz Îbrahîm anî ziman ku ji bo Êzidî bikaribin xwe di milê siyasî de birêve bibin kongreyek wiha li dar xistine û avakirina partiyê pir girîng e. Sefînaz hêvî û daxwazên xwe yên ji bo partiya nû, bi van gotinan bilêv kir: “Em bi vê partiyê dikarin dengê Êzidiyan bighînin dewletan. Li Şengalê piştî çend salan avakirina partiyek bi vî rengî pir girîng e da ku gelê Êzidî di Iraqê de cîh bigre û ji gelê me yê Êzidî re kar bike. Em ê jî di çarçoveya hiquqî de dawa maf û nasnameya xwe bikin. Bi vê partiyê em ê bi nasnameya xwe ya Êzidî bimeşin.”
Ji bo beşdariya jinan a li kongreyê jî Sefînaz Îbrahîm diyar kir ku herî zêde jin ji fermanê bandor bûne, êş kişandine, lê îro jinan beşdariyeke xurt li kohgreyê kirine û dikarin dengê jinan hîn zêdetir bighînin cîhanê.